Colemêrgê gerîlayê HPG'ê Bariş Tekçe ber bi rêwiya dawî ve oxir kir

Gerîlayê HPG'ê Bariş Tekçe (Andok Colemêrg) ê duh di şerê li hemberî leşkeran a li ser pira Şinê ya navbera Colemêrg û Çelê de ye jiyana xwe ji dest da, li gel êrîşa polîsan li Colemêrgê ji aliyê zêdetirî 50 hezar kesan ve hat oxirkirin.

Gerîlayê HPG'ê Bariş Tekçe (Andok Colemêrg) ê duh di şerê li hemberî leşkeran a li ser pira Şinê ya navbera Colemêrg û Çelê de ye jiyana xwe ji dest da, li gel êrîşa polîsan li Colemêrgê ji aliyê zêdetirî 50 hezar kesan ve hat oxirkirin.

Gerîlayê HPG'ê Bariş Tekçe (Andok Colemêrg) ê duh di şerê li hemberî leşkeran a li ser pira Şinê ya navbera Colemêrg û Çelê de ye jiyana xwe ji dest da li Colemêrgê ji aliyê zêdetirî 50 hezar kesan ve hat oxirkirin. Bi hezaran welatî serê sibê cenazeyê gerîlayê HPG’ê Tekçe li herêma Feraşînê girtin. Dema cenaze hat girtin bi hezaran kes bi yek dengî dirûşmên, “Şehîd namirin” gotin û ber bi bajêr ve bi rê ketin. Her gundê ku cenazeyê Tekçe derbas dibû bi sedan welatî rêya konvoya ku bi sedan wesayîtan pêk dihat sekinandin û alên KCK, PKK’ê vekirin. Her wiha di ser rê de gelek wesayîtên ku bi wêneyên Tekçe hatibûn xemilandin beşdarî konvoya cenazeyê bûn. Konvova cenazeyê li ber avahiya Yurt-Kur’ê ya li Taxa Merzanê ji aliyê tîmên taybet ve hat sekinandin û piştî demekê welatiyan cenazeyê Tekçe anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.

BAJÊR BÛ LEHÎ Û BEŞDARÎ MERASÎMÊ BÛ

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Tekçe li vir ji aliyê deh hezaran welatiyan ve bi dirûşmên, “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” hat pêşwazîkirin. Gelek welatiyên ku cenazeyê Tekçe pêşwazî kirin rondik barandin û û ji ber qelebalixê girse li derdora nexweşxaneyê bi cih nebû. Bi hatina cenazeyê gerîlayê HPG’ê Tekçe bi hezaran welatiyên taxan piştî konvoyê herikîn ber nexweşxaneyê û hemû esnafan derabeyên dikanên xwe anîn xwarê û alên reş li derabayên xwe ve daliqandin. Piştî otopsiyê cenazeyê Tekçe ji nexweşxwaneyê hat derxistin û ji bo şervanên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Girseya ku her tim dirûşma “Kujer DAIŞ, hevkar AKP” û “Kurdistan wê ji AKP’ê re bibe goristan” gotin. Cenazeyê Tekçe ber bi Goristana Şehîdgehê ya li Serê Solan derxistin rê.

POLÎSAN ÊRÎŞÎ MERASÎMÊ KIR

Di merasîmê de li gel posterên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, YPG, KCK û wêneyên Tekçe hatin vekirin û her ku cihê girse lê derbas dibû bi hezaran kes beşdarî merasîmê bûn. Piraniya welatiyan jî di ser malên xwe de alên kesk, sor û zer vekirin. Piştî demekê kin tevahiya bajêr ber bi merasîmê herikî û dawiya girseyê xuya nekir. Dema girse gihişt ber avahiya Miduriyeta Polîsan bi yek dengî dirûşmên “Bijî serok Apo” û “Kujer polîs ji Kurdistanê bicehime” gotin. Polîs û tîmên taybet li ser dirûşman xwe ranegirtin û bi bombeyên gazê, ava şid û guleyên rastî êrîşî welatiyan kirin. Ciwanan jî bi keviran welatî parastin û bersiv dan êrîşa polîsan. Di êrîşê de gelek mirovên kal û pîr ketin erdê û îzdîham çêbû. Bi dawîbûna êrîşa polîsan bi dehhezaran welatî careke din li jêra miduriyeta polîsan hatin ba hev û cenazeyê gerîlayê HPG’ê xwedî derketin. Di encama êrîşa polîsan de 3 jê jin bi tevahî 9 welatî ji ber gaza zêde rakirin nexweşxaneyê û jina bi navê Şukran Er (35) di dema êrîşê de ji ser dîwar ket û birîndar bû.

DAYIKAN ŞÎN GIRÊ DAN

Dayikên ku di ser rê de cenaze bi kulîlkan pêşwazî kirin di ser girên mezin de demek dirêj hêsir barandin. Tabûta cenazeyê Tekçe ku bi keskesorê hatibû xemilandin li nêzîkê goristanê ji aliyê welatiyan ve bi tililî û dirûşman ji hat xwarê û heya goristanê cenazeyê Tekçe li ser milan birin.

Di merasîmê de li gel dehhezaran welatiyan, Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan, hevşaredarên Colemêrg û navçeyên wê, endamên saziyên sivîl ên civakî û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê amade bûn. Her wiha ji gund û navçeyan jî bi hezaran kes tevlî merasîmê bûn.

Piştî wecîbeyên olî welatiyan cenazeyê gerîlayê HPG’ê Tekçe bi dûayan spartin axê. Piştî bi sirûda “Çerxa Şoreşê” deqîqeyek rêz hat girtin Hevserokê MEYA-DER’ê Bedirxan Koç di merasîmê de axivî û êrîşa polîsan şermezar kir. Koç destnîşan kir ku divê dayikên leşker û polîsan jî dengê xwe li hember vê zilmê derxin û wiha got: “Ma bê zarok dewlet kêr çi tê. Heke zarokên me tine bin dewlet jî tine ye.”

‘JI BO RÛMETA XWE CANÊ XWE DA’

Malbata Tekçe jî destnîşan kir ku Andok ne tenê zarokên wan in, zarokê gelê Kurdistanê ye û di ser rêyeke bi rûmet de jiyana xwe ji dest da. Herî dawî Parlamenterê HDP’ê Akdogan jî da zanîn ku kesê ku îro gelê Kurd dispêre axê navên “Aştiyê” lê dikin. Akdogan anî ziman ku pergala heyî ji bo berjewendiyên xwe zarokên gelan jiyana xwe ji dest didin û wiha got: “Ji bo ku hin kes bi ser neket dijminatiya gel û ola wî dike. Dijminatiya herî mezin niha li hember cenazeyê gelê kurd didin.”

Girse piştre derbasî Mala Şinê ya li Taxa Pîrodan bû, dê taziye 3 roj berdewam bike.