Yuksekdag: AKP'ê li hemberî gel şer daye destpêkirin

Heyeta HDP'ê ya Hevseroka Giştî Fîgen Yuksekdag û Ertugrul Kurkçu jî di nav de bûn hatin Silopiyayê û malbatên welatiyên jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin.

Heyeta HDP'ê ya Hevseroka Giştî Fîgen Yuksekdag û Ertugrul Kurkçu jî di nav de bûn hatin Silopiyayê û malbatên welatiyên jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin. Yuksekdag li vir got; "AKP'ê li hember gelê ku ew ji desthilatdariyê xistine şer daye destpêkirin. Lê binêrin ev der ew dere ku gelê Şirnex ê bi rûmet û welatparêz AKP kiriye partiya tabelayê."

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê piştî ku 7'ê Hezîranê polîsan xwest xendekên welatiyan ji bo parastina cewherî ya li hember girtin û binçavkirinan bigire ciwan û gel nehiştibû polîs û wesayîtên zirxî bikevin taxê û di encama pevçûnan de 3 welatî hatibûn qetilkirin, bi dehan welatî hatibûn birîndarkirin û welatiyên ku birîndar birine nexweşxaneyê hatibûn binçavkirin û îşkence li wan hatibû kirin. Heyeta HDP'ê ya 3'yemîn ku ji Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag, Berdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan û Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu, Parlamenterên HDP'ê yên Mêrdînê Gulser Yildirim û Erol Dora, Hevşaredara navçeya Yenişehirê ya Amedê Ulku Baytaş pêk tê ji bo malbatên xizmên wan hatine qetilkirin, birîndarkirin û binçavkirin her wiha êrîşên polîs û tîmên taybet ên li hember taxa Zapê lêkolîn bike hatin Silopiyayê. Beriya ku heyet malbatan ziyaret bike û li taxa Zapê lêkolînan bike li avahiya HDP'ê ya Silopî bi Parlementerên HDP'ê yên Şirnex Faysal Sariyildiz, Ferhat Encu, hevşaredarên herêmê, hevserok û rêveberên HDP û DBP'ê yên herêmê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û gel re hatin cem hev. Li vir Parlamenter Sariyildiz der barê bûyer û êrîşên polîsan yên li Silopiyayê agahî dan heyetê. Piştre Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag got ku AKP'ê li hember gelê ku ew ji desthilatdariyê xistine şer daye destpêkirin û wiha axivî; "Lê binêrin ev der ew dere ku gelê Şirnex yê bi rûmet û welatparêz AKP kiriye partiya tabelayê. Li vir hêza rewa ew ku wekîlên gel hilbijartine û hêza ne rewa  jî AKP û destbirayên wê yên siyasî û qesr û saziyên qesrê ne."

'AKP Û QESRÊ HÊZA GEL NEDÎTIN'

Yuksekdag bi lêv kir ku piştî 7'ê Hezîranê AKP têk çûye lê vê yekê hezm nake û axaftina xwe wiha berdewam kir; "AKP'ê di 7'ê Hezîranê de dixwest desthilatdariya wê zêdetir bibe. Dixwestin ne tenê desthilatdariya partiyekê, desthilatdariya zilamekî pêk bînin. Li gelek deveran bi taybetî li Kurdistanê pêşiya Erdogan vîna gel girt. Tinebûna xwe ya li herêmê hezm nekir, têkçûyîna xwe û serkeftina HDP'ê ya li herêmê hezm nekir. Li hember xwe hêza demokratîk hezm nekir. AKP'ê û Qesrê bi salan e hêza gel nedîtin. Xwestekên gel nedîtin."

Yuksekdag anî ziman ku şerê taybet yekemîn li Şirnex hatiye destpêkirin û axaftina xwe wiha domand; "Li vir kontr-gerîla hatin avakirin û bikaranîn. Li Şirnexê Jitemê bi salan xwe rêxistin kir û komkujî pêk anîn. Ji salên 90'î heya niha gelê herêmê ji demokrasî û aştiyê gav paşve neavêtiye. Nekarîn vê xwesteka demokrasî û aştiyê reş bikin. Îro jî ev gel destûrê nade tarîkirina demokrasî û aştiyê. Di van şert û mercên giran de baweriya me bi mafdariya gelê me heye."

