Leşkeran li Cizîrê gel gulebaran kirin

Di çalakiya li hemberî Fermandariya Garnîzona Leşkerî ya Cizîrê de leşkerek birîndar bû, piştî çalakiyê leşkeran gel gulebaran kir. Di êrîşê de gelek gule bi wesayît û mala Hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç ket.

Li navçeya Cizîrê li dijî Fermandariya Garnîzonê ya Cizîrê bi çekên lûledirêj çalakî pêk hat. Di çalakiyê de leşkerekî nobet digirt birîndar bû. Piştî çalakiyê leşkeran rasterast gulebaran kirin. Dema çalakiyê Hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç diçû mala xwe ya nêzî garnîzonê û leşker û polîsan wesayîta Tunç jî gulebaran kirin. Di gulebaranê de 3 gule bi wesayîta wî ketin û 3 gule jî bi mala wî ket. Leşkerê birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Hevserokê HDP'ê yê Cizîrê Alî Akdenîz û rêveber, hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret û gelek kes çûn serdana Tunç û agahî girtin.

Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yukselli ber mala Tunç daxuyanî da û diyar kir ku êrîşekî qirêj li dijî Tunç pêk hatiye û xwestine wê înfaz bikin. Yuksel bilêv kir ku AKP'ê bi konsetpa şer hemû gel kiriye hedef û ew êrîşê şermezar dikin.