Baroya Amedê: Dewletê li Giyadînê 2 zarokên bê guneh qetil kir
Li navçeya Giyadîn a Agirî ku dewletê sîvîl qetil kirin, Baroya Amedê nerazîbûn nîşan da û xwest tavilê operasyonên leşkerî û pevçûn bi dawî bibin.
Li navçeya Giyadîn a Agirî ku dewletê sîvîl qetil kirin, Baroya Amedê nerazîbûn nîşan da û xwest tavilê operasyonên leşkerî û pevçûn bi dawî bibin.
Li navçeya Giyadîn a Agirî ku dewletê sîvîl qetil kirin, Baroya Amedê nerazîbûn nîşan da û xwest tavilê operasyonên leşkerî û pevçûn bi dawî bibin.
Serokê Baroya Amedê Parêzer Tahîr Elçî, têkildarî înfaza du zarokên li navçeya Giyadîn a Agirî ji aliyê dewletê ve daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Parêzer Elçî bi bîr xist ku piştî êrîşa çekdarî ya li navçeya Giyadîn a Agiriyê li hember qereqoleke jendermeyan, di encama gulebarana hêzên dewletê de du zarokên bi navê Emrah Aydemîr (16) û Orhan Aslan (18) jiyana xwe ji dest dan. Parêzer Tahîr Elçî wiha got:
'DIVÊ TAVILÊ PÊVAJOYA SIVÎL JÊ BANDOR DIBIN BÊ DAWÎKIRIN'
“Li gorî lêkolîn û tespîtên Serokê me yê Baroya Agirî Alî Artûk û hempîşeyê me yên Baroya Agirî li navçeya Giyadîn cihê bûyerê kirin; ji ber sedema pevçûneke çekdarî ya tê gotin ku di navbera hêzên dewletê û milîtanên çekdar de rû daye, bi hemû tiştên xwe ji bo karê xwe yê firinê de bikin û ji bo canê xwe xelas bikin xwe spartine firina ku lê dixebitin û di encama gulebarana hêzên dewletê yên li pêşiya firinê jiyana xwe ji dest didin.
Ji ber sedema pêvajoya bi pevçûn a salên 1990’an û binpêkirinên mafan ên zêde rû didin rê li ber travmayên mezin ên civakê vekiriye, tevî ku ew birîn vekirîne û xwîn ji wan tê jî, di pêvajoyeke ku wek civak hewldana başkirina van birînan hebû, em dixwazin ev pêvajoya ji nû ve destpê kir û hê zêdetir sivîlên bê guneh jê bandor dibin (şîdet, pevçûnên çekdarî û operasyonên leşkerî) pêwîste tavilê bên dawîkirin û em di vê mijarê de banga xwe dubare dikin.”
Parêzer Elçî jî diyar kir ku wê bibin şopdarê înfaza bê daraz a li Giyadînê û got, “Em li bendê ne ku bûyer ji aliyê meqamên edlî û îdarî ve bi awayekî bilez û bi bandor bê lêpirsînkirin û der barê berpirsyaran de lêpirsîna pêwîst bê destpêkirin.”