Hevserokên Giştî yên DBP’ê: Tirkiye êdî wiha nayê rêvebirin
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna diyar kir ku ew ê 23'yê Tebaxê kongreya partiya xwe li dar bixin û wiha got: "Dewlet an jî dewleta demokratîk? Em ê biryara vê yekê bikin."
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna diyar kir ku ew ê 23'yê Tebaxê kongreya partiya xwe li dar bixin û wiha got: "Dewlet an jî dewleta demokratîk? Em ê biryara vê yekê bikin."
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna diyar kir ku ew ê 23'yê Tebaxê kongreya partiya xwe li dar bixin û wiha got: "Dewlet an jî dewleta demokratîk? Em ê biryara vê yekê bikin. Rewşa niha li Kurdistanê pêk tê dewlet vîna gel nas nake û otorîteya xwe înad dike." Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek jî wiha got: "Gelo dema Serokkomar dibêje 'Li wî welatî divê pergala serokatiyê hebe' girtin çêdibe? Dema dibêjin rêveberiya xwecihî divê ev yek bê fêmkirin. Divê guhdariya vê yekê bikin." Yuksek anî ziman ku ji ber ku Sûriye, Iraq û Lîbyayê gundarî nekirin wisa ye.
Hevserokên Giştî yên DBP'ê Kamuran Yuksek û Emîne Ayna têkildarî kongreya partiya xwe ya wê 23'yê Tebaxê li dar bixin û geşedanên demên da pêk tên li Navenda DBP'ê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de ewil Emîne Ayna axivî û diyar kir ku piştî hilbijartinê ketin pêvajoya kongreyan û wê di 23'yê Tebaxê de kongreya xwe li dar bixin. Ayan anî ziman ku wê di kongreyê de rêziknameya xwe jî biguherînin.
Ayna, da zanîn ku weke hêzên demokratîk her tim parêzvaniya aştiyê kirin û wê her tim aştiyê biparêzin. Ayna bilêv kir ku aştî nayê wateya aliyek koletiya aliyekî din bike û aştî bi wekheviyê pêk tê û wiha got: “Di dîroka komarê de heya niha qaşo bi rêbaza nûnertiya demokratîk tê rêvebirin. Divê ev yek ji nû ve bê destgirtin. Ji ber ku guherîna rejîmê nebû guherîna pergalê. Berî avakirina Komarê bi rejîma împaratoriyê dihat rêvebirin û piştre jî bi heman hişmendiyê dewlet hat rêvebirin. Berî komarê peywir ji bav derbasî ku dibû. Piştî komarê re jî ev yek bi sindoqan pêk tê. Pirsgirêk ev hişmendiye. Ya bê guherîn ev e."
'VÎNA GEL QEBÛL NEKIRIN Û DIÇIN HILBIJARTINÊ'
Ayna destnîşan kir ku asta hatinê divê pirsa vîna gel an vîna dewletê wê esas bigirin bê pirsîn û wiha axivî: "Ya em biryara wê bigirin ev e. Rewşa em îro dijîn encama vê bêbiryariyê ye. Li ser vê axê her tim vîna dewletê esas hat girtin. Partiyên desthilatdar her tim li ser vê axê bûn vîn. Ya di 7'ê Hezîranê de derket holê vîna gel û qada sivîl bû. Dewlet li hemberî vê yekê li ber xwe dide. Piştî hilbijartinê gotin hilbijartin. Dibêjin 'Em vîna gel qebûl nakirin. Ji ber vê yekê em diçin hilbijartinê.' Ka we dê piştevaniya siyaseta demokratîk kiriba. Dewletê jî ev yek digot."
