Karayilan: AKP'ê şaşîtî kir, wê berdêleke giran bide
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku AKP'ê bi êrîşên 24'ê Tîrmehê re şaşîtiya herî mezin a dîroka xwe kiriye û destnîşan kir ku wê berdêla van êrîşan bi giranî bide.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku AKP'ê bi êrîşên 24'ê Tîrmehê re şaşîtiya herî mezin a dîroka xwe kiriye û destnîşan kir ku wê berdêla van êrîşan bi giranî bide.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku AKP'ê bi êrîşên 24'ê Tîrmehê re şaşîtiya herî mezin a dîroka xwe kiriye û destnîşan kir ku wê berdêla van êrîşan bi giranî bide.
Karayilan duh êvarê bû mêvanê bernameyeke Stêrk TV û bersiv da pirsên Rosîda Mêrdîn.
Karayilan salvegera 31. a Pêngava 15'ê Tebaxê nrixand û destnîşan kir ku gerîlayên Kurdistanê îro bûne hêviya gelên Rojhilata Navîn. Karayilan da zanîn ku tevgera gerîla ji gelek demên zehmet re derbas bûye û anî ziman ku wan di nava 31 salan de li hemberî mercên bê eman û êrîşên dijwar li ber xwe dane, bûne xwedî tecrûbe û veguherîne hêzeke êdî têk naçe.
Karayilan got, "Eger gerîlayên PKK'ê nebûna, bi navê Kurdbûyînê tiştek nedima. Wê komkujiyên herî giran û dijwar bi ser gelê me de bihata. Mînaka herî dawî Şengal e. Belê li wê derê komkujiyeke hovane pêk hat, lê gerîlayên me 150 hezar mirov ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin û pêşî li mezintirîn komkujiya sedsalê girtin."
'DEWLETA TIRK BI ÊRÎŞA LI HEMBERÎ ME RE DAIŞ'Ê DIPARÊZE'
Karayilan der barê konsepta şer a dewleta Tirk di 24'ê Tîrmehê de daye destpêkirin daxuyaniyên girîng da û bi kurteberkirina pêvajoya bi Newroza 2013'an destpê kir re ev xal destnîşan kir:
"Em bi peyama Rêberê xwe ya di Newroza 2013'an de hat aşkerakirin re girêdayî ne. Hînê jî em di heman rewşê de ne. Lê belê AKP'ê êrîşî me kir û dawî li agirbestê anî. Ji bo vê yekê jî, kuştina 2 polîsan li Serêkaniyê ji aliyê komeke ne bi me ve negirêdayî, hincet nîşan dan. Halbûkî berî wê bûyerê şer dabûn destpêkirin. Li Pirsûsê qetilkirina 31 ciwanan, komkujiyek ji aliyê dewletê bi xwe ve hatiye kirin, e. AKP'ê ji sala 2013'an û vir şer qet nesekinand. Me li Bakurê Kurdistanê agirbest îlan kirin, lê wan bi destê DAIŞ'ê êrîşî Rojava kirin û şer îlan kirin.
Her kes dizane, di berxwedana Rojava de rola gerîla heye. Ji Kerkûkê heta Şengal, Kobanê, gerîla di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de rol lîstiye. AKP bi êrîşa li hemberî gerîla re dixwaze me li hemberî DAIŞ'ê qels bike, DAIŞ'ê jî rehet bike. Dewleta Tirk naxwaze em li hemberî DAIŞ'ê şer bike. AKP û DAIŞ ji aliyê îdeolojîk ve xizmên hev in. Dixwaze ji cîhanê re bêjin 'Vaye ez li dijî DAIŞ'ê şer dikim', lê kes ji vê bawer nake. Her kes dizane vana bi DAIŞ'ê re çi dikin.
Bi taybetî piştî azadiya Til Ebyadê di hedefê de Cerablûs û Reqqa hebûn. Reqqa bikeve, wê DAIŞ biqede. AKP ji ber ku bi vê dizanîbû, mudaxle kir û hewl dide YPG derbasî aliyê din ê Firatê nebe. Bi DAIŞ'ê re peymana wan heye. Bi êrîşa li hemberî me re dixwaze DAIŞ'ê biparêze."
'WÊ BERDÊLA WÊ BI GIRANÎ BIDIN'
Karayilan destnîşan kir ku AKP'ê bi êrîşên 24'ê Tîrmehê re mezintirîn şaşîtiya dîroka xwe kiriye û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Erdogan bi qumarê dilîze. Heyeta dewletê ev sê meh in li Îmraliyê bi Serok Apo re hevdîtinê dike. Dixwazin bikin ku Serok Apo paşve gav biavêje. Lê belê Serok Apo li ber xwe dide. Ev şerekî vînê ye. Dixwazin me qels bikin û li Îmraliyê ji Serok Apo tawîzê bigirin. Dixwazin me jî teslîm bigirin. Lê belê em ne acemî ne. Em şerekî vînê dimeşînin, tecrûbeya me heye û em gelekî baş dizanin ku em ê çi bikin. Wan bi êrîşa li hemberî me re şaşîtiyeke mezin kirin. Keda Serok Apo ya ji bo çareseriyê tine hesibandin. Û wê berdêla vê jî bi giranî bidin."
