Xebata atolyeyê ya li Mêrdînê didome
Ji aliyê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê atolyeya bi navê “Bajar û jin, cinsiyeta civakî û plansaziya bajêr” a hat destpêkirin di roja duyemîn de dewam dike.
Ji aliyê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê atolyeya bi navê “Bajar û jin, cinsiyeta civakî û plansaziya bajêr” a hat destpêkirin di roja duyemîn de dewam dike.
Ji aliyê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê atolyeya bi navê “Bajar û jin, cinsiyeta civakî û plansaziya bajêr” a hat destpêkirin di roja duyemîn de dewam dike. Xebata atolyeyê di roja duyemîn de bi mijara, "Bajar û xwezaya cinsiyetperest a bajar a jin" didome.
Sosyolog û Terapîsta Pispor a Zanîngeha Bremen Jacobs a Elmanya Dîren Yeşîl û Sosyologa Pispor Ozden Melîs Ûgûr ku perwerdeyê didin, Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Mêrdînê Mekiye Guzel û xebatkarên şaredariyê jî amade bûn.
Di rûniştina sibê de ku nîqaşên têkildarî nêrîna civakê ya li hember jin hatin kirin, piştî nîvro Sosyolog û Terapîsta Pispor Dîren Yeşîl û Sosyologa Pispor Ozden Melîs Ûgûr û kesên tevlî perwerdeyê bûne li navenda Mêrdînê derketin gerê. Di gerê de qehwexaneyên cuda yên bajêr hatin ziyaretkirin. Piştî gerê jinan çavdêriyên xwe nirxandin.