Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em sala 32'an a Pêngava 15'ê Tebaxê ya nav û deng, ku Cejna Vejîna Gelê me ye, bi biryardariya azadî û serketinê pêşwazî dikin, Cejna Vejînê di serî de li Rêber Apo yê di afirandina vê vejînê de xwedî kedeke mezin e, li tevahiya gelê me, hevrêyên xwe yên li zîndanan û hemû qadên têkoşînê, li dostên xwe pîroz dikin. Di şexsê fermandarê leheng hevrê Egîd de hemû şehîdên xwe yên têkoşînê bi rêzdarî bibîr tînin."
Navendê destnîşan kir ku Pêngava 15'ê Tebaxê, li dijî tinekirin û koledariya hêzên mêtînger ferz dikirin, serhildaneke.
Di daxuyaniya fermandariyê de hat gotin, "Beriya niha bi 31 salan, ti kesî ne xeyal dikir ne jî bawer dikir ku komeke biçûk a ji bilî vîn û çeka di destê xwe de tiştekî xwe tinebû li çiyayên Kurdistanê agirê azadiyê geş bike û bêyî ji xeta berxwedanê tawîzê bide têkoşînê bigihîne van rojan. Lewma 15'ê Tebaxê, li dijî her şêwe înkar û bêbaweriyê, bûye pêşketineke şoreşgerî ku di asta mûcîzewî de baweriya gel a ji hêza xwe û azadiyê afirandiye. Fîşeka destpêkê ya di Pêngava 15'ê Tebaxê de bi pêşengiya fermandarê hêja hevrê Egîd de hat teqandin, ne tenê destpêkirina têkoşîneke çekdarî ye. Ev fîşek di heman demê de xwedî aliyên îdeolojîk, çandî û civakî ye, xwedîderketina li mirovahiyê ye û bûye gava destpêkê ya destnîşankirina cesareta xwebûyînê.
Ruhê 15'ê Tebaxê yê ji fîşeka destpêkê û vir ve reh berdaye her devera Kurdistanê û şîn bûye, bûye sekna jiyanê ya hemû Kurdan. Ruhê 15'ê Tebaxê, ruhê têkoşînê yê bûyîna hevrêyê rast ê Rêber Apo, dilsozê şehîdan û biryardariya bi ser xistina gelê Kurd e. Ne pêkane ku ev ruhê azadiyê êdî ji xaka Kurdistanê bê rakirin, ji nav acivaka Kurd bê derxistin.
Têkoşîna azadiyê ya li ser bingeha ruhê Pêngava 15'ê Tebaxê kûr bû, bandor li hemû parçeyên Kurdistanê kir, bi afirandina ruhê neteweyî re hişt ku sînorên Kurdistan parçe kiriye êdî nebin asteng, li Kurdistanê dawî li feraseta eşîrtî, parçebûyîn û mezhebî anî, nêrîneke neteweya demokratîk a nû di nava civakê de afirand."
Navendê di dewama daxuyaniya xwe de ragihandin ku Hêzên Parastina Gel ên Kurdistanê, ji 15'ê Tebaxa 1984'an û vir ve li kîjan parçeyê Kurdistanê dibe bila bibe, destketî û mafên gelê Kurdistanê esas digirin û got, "Her tim hewl dan bibin hêjayî ked û hewldanên Rêber Apo, peyama şehîdan ji xwe re weke pîvan dîtin û hewl dan wezîfeyên dikevin ser milê xwe bêkêmasî bi cih bînin. Di vê dema ku tê xwestin Rojhilata Navîn ji nû ve were dîzaynkirin de, êrîşên li ehmberî destketî û gelê Kurdistanê dewam dikin. Bi taybetî, piştî şoreşa gel a li Rojavayê Kurdistanê pêk hat, li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên bi desteka dewleta Tirk êrîşên xwe zêde kirin, ji roja destpêkê ve Hêzên Parastina Gel ên Kurdistanê bi awayekî aktîf di dewrê de ne û tevî ku li kuristanê derbên mezin li vê gurûha çete xistin, li xakên bi gelê Ereb û gelên din re dijîn, têkoşîneke girîng meşandine. Rastiya AKP'ê ya ku nekarî bi destê DAIŞ'ê ya dixwest bi dest bixe, ji bo xwe bigihîne armancên xwe yên dîktatoryal, ji bo siyaseta xwe ya înkarê dewam bike û barê li ser pişta DAIŞ'ê sivik bike, ji 24'ê Tîrmehê û vir ve li hemberî tevgera me û gelê me konsepteke nû ay êrîşên berfireh xistiye dewrê. Dewleta AKP'ê di vê çarçoveyê de êrîşên herî berfireh ên hewayî yên dîroka xwe pêk anî. Lê diyare dema ev biryara êrîşê girt, tecrûbeya 31 salan a gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê li ber çavan negirtiye û bersiva gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bide hesap baş nekiriye.
Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi tecrûbeyeke dewlemend û daneheviyeke dîrokî dikeve sala 32'an a Cejna Vejînê. Ji bo teşegirtina dema nû ya gerîlayên Kurdistanê jî wê ruhê pêngavî yê fermandarê mezin hevrê Egîd bibe çavkanî. Hêzên HPG'ê wê parastina gelê Kurdistanê bi serketineke mezin pêk bînin. Di vê qonaxa dîrokî de gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê, wê bêşik û bêguman di xeta Rêber Apo de sekneke biryardarî nîşan bidin, ji bo azadiya Rêber Apo û gelê Kurdistanê di pozîsyoneke aktîf û bi bandor de bin û di sala 32. a 15'ê Tebaxê de wê bibin garantorên avakirina sîstema gelê me û azadiya Rêber Apo. Lewma, di sala 32. a Pêngava 15'ê Tebaxê de ji ku derê tê bila bê wê li hemberî hemû êrîşên li dijî gelê Kurdistanê bibin bersiv.
Li ser vê bingehê em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku ji bo vê pêvajoyê veguherîne pêvajoya 'Rêberê Azad-Kurdistana Azad', li platformên têkoşîna civakî hêza xwe nîşan bide û em careke din Cejna Vejînê li gelê xwe pîroz dikin."