Şahîn: Aştî bi qedexekirinê nayê
Parlamentera HDP'ê ya Dêrsimê Edîbe Şahîn, herêmên qedexekirî yên weke 'herêmên ewlekariyê yên taybet' hatin îlankirin, ziyaret kir.
Parlamentera HDP'ê ya Dêrsimê Edîbe Şahîn, herêmên qedexekirî yên weke 'herêmên ewlekariyê yên taybet' hatin îlankirin, ziyaret kir.
Parlamentera HDP'ê ya Dêrsimê Edîbe Şahîn, herêmên qedexekirî yên weke 'herêmên ewlekariyê yên taybet' hatin îlankirin, ziyaret kir. Şahîn got, "Gel bi biryar e. Dibêje 'em ê ji cih û warên xwe dernekevin, em ê zozanên xwe neterikînin'."
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Dêrsimê Edîbe Şahîn zozanên qedexekirî yên weke 'herêmên ewlekariyê yên taybet' hatin îlankirin, ziyaret kir. Şahîn piştî serdanê ji ANF'ê re axivî.
Şahîn gotina 'eger pêwîstî bi lêborînê hebe ez lêborînê dixwazim' a hikûmeta AKP'ê bibîr xist û got, "Xwestina lêborînê bi qedexeyan nabe. Ev sê sal bûn bêhn hatibû ber Dêrsimê. Gelê me jî bi coşeke mezin ji bo vegera li gundên xwe, dest bi amadekariyan kiribû. Der barê vegera li gundan de hikûmetê jî ji aliyê xwe ve polîtîkayên li ser vegera li gundan dimeşand. Çavkaniya debarê ya gelê Dêrsimê çandinî û sewalkarî ye. Gelê me yê bi sewalkariyê re mijûl dibe debara xwe li zozanan dike. Di nava vê salê de ji bo zozanan îhale hat kirin, lê mirovên me yên derdikevin zozanan îsal li zehmetiyan rast hatin. Konsepta şer li 14 herêmên bajarê me bi cih tê anîn û bi vê yekê re hem vegera li gundan hem jî gelê me yê çandinî û sewalkariyê dike, xist nava rewşeke zehmet."
'EM Ê BIMIRIN LÊ ZOZANÊN XWE NETERIKÎNIN'
Şahîn anî ziman ku ew çûne zozanan û ji bo çareseriya pirsgirêkê ketine nava hewldanan û got, "Gel di vê mijarê de bi israr e. Dibêje 'em ê ji cih û warên xwe dernekevin, em ê zozanên xwe neterikînin'. Weke ku tê zanîn li herêma me tûrîzma xwezayê jî heye. Herêmên ewlekariyê yên taybet zerarê didin vê jî. Yanî herêmên ewlekariyê yên taybet, ji vegera li gundan heta karên çandinî, sewalkarî û tûrîzma xwezayî di gelek nuqteyan de astengiyan derdixînin pêşiya gelê me. Ji ber vê yekê em dixwazin herêmên ewlekariyê yên taybet tavilê werin rakirin."
'PÊWÎSTE MUTABAQATA DOLMABAHEÇEYÊ QANÛNÎ BIBE'
Şahîn got, "Ev 40 sal in em dibînin ku ev rêbaz bi tenê bêhêvîtî û xizaniyê dide gel. Bi qedexeyan re ne demokrasî ne jî aştî tê. Ev 40 sal in em bi qedexeyan re tên bi rêve birin. Ji ber vê yekê em qedexeyan careke didin didin bibîxistin û pêvajoya 40 salan tînin pêş çavan" û destnîşan kir ku divê şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên lê tê ragirtin, werin guhertin.
Şahîn diyar kir ku divê dest ji konsepta şer were berdan û got, "Divê mutabaqata Dolmabahçeyê hîn bêhtir were pêşvebirin. Divê mutabaqata Dolmabahçeyê qanûnî bibe. Lewma divê hevdîtinên bi Îmraliyê re ji cihê sekiniye dewam bike û tevî vê yekê heyeta Şopandinê bikeve dewrê. Girîng e pêvajo bi zelalî û di nava mercên azad de dewam bike."