YDG-H/YDG-K: Eger cenaze neyên dayîn em ê çalakiyên bersivdayînê pêk bînin
YDG-H/YDG-K dan xuyakirin ku eger cenazeyên li ser sînorê Murşîtpinarê tên rawestandin di nava 24 saetan de neyên teslîmkirin, ew ê çalakiyên bersivdayînê lidar bixin.
YDG-H/YDG-K dan xuyakirin ku eger cenazeyên li ser sînorê Murşîtpinarê tên rawestandin di nava 24 saetan de neyên teslîmkirin, ew ê çalakiyên bersivdayînê lidar bixin.
YDG-H/YDG-K gotin, "Eger bêvila zarokên me yên Kurdistanê xwîn bibe, em ê bi hemû hêza xwe qat bi qat xwîna polîsan û tîmên taybet birijînin" û hişyarî dan ku divê cenazeyên li ser sînor tên rawestandin di nava 24 saetan de bên teslîmkirin.
YDG-H/YDG-K der barê terora dewletê ya li Silopiyayê û sekinandina cenazeyên li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê de daxuyaniyeke nivîskî weşandin.
'EM Ê QAT BI QAT XWÎNÊ BIRIJÎNIN!'
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li dijî operasyon û êrîşên artêşa Tirk, li hemberî komkujiyên li Silopiya û bajarên din ên Kurdistanê kiriye, yekîneyên me li Silopiyayê çalakiya bersivdayînê lidar xistine. Divê dewleta Tirk û polîsên AKP'ê zanibin ku çalakiyên me yên bi vî rengî wê dewam bikin. Artêşa Tirk û tîmên taybet ên li Agirî/Giyadînê, li Geverê gelê me qetil kirin, gelê me li erdê dirêj kir û îşkence li wan kirin, divê zanibin ku em li dû wan e. Li Kurdistanê bêvila zarokên me xwîn jî xwîn bibe, em ê bi hemû hêza xwe qat bi qat xwîna polîsan û tîmên tevgera taybet birijînin."
'EGER DI NAVA 24 SAETAN DE CENAZE NEYÊN DAYÎN, WÊ HEMÛ POLÎS DI HEDEFA ME DE BIN'
YDG-/YDG-K'ê gotin, "Li ser sînor rawestandina cenazeyên hevrêyên me yên HPG û YPG/YPJ'ê yên li dijî dijminê hov DAIŞ'ê şer kirin û şehîd ketin, rewşeke ji aliyê me ve nayê qebûlkirin" û ev hişyarî dan:
"Cenazeyên me xeta me ya sor e û nirxê me yê herî mezin e. Eger di nava 24 saetan de cenazeyên hevrêyên me yên şehîd ên li ser sînorê Murşîtpinarê tên sekinandin radestî malbatan neyên kirin; hemû polîs û tîmên tevgera taybet ên li Kurdistanê wê di hedefa yekîneyên me de bin. Yekîneyên me wê biavêjin ser hemû saziyên dewletê û tevî rayedarên dewletê yên tê de, hemûyan bidin ber agir. Eger dewleta Tirk di nedayîna cenazeyan de israr bike, mîna li Silpiyê em ê çalakiyên deh-bîst qat mezintir pêk bînin. Ji bo me ti saziyeke dewletê ya li Kurdistanê rewa nîne."