YRK'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çalakiyek li çiyayê Şaho yê Kamyaranê de 12 pasdar û caşên rejîma Îranê hatine kuştin û destnîşan kir ku ev çalakî ji bo bersivdayîna li darvekirina girtiyê Kurd Sîrwan Nejawî hatiye lidarxistin.
Fermandariya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di 11'ê Tebaxa 2015'an de li çiyayê Zerne yê ser bi rêze çiyayê Şaho yê herêma Kamyaranê, çalakiyek hatiye lidarxistin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên YRK'ê ji bo bersivdayîna li darvekirina Sîrwan Nejawî, li dijî qereqola Geşkê çalakî pêk anîne û hat gotin, "Li hemberî vê qereqola ku 70 pasdar û hêzên caş lê hebûn, koma gerîla ya Şehîd Berçem saet 21:30 li dijî qereqol û konên li derdora wê hatibûn vedan çalakî lidarxist. Di vê çalakiyê de 12 pasdar û caş hatin kuştin."
Di dewama daxuyaniya YRK'ê de bal hat kişandin ser kesayetiya şoreşger a Sîrwan Nejawî, ku di greva birçîbûnê ya li zîndana Ûrmiyeyê de rolek girîng lîstiye û hat gotin: "Heta kêliya dawî dest ji tekoşînê berneda. Komara Îslamî ji bo wê jî ew û çend girtiyên din sirgunî zindana Tebrîzê kiribû."