'PIŞTÎ HILBIJARTİNÊ VÎNA GEL NAS NEKIRIN'
Ayna banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di Newroza 2013'an de bi bîr xist û ev yek "Li şûna têkoşîna çekdarî têkoşîna demokratîk bilind bikin" bû. Ayna derbirî kir ku ligel hemû êrîş û zextan hêrsa kontrol kirin û wiha pêde çû: "Me vîneke sîvîl derxist holê. Roja din gotin 'Ez vê vînê nas nakim' Sibê di hilbijartinê de 80 wekîl bibin 100 wekîl wê çi bibe. Leşker wê darbeyê bikin? Em xwedî li vîna xwe ya sîvîl derdikevin. Em binpêkirina vîna xwe qebûl nakirin. Nirxên me yên em dest jê bernedin hene. Çawa tirkek ji nasnameya xwe ya Tirkbûnê bernedide em jî bernadin. Çawa Tirkek ji zimanê xwe yê dayikê bernade em jî bernadin."
'BI QETILKIRINÊ METHÊ TIRKAN DIKIN?'
Ayna bertek nîşanî gotina Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî ya "Şerefsîz" da û wiha got: "Ez ji vê derê bang li kesên ku ji me re dibêjin 'Şerefsîz' dikim. Şeref çi ye? Yên ku li dijî înkarê parastina zimanê xwe dikin ev ji bo wan hatiye bikaranîn gelo? Ti kes nikare der barê şeref û rûmeta me re ti tiştek bêje. Îro 3 mirov hatin qetilkirin. Ketin nava bajêr û du zarokan qetil kirin. Şeref û rûmet ev e gelo? Tişta ku nasnameya Tirkîtiyê ya netewe metih dike ev e gelo?"
'ÎRO DEWLET OTORÎTEYA XWE LI SER GEL FERZ DIKE'
Ayna bal kişand ser daxuyaniyên meclîsên gel yên Silopiya û Geverê ya 'Rêveberiya xweser' û ev tişt got: "Dewlet an jî dewleta demokratîk em ê biryara vê yekê bidin. Tişta ku îro li Kurdistanê tê jiyîn ew ku dewlet vîna gel nas nake û otorîteya xwe li ser gel ferz dike. Ger dewlet otorîtek bibe dê têkiliya xwe ya bi gel re li ser leşker û polîsan pêk bîne. Ger ku dewlet demokratîk bibe wê têkiliya xwe ya bi gel re li ser kesên ku hatine hilbijartin ve deyne. Roja ku AKP bûye dewlet ji bo wî kesên hatine hilbijartin tine ye. Em ê li hemberî vê yekê bêdeng nemînin. Ev şerefek û rûmetek çawa ye ku cenazeyan rehîn digirin. Ev rûmetek çawa ye?"
'DEMOKRATÎKBÛNA TIRKIYEYÊ DI PROTOKOLA DOLMABAHÇEYÊ DERBAS DIBE'
Ayna got ku divê berî ku dem bê windakirin divê xalên di Protokola Dolmabahçeyê de hatine aşkerakirin bixin meriyetê û wiha dom kir: "Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê jî divê wekî gavek ev xal bixin meriyetê. Ger dewlet vîna gel nas neke dê di nava hewldana afirandina îradeya xwe de be."
'SEROKDEWLETÎ ÇAWA PÊŞNIYAR BE XWESERÎ JÎ PÊŞNIYAR E'
Piştî Ayna Kamuran Yuksek axivî û diyar kir ku ji derketina vê rewşê tenê reyek heye ew jî muzakereye û wiha got: "Ji bilî muzakereyan tu tişt pirsgirêkan çareser nake. Divê geşedanên li herêmê bê dikatkirin. Îro rewşa ku Tirkiye beranberê wê maye guhertina rejimê ye. Ev tişt divê Tirkiye binirxîne. Êdî Tirkiye bi vî awayî nakirin bir êve bibin. Li welatikî ku ji 70 mîlyon kes û 81 bajaran pêk tê, bi awayekî navendî nayê birêvebirin. Çawa li vî welatî pergala Serokdewletiyê tê niqaşkirin û pêşniyarkirin. Xwesrî jî pêşniyareke û divê bê nîqaşkirin. Tirkiye bi pergala Serokdewletiyê an jî xweseriya demokratîk bê birêvebirin her du jî pêşniyar in. Divê guh bidin vê yekê. Tişta ku li Lîbya, Iraq û Sûriyeyê hat jiyîn jî guhnedana vê pêşniyarê bû."