KCK: 15’ê Tebaxê ruh û hêza têkoşîna azadiyê ye

KCK: Pêngava 15’ê Tebaxê îro li her çar parçeyên Kurdistanê bûye ruh û hêza têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd. Ruhê Mahsûm Korkmaz ê di 15’ê Tebaxê de îro bûye rûhê tevayî gelê Kurd.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got, “Pêngava 15’ê Tebaxê îro li her çar parçeyên Kurdistanê bûye ruh û hêza têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd. 15’ê Tebaxê bûye ruh û garantiya hebûna neteweya Kurd. Ruhê Mahsûm Korkmaz ê di 15’ê Tebaxê de îro bûye rûhê tevayî gelê Kurd. Şert û merc çiqasî zor bin jî rastiya gelekî ku ji bo azadiya xwe şer dike derxistiiye holê.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê fermandarê mezin Mahsûm Korkmaz û tevayî şehîdên şoreşê yên pêngava 15’ê Tebaxê ya ji bo gelê Kurdistan, gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn çalakiya şoreşê herî mezin a dîrokê ye dan destpêkirin bi rêz û hurmet bi bîr anî, soza ku wê hesretên wan mutleq pêk bînin dubare kir. KCK’ê got, “Ev pêngava şoreşgerî ya bi hewldana mezin û keda zêde ya Rêber Apo yê şoreşgerê mezin pêk hat, ne tenê gelê ya gelê Kurdistan qedera xerab gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn guhertiye. Wek çalakiya herî mezin a şerogerî û demokratîk a Rojhilata Navîn rê nîşanî dîroka gelan daye. Ji zîhniyeta tehekumkar û pêkanînên ku emperyalîzmê û despotîzma herêmê gelên me kirine bin dorpêçê re dotiye raweste. Ji tevayî cîhanê re ragihandiye ku biryar û îradeya gelên vê erdnîgariya ku dergûşî ji tevayî mirovatiyê re kiriye heye.”

‘15’Ê TEBAXÊ DARBEYEKE KU LI  HER CURE PAŞVERÛTIYÊ HATIYE XISTIN’

Di daxuyaniyê de hat gotin, “15’ê Tebaxê beriya her tiştî kefenê mirinê yê ji bo gelê me hatibû dirûtin qetandiye û avêtiye. Ne tenê li hember mêtinkariya qirkirina çandî, li hember her cure hevkariyê jî îsyana mezin a Kurd e” û wiha dewam kir: “Bi taybetî, giştî, ziravî û çorstiya bi zîhniyet û meydan xwendina ji her cure şer re îradeya Kurd daniye holê. Hemû nirxên xweşik ên Kurd ên hatin tinekirin û qedandin ji nû ve ji ariya wê afirandiye. Rêber Apo her xweşikî, her nirx, taybetî û pîvan destpêkê di xwe de ava kiriye, paşê bi hevalên xwe, mîlîtanên xwe û tevayî gel daye xwarin. Bi gotina, ‘Eger hêza min bi kesî nikaribe têra min dike’, destpêkê her cure paşverûtî û astengî di şexsê xwe de derbas kiriye, bi vî awayî tevgereke azadî, demokrasî û sosyalîzmê derketiye holê.

15 Tebaxê; darbeyeke ya li her cure paşverûtî, zilm, zext û qirêjiyê htaiye xxistin. 15’ê Tebaxê li ser vî esasî yek ji pêngavên şoreşgerî yên herî mezin ên dîrokê ku her cure xweşikî derxistiye holê. Rêber Apo, bi gotina min tevayî xweşikiyên dîrokê, tevayî pîvanên wê di tehma hingivê daweriwandî de pêşkêş kir, karaktera şoreşê ya Rêbertiya wê dike bê çi ye nîşan daye.”

‘PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ WEK PÊNGAVEKE ŞOREŞA ROJHILATA NAVÎN GIHIŞTIYE MERHELEYEKE NÛ’

KCK’ê di dewama daxuyaniya xwe bal kişand ser van xisûsan:

“15’ê Tebaxê, faşîzma 12’ê Îlonê û pergala wê ya dixwest şekil bide Rojhilata Navîn hejand ne tenê gelên Tirkiyeyê, nefes daye tevayî gelên Rojhilata Navîn. Kurdan pêngava berxwedanê dane destpêkirin. Îro li Cîhan û Rojhilata Navîn a tevayî paşverûtî, qirêjî û zingar qat bi qat bûye û li Rojhilata Navîn teqiyaye, hemû xweşikiyên pêngava 15’ê Tebaxê afirandiye li Rojhilata Navîn ji bo gelan bûye hêviyeke mezin. Serdemeke azadî û demokrasiyê ya wê hemû paşverûtî û qirêjî ji îro ve tine bibin hatiye destpêkirin. Gotina Rêber Apo ya, têkoşîna ku me heta îro meşand amadekarî bû, têkoşîna me ya esasî wê ji niha û pê ve destpê bike, di roja me de pêngava 15’ê Tebaxê, di pêngava şoreşgerî ya tevayî Rojhilata Navîn de berbiçav û şênber bûye. Pêngava 15’ê Tebaxê wek pêngaveke şoreşgerî ya 15’ê Tebaxê gihiştiye merheleyeke nû.

Şoreşa Rojava li ser heman kok û nirxên 15’ê Tebaxê pêş ketiye. Di pêşketina pêngava 15’ê Tebaxê de ku desteke girîng a gelê Rojava heye, Şoreşa Rojava jî li ser pêşketin û nirxên mezin ên şoreşa 15’ê Tebaxê afirandine bilind bûye.

‘RUHÊ MAHSÛM KORKMAZ RUHÊ HEMÛ GELÊ KURDISTANÊ YE’

Pêngava 15’ê Tebaxê îro li her çar parçeyên Kurdistanê bûye ruh û hêza têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd. 15’ê Tebaxê bûye ruh û garantiya hebûna neteweya Kurd. Ruhê Mahsûm Korkmaz ê di 15’ê Tebaxê de îro bûye rûhê tevayî gelê Kurd. Şert û merc çiqasî zor bin jî rastiya gelekî ku ji bo azadiya xwe şer dike derxistiye holê.

Pêngava 15’ê Tebaxê di serî de Bakurê Kurdistanê li tevayî Kurdistanê şoreşa vejînê pêk aniye. Vejîna ku pêk hatiye îro li her cihî gihiştiye bedenê. Li Rojava ku bi awayê kantonan jiyana azad û demokratîk a gelê Kurdistan û gelên bira pêk hatiye, li Bakurê Kurdistanê şoreşa  neteweyî, demokratîk, civakî û çandî bi demokrasiya xwecihî bûye beden, gelek tax, gund, bajarok, navçe û bajaran xwerêveberî îlan kirine. Federasyona Başûrê Kurdistanê jî di demeke ku şoreşa mezin a 15’ê Tebaxê pêş diket xwe ava kiriye. Li Rojhilatê Kurdistanê ruhê azadî û demokrasiyê her roj kûr dibe, xwe din av zemanû cih de gav bi gav dike beden. 15’ê Tebaxê wek rûhekî nû yê Rojhilata Navîn yê bi Kurdistanê destpê dike û wê tevayî welatan azad bike bûye hêviya gelan.

‘GELÊ ME KETIYE NAV SERFERBERTIYA AVAKIRINA JIYANA XWE YA AZAD’

Savgereke nû ya 15’ê Tebaxê ku em dijîn, li Botana ku 15’ê Tebaxê destpê kir, gelên me xwerêveberiyên xwe ava dikin, mîna di pêngava 15’ê Tebaxê de vê pêngav û vî ruhî li tevayî Kurdistanê belav dikin. Gelê me bi zanebûna demokratîk a vê têkoşînê ava kir û ruhê azadiyê yê 15’ê Tebaxê re, bi rastiya civaka demokratîk êdî naxwaze di bin pergala qirkirina çandî ya hegemonîk navendîperest de bijî. Gelê me êdî qîr dike û dibêje, eger wê jiyan hebe divê azad be”, ketiye nav seferbertiya avakirina jiyana azad.

Ruhê 15’ê Tebaxê ku têk naçe, wê îradeya jiyana azad û demokratîk a gelê me jî têk neçe, wê Kurdistanê bigihîne jiyana azad û demokratîk û tevayî Tirkiyeyê bigihîne jiyyana azad û demokratîk. Gihiştina Tirkiyeyê ya jiyana azad û demokratîk jî wê bibe jiyana azad û demokratîk a tevayî Rojhilata Navîn.”