KJK: Îlana xwerêveberiyê di rêya demokratîkbûnê de gaveke girîng e

KJK: Li Şirnex, Cizîrê, Silopiya û Nisêbînê îradeya di îlana xwerêveberiyê de derket holê, divê wek di rêya demokratîkbûnê de gaveke girîng bê fêmkirin û destekkirin.

Koordînasyona KJK’ê got: “Daxuyaniya meclîsên gel ên li Şirnex, Cizîrê, Silopiya û Nisêbînê ya wê ji niha û pê ve saziyên dewletê nas nekin û xwerêveberiya xwe  pêş bixin wek KJK em silav û destek dikin. Ev îradeya hatiye nîşandan divê wek di rêya demokratîkbûnê de gaveke girîng bê fêmkirin û destekkirin.”

Koordînasyona KJK’ê ya daxuyaniyeke nivîskî weşand diyar kir ku hikûmeta AKP’ê ya li hember gelê Kurd û tevgera wê azadiyê şerê topyekûn îlan kiriye di polîtîkaya îmha û înkarê de israr dike.

Koordînasyona KJK’ê got: “Armanca fetisandina perspektîfa çareseriyê ya di pêşengiya Rêber Apo  de bi kedên mezin derket holê; nîşan dide ku AKP ji zîhniyeta qirker a sedsalî qet qut nebûye. Berevajî AKP’ya bi çeteyên DAIŞ’a faşîst re heman zîhniyetê parve dike, polîtîkayên qirkirinê yên li hember gelê Kurd kûr dike û derxistiye asteke jortir.”

Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku desthilatdariya AKP’ê ya li hember tevgera azadiyê ya di pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi pêkanînên qirkirina ziravkirî negihişt armanca xwe îfadeyên herî çors ên zîhniyeta qirker kirine dewrê.

Koordînasyona KJK’ê da xuyakirin ku AKP bi temamî teroreke dewletê dimeşîne û di nav şaşîtiya ku wê îradeya jiyana azad a gelê Kurd bê şikandin de ye. Koordînasyona KJK’ê wiha dewam kir: “Lê belê di serî de jinên Kurd tevayî gelê me biryar û îradeya avakirina jiyana xwe ya azad û parastina hebûna xwe gelek caran daniye holê. Ev îrade û hêz ti carî nikare bê tinekirin. Hikûmetên TC ên li pey ji tasfiyeyê nikarin xwe rizgar bikin ku di fêmnekirinê de bi israr in ev e. Dema AKP jî vê rastiyê fêm neke wê bi awayekî giran heman qederê bijî.

Lê mixabin AKP ya ku bi hemû hêza xwe li hemberî çareseriya demokratîk li ber xwe dide, hêviyan ji pêkanînên qirkirinên siyasî û çandî dike. Bi êrîş û cinayetên ku ti ferqa xwe ji DAIŞ’ê nînin yên li ser gelê me dike re dixwaze îradeya azadiya Kurdan teslîm bigire. Ji ber vê yekê ye ku di van rojan de li dû hev li Silopî, Cizîr û Geverê terora dewletê tê meşandin, bi êrîşên mina DAIŞ’ê gelê me qetil kiriye. Dîsa di çarçoveya heman konseptê de şevê din li navçeya Giyadîn a Agiriyê êrîş kiriye û sê mirovên me qetil kirin. Polîsên AKP’ê du kesên di temenê zarokan de gulebaran kiriye û qetil kiriye, mirovên me yên din ê qetil kirin, bi panzeran li erdê kaş kirine.

Hikûmeta AKP’ê bi vî awayî nîşan daye ku bi temamî ji demokrasiyê re girtiye, dixwaze vê sîstema faşîst, otorîter, yekperest, navendperest û antîdemokratîk hîn kûrtir bike, lê ji vê qonaxê û pê ve ev yek hatiye rewşa ku bi ti şêweyî neyê qebûlkirin. Li hemberî sîstema zîhniyeta dagirker, mêtinkar û qirker ji Kurdan re ji derveyî xwerêvebirinê zêdetir ti alternatîf nemaye. Lewra tenê dikare ji xwecihî pêşxistina demokasiya xwe ji faşîzma navendperest re bêje êdî bes e.

Xwerêvebirin jî tê wateya parastina hebûna xwe û avakirina jiyana xwe ya azad. Di vê çarçoveyê de pêwîste gelê me hemû jiyana xwe bi xwe rê ve bibe, ji bo vê jî hemû mekanîzmayên demokratîk ên pêwîst divê ava bike, divê li hemberî êrîşên dewleta AKP’ê xweparastina xwe pêş bixe. Li cihê ku saziyên fermî rewabûna xwe winda kir, ji pêşxistina xwerêxistinkirin, xwerêvebirin û xweparastinê rewatir, xwezayîtir û piroztir ti mafek din tine ye.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku weke KJK daxuyaniyên meclîsên gel ên Şirnex, Cizîr, Silopî û Nisêbînê yên gotine ji vir û pê ve saziyên dewletê nas nakin û xwerêvebirina xwe pêş bixin, silav dikin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Divê ev îradeya hatiye nîşandan di rêya demokratîkbûyînê de wek gaveke girîng were fêmkirin û destekkirin. Lewra li hemberî planên faşîzan ên AKP ya ku qestî îradeya gelên li Tirkiyeyê dike, yekbûna hêzên demokrasiyê di eniyeke hevpar de ji her demê zêdetir wek derman e. Demokrasî bi tena sere xwe bi berxwedaneke pasîf pêk nayê. Demokrasiya rast avakirina bi bandor dide pêwîstkirin. Di vê çarçoveyê de em di serî de bang li jinan, gelê Kurd û hemû hêzên demokrasiyê dikin ku li derdora têkoşîna înşayê bibin yek û li hemberî faşîzmê bisekinin.”