Li Stenbolê 2 kes hatin binçavkirin

Li Stenbolê polîsan bi ser gelek malan de girt û di encama serdagirtina malan de 2 kes hatin binçavkirin.

Li Stenbolê polîsan bi ser gelek malan de girt û di encama serdagirtina malan de 2 kes hatin binçavkirin.

Li Stenbolê polîs û tîmên taybet serê sibê li navçeyên Kuçukçekmece û Başakşehîrê bi ser gelek malan de girtin. Di operasyona li Taxa Kanarya ya navçeya Kuçukçekmeceyê de helîkopter jî hatin bikaranîn. Di serdagirtina Taxa Şahîntepe ya Başakşehîrê de jî Guner Yildiz û Cengîz Canbay hatin binçavkirin.

Li Taxa Fîkîrtepe jî polîsan bi ser mala endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) de girt. Di serdagirtinê de tîmên taybet ciwanên li malê darp kirin. Piştî lêgerînê polîs li malê çûn û di dema serdagirtinê de li malê Îlke Başak Baydar û Şerîfe Erbay ên ku di komkujiya Pirsûsê de birîndar bûn hebûn.