'DI ŞERÊ 19 ROJAN DE ZÊDEYÎ 250 WINDAHIYÊN ARTÊŞA TIRK HENE'
Karayilan der barê êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî qadên gerîla de agahî da û got, "Bi gotinekê dikarim bêjim; êrîş fiyako ne. Dibêjin me di şevekê de li 400 nuqteyan xistin. Heta niha me li Herêmên Parastinê yên Medyayê 11, li Bakurê Kurdistanê 11 şehîd dane. Piraniya van hevalên me yên şehîd ketine, fedaî ne. Û li gundê Zergelê 8 mirovên me yên sivîl şehîd ketin. Bi giştî 30 şehîdên me hene û bi qasî wê hejmarê birîndar. Lê belê dewleta Tirk windahiyên xwe vedişêre. Em ne meraqdarên kuştinê ne, lê belê li gorî belgeyên li ber destê me di şerê 19 rojan de zêdeyî 250 windahiyên wan hene. Bi tenê 24 windahiyên xwe aşkera kirin, derewan dikin."
LI DIJÎ ME ÊRÎŞ HEYE
Karayilan da zanîn ku şerê heta niha dewam dike şerekî parastinê ye û bi vî rengî bersiv da bangên ji bo agirbestê:
"Em li êrîşê rast tên. Aliyê dijber dibêje 'ez ê we tine bikim'. Em jî xwe diparêzin. Şerê em bi plankirî û bi kontrol dewam dike. Divê vê yekê bêjim; me hînê plana xwe ya şer nexistine dewrê. Em bi tenê çalakiyên bersivdayînê pêk tînin. Bêguman ez ê li vir behsa tiştên ku em ê bikin, nekim. Lê dikarim vê bêjim; wê hesabê vê êrîşa li hemberî me gelekî bi giranî bidin. Dixwazim ji hemû sazî û hêzên banga agirbestê li me dikin, bi taybetî jî ji DYA re dixqwazim vê bêjim; yê ku şer daye destpêkirin ne em in. Vaye Erdogan bi xwe aşkera kir, 'dibêje heta kesê dawî nemîne em ê dewam bikin'. Em ji bo çareseriyê li ber xwe didin. Eger pêvajoyeke cidî û samîmî ya muzakereyê destpê bike, em ji vê re amade ne. Ji bo me, beriya her tiştî ji bo karibe muzakereyê bike şert û mercên Rêber Apo divê werin sererastkirin. Mîna Mandela divê di nava mercên azad de karibe muzakereyê bike. Agirbesteke her du aliyan a zeximkirî pêwîst e. Û ji bo şopandina vê pêvajoyê divê komîteyek were avakirin. Heyeta Şopandinê wê hingî bişopîne bê kê dest bi şer kiriye. Lê eger mîna berê bêjin 'agirbestê îlan bikin, em ê dûre rewşê binirxînin', hingî ti wateyeke xwe ya pêvajoyeke bi vî rengî nîne."
Karayilan diyar kir ku ew bangên ji bo agirbestê û çareseriyê hêja dibînin û da xuyakirin ku Erdogan bangên aştiyê red dike. Karayilan destnîşan kir ku eger wê çareseriyek bê kirin, divê zext beriya her tiştî li Enqereyê bê kirin.
'DIVÊ GEL XWE BIPARÊZE'
Karayilan êrîşên li hemberî gel jî nirxand û got, "Divê gel xwe biparêze. Divê nebêje bila gerîla were me biparêze. Gerîla bi çalakiyên bersivdayînê re wê we biparêze. Lê belê hûn jî xwe biparêzin. Deh hezar kes dikare xwe biparêze. Gerîla ne li bajêr e, li çiyê ye. Bi tenê ji bo bersivdayîna li komkujiya li Silopiyayê komek ji gerîlayên pispor çû û çalakiyek pêk anî, 6 tîmên taybet hatin kuştin. Ji bilî wê gerîla li bajêr nîne. Bila gel nehêle polîs bikeve nava tax û kolanan. Ji ber ku polîs tê li wir komkujiyê dikin, zarokan dikujin."
Karayilan çalakiyên fedaî yên li Pozanti û Stenbol Sûltanbeyliyê nirxand û got, "Bi yekîneyên ser bi Tabûra Nemiran re têkiliyeke me ya rojane nîne. Lê belê divê çalakiyên bi vî rengî nebin. Divê çalakî li ser encamgirtin û xwe fedakirinê neyê plankirin. Divê çalakî li ser encamgirtin û bi awayekî ewle derketina ji cihê çalakiyê bê plankirin. Bêguman Tabûra Nemiran ji fedaiyên di asteke gelekî cuda de ne, pêk tê."