Rêveberên Kantona Cizîrê serdana Hesekê kirin

Rêveberiya Kantona Cizîrê Hesekê ya ji aliyê şervanên YPG / YPJ’ê ve ji çeteyan hat paqijkirin ziyaret kirin.

Rêveberiya Kantona Cizîrê Hesekê ya ji aliyê şervanên YPG / YPJ’ê ve ji çeteyan hat paqijkirin ziyaret kirin.

Rêveberên Kantona Cizîrê, Hesekê ya ji aliyê şervanên YPG / YPJ’ê ve ji çeteyan hat paqijkirin ziyaret kirin û civîn li dar xistin. Di civînê de li gel bi sedan welatiyan Hevserokên Kantona Cizîrê Hediye Yusuf û Hemedî Deham, alimên olî yên herêmê Şêx Reşîd Ebdilezîz, li ser navê Suryaniyan Îbrahim Qes, şervanên YPG / YPJ’ê, rayedarên Asayîşê, nûnerên TEV-DEM, PYD, Yekîtiya Star û saziyên li bajêr amade bûn.

Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yusuf a axaftinek kir got:  “Em tevayî şehîdên di berxwedana Hesekê de cih girtin bi bîr tînin û li hember wan bejna xwe ditewînin. Hesekê bi yekîtiya gelên Kurd, Ereb, Suryanî û Asûrî ji çeteyên DAIŞ hat azadkirin.”

Piştî civînê Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê ya Hesekê hat ziyaretkirin.

...