KCD-E, Cejna Vejînê pîroz kir
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdên li Ewropayê (KCD-E) 15'ê Tebaxê Cejna Vejîna Neteweyî pîroz kir. KCD-E bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku di 15'ê Tebaxê de dewleta Tirk û Erdogan protesto bikin.

'15'Ê TEBAXÊ FÎŞEKA DESTPÊKÊ YE LI MEJIYÊ DIJMIN KETIYE!'
Di daxuyaniya nivîskî ya KCD-E hat ragihandin ku Pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an tirseke mezin xistiye dilê dijminên Kurdan û hat destnîşankirni, ku ev pêngav di heman demê de qereqolên tirsê yên di mejî, dil û ruhê gelê Kurd de hatibûn çêkirin, hilweşandiye.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Pêngava 15'ê Tebaxê fîşeka destpêkê ye li mejiyê dijminên li ser qetilkirina Kurdan hebûna xwe diparêzin, ketiye. Fîşeka destpêkê di heman demê de ji bo gelê Kurd bûye cesareteke mezin û ruhekî mezin ê azadiyê."
'EM SEROK APO SILAV BIKIN, ERDOGAN PROTESTO BIKIN'
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:
"Pîrozkirina serketina mezin a vê pêngava bi pêşengiya fermandarê mezin Mahsûm Korkmaz, têkoşîna li dijî dewleta Tirk a li hemberî gelê Kurd sûcên dîrokî û civakî kiriye û têkoşîna li hemberî piyonê vê dewletê çeteyên DAIŞ'ê, wezîfeya herî mezin a li pêşiya gelekî ber bi serketinên mezin ve dibeze, ye."
Cejna vejînê 15'ê Tebaxê ji niha ve li tevahiya gelên Rojhilata Navîn û kedkarên cîhanê pîroz be. Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku di wê rojê de dakevin qada, afirînerê esasî yê vê cejna vejînê Rêber Apo silav bikin, cejna wî pîroz bikin û dewleta Tirk a faşîst ku bombeyan li gelê me dibarîne û nûnerê wê Erdogan ê celad protesto bikin."
Di dawiya daxuyaniya xwe de KCD-E got, "Em careke din cejna vejînê li Serok Apo, gelê Kurdistanê, gerîlayên Kurdistanê HPG/YPJ/YPJ ên ji bo rizgarkirina rûmeta mirovahiyê bi lehengî têdikoş in pîroz dikin û hemû şehîdên xwe yên ezîz ên bi bedenên xwe ev roja pîroz diyarî mirovahiyê kirine, bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin."