Li Kopê îlana xwerêveberiyê
Li Kopê Meclîsa Gel û nûnerên partiyên siyasî û saziyan, xwerêveberî îlan kirin.
Li Kopê Meclîsa Gel û nûnerên partiyên siyasî û saziyan, xwerêveberî îlan kirin.
Li Kopê Meclîsa Gel û nûnerên partiyên siyasî û saziyan, xwerêveberî îlan kirin.
Li navçeya Kop a Mûşê di civîna li ber avahiya Rêxistina DBP’ê ya Navçeyê de ku rêveberên HDP, DBP, Meclîsên Taxan, MEYA-DER û hevşaredarên navçeyê amade bûn xwerêveberî îlan kirin.
Hevseroka DBP’ê ya Navçeyê Zeynep Topçû diyar kir ku wê saziyên dewletê yên di encama ku hikûmeta AKP’ê tayîn kirine meşrû nabînin.
'EM Ê FERMANA HIKÛMETA AKP’Ê NEPEJIRÎNIN'
Topcû got ku weke Meclîsa Bajêr li hemberî rejîma topyekûn a îmhayê ya li dijî gel tê pêşxistin wê xwerêveberiya xwe pêk bînin. Topcû da zanîn ku ferzkirinên dewletê û hikûmeta AKP’ê ya ne rewa yên weke, ‘Divê her kes di fermana min de be, li gorî gotinên min tevbigere’ qebûl nekin. Topcû wiha dom kir, “Em hemû tiştên ji navendekê tên ferzkirin, yên ji Enqereyê ne li gorî civakê ne neçar in bikin. Em naxwazin ji aliyê walî û qeymeqamên dewletê tayîn kirine bêne rêvebirin. Em weke gelê Kurd dixwazin bi rêbazên rêveberiyê yên em bi xwe hilbijêrin bêne rêvebirin. Ji ber vê yekê em dixwazin xwe û bajarên xwe bi xwe bi rê ve bibin.”
‘JI ÎRO Û PÊ VE EM Ê XWE BI RÊ VE BIBIN’
Di daxuyaniyê de hat diyakirin ku artêşa dewletê, polis û bi destûra xwe cudahiyan tine dihesibîne û tasfiye dike, biryarên li hemberî vê hatine girtin wiha ne: “Em bi vekirî didin diyarkirin ku em vê rejîm û hemû saziyên wê yên ku me temsîl nakin rewa nabînin. Em li Kopê weke Meclîsa Demokratîk a Bajêr a hat hilbijartin, xwe li hemberî vê rejîma ne rewa û faşîzan weke xwerêveberiya civakê didin ragihandin. Em weke Meclîsa Bajêr radigihînin ku li hemberî rejîma topyekûn a îmhayê ya bê pêşxistin weke helwestekê ji îro û pê ve em ê xwe û îradeya xwe bi rê ve bibin.”