Taşdemîr: Ya li Giyadînê hat kirin înfaz e
Parlamentera HDP'ê ya Girî Diyaret Taşdemîr got, "Ev yek bi awayekî vekirî înfaz e. Li cihê bûyerê şopeke şer nîne. 5 kesên bûn şahidê înfazê hatin binçavkirin. Hewl tê dayîn ser înfazê bê nixumandin."
Parlamentera HDP'ê ya Girî Diyaret Taşdemîr got, "Ev yek bi awayekî vekirî înfaz e. Li cihê bûyerê şopeke şer nîne. 5 kesên bûn şahidê înfazê hatin binçavkirin. Hewl tê dayîn ser înfazê bê nixumandin."
Parlamentera HDP'ê ya Agirî Dirayet Taşdemîr a li Giyandî ku 2 jê zarok 3 kes hatin qetilkirin lêkolîn kir got, "Ev yek bi awayekî vekirî înfaz e. Li cihê bûyerê şopeke şer nîne. 5 kesên bûn şahidê înfazê hatin binçavkirin. Hewl tê dayîn ser înfazê bê nixumandin."
Li dû înfaza li navçeya Şirnex Silopiyayê, vê carê li navçeya Agirî Giyadînê 2 jê zarok 3 kes hatin înfazkirin. Parlamentera HDP'ê ya Agirî Diyaret Taşdemîr a li Giyadînê lêkolîn kir, çavdêriyên xwe vegot.
'LI CIHÊ BÛYERÊ TI DELÎLEK Û NÎŞANEYEKE ŞER NÎNE'
Taşdemîr anî ziman ku du zarokên hatin qetilkirin li firinê dixebitîn û got, "Du zarok bi awayekî gelekî vekirî hatin înfazkirin. Dema êzingan dibin firinê, dibînin ku du maşînên zirxî derbas dibin û xwe vedişêrin. Cihê xwe lê vedişêrin jî cihekî biçûk e û bi cam e. Ez li cihê bûyerê me, ti şopeke şer li vir nîne, şopa fîşekan nîne. Ti delîl û nîşaneyeke şer nîne. Bi kurtasî, li cihê bûyerê şopa şer nîne. Xwediyê firinê diyar kir ku zarok li firinê dixebitîn, şêniyên taxê jî zarokan nas dikin. Şahidên bûyerê gotin ku piştî zarok hatin kuştin, tîmên taybet hewl dan kincê gerîla li wan bikin. Bêyî ku agahiyê bidin malbatên wan cenaze birin Erzîromê. Her wiha 5 kesên şahidî ji bûyerê re kirin, li Midûriyeta Emniyetê ya Giyadînê tên ragirtin. Li holê înfaz heye û hewl tê dayîn ser vê înfazê bê nixumandin."
'DOZGER HÎNÊ NEHATIYE CIHÊ BÛYERÊ'
Taşdemîr da xuyakirin ku ew bi dozger re axivîne û got, "Agahiya dozger ji tiştekî nîne, dibêje qey şer derketiye. Hînê nehatiye cihê bûyerê û lêkolîn nekiriye. Me jê pirsî 'çima naçe cihê bûyer'. Got 'şer heye, ewlekarî nîne'. Diyare dixwazin delîlan tine bikin û mîna şer nîşan bidin. Bi vî rengî dixwazin ser bûyerê bgirin."
Taşdemîr diyar kir ku nasnameya kesê duh bi şev hat qetilkirin û li erdê hat kaşkirin, hînê diyar nebûye.
Li Giyadînê duh êvarê zarokên bi navê Orhan Aslan (16) û Emrah Aydemîr (15) ên li firinê dixebitîn û ji bo anîna êzingan ji dikanê çûn depoyê, ji aliyê polîsan ve hatibûn qetilkirin.
Li taxa Mûratê jî danê sibehê li pişt xaniyên xirbe, cesedê mêrekî hatibû dîtin. Li gorî nûçeya DÎHA'yê, şahidên bûyerê diyar kirin ku ev kesê hat înfazkirin, li pişt panzerê hatiye girêdan, hatiye kaşkirin û avêtine cihê cenaze lê hatiye dîtin. Li cihê bûyerê şopên xwînê û kaşkirinê tê dîtin."