'AKP'Ê EV GEL WEKÎ WELATIYÊN VÊ AXÊ NEDÎT'

Yuksekdag da zanîn ku divê AKP bifikire ku ji ber çi vî gelî tenê parlementerek nedayê û wiha dirêjî da axaftina xwe; "Divê AKP hesaba 'çima gelê Şirnex deng neda min' bike. AKP'ê birînên gel ne kewandin. Tiştên ku bi şerê taybet yên li ser vî gelî hatine meşandin nedîtin. Ev gel weke hemwelatiyê vê axê nedît. Hê jî weke polîtîkayên salên 90'î dibêje hûnê hêza Tirkan bibînin. Vî gelê ji bo ku nasnameya xwe, çanda xwe bijî bi salan e berdêl dan û wê hê jî li ber xwe bide."

Yuksekdag destnîşan kir ku dawîkirina pêvajoya aştiyê û careke din destpêkirina şer AKP'ê daye destpêkirin û wiha pêde çû; "AKP û qesr hilbijartinên ku bi îradeya gel pêk hatine qebûl nake. Ev 2 sal in we amadekariya şer gelê me jî amadekariya aştiyê dikir. Gelê me digot wê piştî 7'ê Hezîranê aştî pêk were lê we amadekariyên xwe kirin û li hember gelê me şer da destpêkirin. Di vî şerê de berpirsyarê hemû jiyana gerîla, leşker û polîsan hûn in."

'YÊN SALÊN 90'AN LI KU NE EW Ê JÎ BIÇIN WIR'

Yuksekdag di berdewama axaftina xwe de got ku li ber nexweşxaneyan welatiyan qetil dikin, zarokan dikujin lê hûn ji wan bipirsin wê bibêjin ji bo ev şer ji bo welat e ji bo gel e û ev tişt li axaftina xwe zêde kirin; "Cihê kesên ku van tiştan dikin diyar e, sergoya dîrokê ye. Yên salên 90'î li ku ne, ev jî wê biçin wir. Gel êdî ne gelê salên 90'î ye sal jî ne salên 90'î ne. Em destûrê nadin ku hûn nirxên me yên demokratîk qetil bikin. Em destûrê nadin vî şerê desthilatdariyê. Heya niha hêza gel fêm nekirin lê wê ji îro û pêde hêza gel bibînin. Ev hêza gel wê pêşeroja me li me bide bidestxistin. Me hêza cehwerî li Silopiyayê dît."

Piştî Yuksekdag, Berdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan û Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Ertugrul Kurkçu jî axivî û sersaxî ji hemû gelê Silopiyayê re xwest. Kurkçu bi lêv kir ku welatiyên jiyana xwe ji dest dayîn li hember zilm, neheqî û rejîma ne rewa li ber xwe dane û wiha dirêjî da axaftina xwe; "Van hevrê û birayên me nîşanî me da ku mirov dikare li hember vê rejîma zilmdar û ne rewa li ber xwe bide. Divê em ji wan paşve nemînin. Divê em têkoşîna wan fêm bikin, fêr bibin, bijîn û bidin jiyîn."

'EV REJÎM NE REWA YE'

Kurkçu diyar kir ku rojek kêm an jî zêde ew wê vê rejîma zilmdar rêkin dera ku heq kirine û wiha pêde çû; "Cîhan hemû dizane ev rejîm zilmdar e. Em hemû dizanin ev rejîm ne rewa ye. Vê yekê herî baş Recep Tayyîp Erdogan dizane. Mafê Erdogan tine ye ku van tiştan bike. Mafê wî tine ye ku dîrektîfan bide AKP'ê. Di eslê xwe de di naverastê de hikumetek tine ye. Vî gelê di 7'ê Hezîranê de peywira vê hikumetê bi dawî kir."

Piştî axaftinan heyet çû serdana malbatên Ûlaş, Bilin û Tamboga. Di serdana malbata Tamboga de dayîka Tamboga, Zeynep Tamboga got ku dema kurê wê çûye mala cîranê wan a dişewitîne vemirîne hatiye qetilkirin. Dayik Tamboga anî ziman ku ger ev êrîş û zordestî berdewam bikin ew wê zarokên xwe bibin û biçin Cûdî. Kurê Ulaş, Şahin Ulaş jî got ku ji bo ku ti zarokek din nemînin bê bav bila ev şer raweste.

Piştre heyet bi meşê çû Qada Zapê ya ku li taxa Zapê ye. Yuksekdag li vir jî axaftinek kurt kir ku got; "Em ti dem we bi tenê nahêlin."

Piştre heyet ji Silopiyayê veqetiya.