KNK: Em vê rûreşiya li hember 6 şervanên YPG´ê pêk hatiye bi tundî şermezar dikin
Dewleta Tirk ku 6 şervanên YPG’ê yên birîndar radestî çeteyên El Nusrayê kir, KNK’ê ev helwesta dewleta Tirk bi tundî şermezar kir.
Dewleta Tirk ku 6 şervanên YPG’ê yên birîndar radestî çeteyên El Nusrayê kir, KNK’ê ev helwesta dewleta Tirk bi tundî şermezar kir.
Dewleta Tirk ku 6 şervanên YPG’ê yên birîndar radestî çeteyên El Nusrayê kir, KNK’ê ev helwesta dewleta Tirk bi tundî şermezar kir û bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê, Koalîsyona Navneteweyî kir ku der barê dewleta Tirk bikevin nav tevgerê.
Konseya Rêveber a KNK’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku dewleta Tirk li hember Kurdan şereke qirêj dimeşîne û di vî şerê qirêj û gemar de ti rê û rêbazan nas nake. Di vî varî de li hember Kurdan û mirovahiyê sûcê pir mezin jî pêk tîne.
KNK’ê got: “Ji ber ku li hember vê zilmê dengek ji dinyayê dernakeve, Devleta Tirk hê bêtir har û din bûye û mafê jiyanê nade Gelê Kurd û bi hovîtî êrişî Gele Kurd dike. Bi taybetî Tayyip Erdoğan, dixwaze tola hilbijartina 7´ê Hezîrana 2015´an ji Gelê Kurd bistîne. Ji bo vê yekê jî, hikûmeta AKP´yê dest bi şereke nû kir. Li Pirsûsê 32 ciwanên sîvîl ên bê sûc û bê guneh qetil kir. Piştre li Başûrê Kurdistanê gundê Zergelê bombebaran kir. Jin û zarok jî di nav de, 8 kesên sîvîl kuştin. Di çarçoveya qirkirina siyasî de bi hezaran Kurd binçav kirin û bi sedan kesên Kurd jî girtin û avêtin zîndanan.
Hikûmeta AKP´ê bi leşker, polîs, notirvan, cerdevan, dîplomat, çapemenî û bi hevkar û hevalbendên xwe ve, vî şerê qirêj dimeşinê. Her roj li hember mirovahiyê sûcên nû dike. Di 5´ê Tebaxa sala 2015´an de li hember mirovahiyê sûceke pir mezin kir.
Di şerê Kobanê yê li dij DAIŞ´ê de şervanên YPG Ehmed Şêrko, Omer Qadir, Rêber Seyho, Ehmed Helûm, Cemal Ehmed ve Beşîr Mihemed, birîndar bûbun. Ji bo dermankirinê, di Deriyê Murşitpinarê re bi destûra Devlata Tirk, derbasî Tirkiyeyê bûbûn. Di mêvanxaneya Navenda KESK´ê ya Enqereyê de derman dibûn. Lê mixabin, ev bi vî halê xwe yê birîndar rastî êrişên polîsên dewletê hatin. Polîsên Tirk bi êrîşeke hovane ew binçav kirin. Dozger ifadeya wan girt, biryara berdana wan da. Li gor qanûnên dewleta Tirk û li gor rêgezên navneteweyî diviyabû, Serbest bihatana berdan û bi paş ve nehatana şandin. Lê dewleta Tirk çawa ku bi awayekî dijminane nêzîkî gelê Kurd dibe, bi wî awayî nezîkî wan şervanan jî bû. Qanûnên xwe yên hundir binpê kirin û polîtîkaya xwe ya qirêj li hember wan şervanan jî da meşandin. Di Deriyê Cilvegozê (Bab El-Hewa) de, ew radestî dijminên YPG, rêxistina Selefî ya girêdayê El Qaîde, El Nusrayê kirin. Bêguman ew radestî mirinê kirin. Dewleta Tirk, careke din Peymana Yekîtiya Neteweyan, peymana Yekîtiya Ewropayê û peymanên Cenevreyê binpê kirin. Ev yek sûcekî mirovahiyê ye. Di heman demê de jî sûcekî navneteweyî ye. Divê xwediyên vê kiryarê di dadgehên navneteweyî de hesabê vê yekê bidin!
Dewleta Tirk heta niha têkiliyên xwe û hêzên terorîst, yên wek DAIŞ´ê û El Nusrayê înkar dikirin. Dewleta Tirk bi vê kiryara xwe ya qirêj, careke din tekiliyên xwe yên bi hêzên terorîst re, bi taybetî, bi El Nusrayê û DAIŞ´ê re aşkera kir. Hêzên wek DAIŞ û El Nusrayê ne tenê dijminên gelê Kurd in, her wiha dijminên gelê Rohilata Navîn in jî. Ev hêz dijminên mirovahiyê ne. Dewleta Tirk jî hevparê wan e.
Em wek KNK, vê kiryara qirêj, vê rûreşiya ku li hember 6 şervanên YPG´ê pêk hatiye, bi tundî şermezar dikin.
Em, bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê, Koalîsyona Navneteweyî dikin û dibêjin: Dewleta Tirk peymanên navneteweyî binpê kirine û li dijî mirovahiyê tawanbar e. Divê di vî varî de lêpirsînek bê despêkirin.
Ji ber ku van şervanên YPG´ê, ji bo mirovahiyê li hember DAIŞ´ê şerkirine, divê raya giştî ya demokratîk li wan xwedî derkeve û li ser encama wan raweste."