2 kes li Wanê hatin girtin

Midûrê Karê Fenê yê Şaredariya Artemêtan Ûgûr Cîhan û Amîrê Garajê Îsmaîl Kutukoglû hatin girtin.

Midûrê Karê Fenê yê Şaredariya Artemêtan Ûgûr Cîhan û Amîrê Garajê Îsmaîl Kutukoglû hatin girtin.

Li Wanê piştî bûyerên 9’ê Tebaxê yên li Taxa Şehîd Firat a navçeya Artemêtan, ku operatorê kepçeyê yê Şaredariya Artemêtan Firat Çarti hat binçavkirin, paşê têkildarî bûyerê Amîrê Garaja Şaredariyê Îsmaîl Kutukoglu û Midûrê Karê Fenê Ûgûr Cîhan hatin binçavkirin. Piştî îfadeyên li midûriyeta polîsan Firat Çarti ku li midûriyeta polîsan hat berdan, Cîhan û Kutukoglû sewqî dozgeriyê hatin kirin.

Piştî lêpirsîna li dozgeriyê Cîhan û Kutukoglû yên sewqî edliyeyê hatin kirin bi îdîayên “Bi zanebûn alîkarî dane rêxistine” û “endamên rêxistina terorê ne” hatin girtin.