Navendîparêzî dijberiya demokrasiyê ye - Cemîl Bayik

"Êdî navendîbûn mîna têgihiştineke rêveberiyê ya li dij demokrasî û azadiyê tê dîtin. Diyalektîk a çiqas zêde navendîbûn, ew qasî hindik demokrasî, çiqas hindik navendîbûn, ew qasî zêde demokrasî lê ye."

Di roja me de demokrasî veguheriye peyva herî bi sêhr û binirx. Ji ber ku demokrasî tine be ne aştî, ne azadî, ne dad ne jî wekhevî bê wate ne. Hemî bêrîkirinên mirovan eger demokrasiyeke rast hebe, dikarin pêk werin. Ji ber vê yekê demokrasî tê wetaye azadiyê, tê wateya aştiyê, tê wateya wekheviyê, yanî demokrasî civakîbûn e; yanî sosyalîzm e. 

Çima mirov û civak ewqasî nirx bi demokrasiyê didin? Ji ber ku bi hezarên salan li gund û bajarokan her çiqas navê demokrasiyê lê nekiribin jî pirsgirêkên xwe bi rêya rêbaz û têkiliyên demokratîk çareser kirine, di nava nirxên demokratîk de jiyane.  Ji ber vê yekê jî mîna Ewropî îdîa dikin demokrasiyê ne bi Magna Carta destpê kiriye. Di Magna Carta de jî nirxên demokratîk ên di jiyana civakî de pratîze bûne, tên bibîranîn. Her wiha nirxên demokratîk ên civakî bi sînor xistin dewreyê. 

Li Ewropayê sedê salan dema qala demokrasiyê hate kirin tişta dihata fahmkirin demokrasiya temsîlî bû. Çar salan carekê çûn ser sandoqan, partiya ku di hilbijartinê de hêrî zêde deng girtin bû desthilatdar. Lê belê bi Şerê Cîhanê yê II. re demokrasiya temsîlî îflas kir. Ji ber vê yekê jî demokrasiya herêmî derkete pêş. Her çiqas civakê hilbijartina nûnerên xwe domandibe jî ev yek ji bo polîtîkayên giştî pêk anî. Li gund, tax û bajarokan kar bi xwe dimeşîne; xwe bi xwe bi rêve dibe. Ji ber vê yekê jî dema qala demokrasiyê tê kirin ev rastî tê hişê mirov. Êdî navendîbûn mîna têgihiştineke rêveberiyê ya li dij demokrasî û azadiyê tê dîtin. Diyalektîk a  çiqas zêde navendîbûn, ew qasî hindik demokrasî, çiqas hindik navendîbûn, ew qasî zêde demokrasî lê ye. 

Dewleta Tirk ev sed sal e ku bi sîstemeke rêveberiyê ya a navendîparêz tê birêvebirin ku derfeta nefesstandinê nade herêman û civak di bin zext û raptê de hatine hiştin. Împaratoriya Osmanî jî di vê astê de ne xwedî sîstemeke rêveberî û îdarî ya navendîparêz bû. Herêm bi saziyên xwe yên rêveberiyê dihatin meşandin. Ji xwe li Koçgirî, Şêx Saîd û Dêrsimê êrîşên li dijî gelê Kurd pêk hatin ji bo serdestkirina rêveberiya navendî pêk hatin. Gelê Kurd jî ji bo sazkirina demokrasiya xwe ya herêmî li ber xwe da. Dewleta Tirk ji bo qirkirina çandî bigihijîne encamê di vî şêwazê rêveberiyê de israr kir. Têkoşîna Azadiyê ya bi pêşengiya PKK'ê li dij sîstema dewleta navendî ya xwest di warê çandî de Kurdan qir bike, bi pêş ket.

Cîhan derbasî demokratîkbûn û rêveberiyên herêmî ên demokratîk dibe, lê belê Tirkiyeya ku xwe mîna dewleteke demokratîk nîşan dide di parastina sîstema navendî de israr dike; li dij demokrasiya herêmî ya xwe bi xwe birêvebirina gel derdikeve, her wiha hewldanên demokratîk ên herêmî bi dijwariyê diçewisîne. Bi hinceta ku Kurd wê jê sûdê werbigirin gavên demokratîkbûnê nayên avêtin. Ev yek jî di serî de pirsgirêka Kurd hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê bê encam dihêle. Bi hinceta ku Kurd wê jê feydê bigirin neavêtina gavên demokartîkbûnê, tê wateya cezakirina gelên Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê jî demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd ji wan gavan in ku divê bi lezgînî bên avêtin. 

Ji ber ku gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê vê rastiyê dibînin di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de bi hestiyarî tevdigerin. Hatiye fahmkirin ku heta pirsgirêka Kurd çareser nebe ti pirsgirêkên din ên Tirkiyeyê li ser bingehê demokratîk nayên çareserkirin.

Gelê Kurd baş fahm kiriye ku sîstema dewletî ya navendîparêz çavkaniya hemû xerabiyan e. Ji bo demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd lêgerînên demokratîk ên Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ji ber ku bê bersiv man, êdî ferz bûye ku gelê Kurd sîstema xwe ya demokratîk bi xwe ava bike. Ji ber ku dewleta navendîparêz, totalîter û qirkera çandî daxwaz û îradeya gel hîç li ber çavan nagire û her biryarê bi xwe distîne, pêk tîne û li ser gel zextê dimeşîne. 

Bêyî ku bifikire ka wê tesîreke çawa li jiyana gelê Kurd bike, bêyî li ber çavan girtina nêrîna gelê Kurd îlankirina mîna herêmên qedexe ya gelek cihan mînake berbiçav a vê yekê ye. Artêş û polîsê Tirk mîna ku careke din Kurdistanê dagir dike, hewl dide her tax, her gund, her kolan bikeve bin kontrola wê û ketiye nava hewldanên meşandina terorê. 

Li dij van rastiyan gelê Kurd li her derê biryarê digire ku rêveberiya xwe ya herêmî ya demokratîk û xweser saz bike. Heta saziyên rêveberiya xweser pêk neyên demokrasiya herêmî pêk nayê; heta demokrasiya herêmî bipêş nekeve jî ne mimkun e Tirkiye demokratîk bibe. Sazkirina demokrasiya herêmî mafê herî rewa yê gelê Kurd e. Gelê Kurd li bendê bû ku dewleta Tirkiyeyê li demokrasiyê bê hestiyarkirin û pirsgirêk çareser bibin. Lê belê ji ber ku hikûmeta AKP'ê ne xwedî zihniyeta naskirina demokrasiya herêmî ya Kurda ye, berevajî vê, xwedî fikirîna tinekirina Kurdan e, bi gotina pêşiyan Kurd neçar man biryarê  bidin ku bi destê xwe pişta xwe bixwurînin. 

Meclîsên Gel bi îlana rêveberiya xweser biryara parastina xweser dan. Ev ji bo gelê Kurd biryareke dîrokî ye. Gelê Kurd bi têkoşîna 40 salî û rêxistinbûyina xwe gihiştiye vê îrade û biryardariyê. Dema gelê Kurd di nava têkoşînê de be, hem demokrasiya herêmî wê bi pêş keve, hem jî Tirkiye wê demokratîk bibe. Bi vê yekê re jî Tirkiyeya demokratîk, Kurdistana azad dikare pêk were. 

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka, Azadiya Welat