Komîteya Rêveber a PKK'ê diyar kir ku têkoşîna azadbûyînê ruh û hêviyeke têk naçe afirandiye û bang li gelê Kurdistanê û hemû berxwedêrên neteweya demokratîk kir ku berxwedana şoreşger mezin bikin.
Komîteya Rêveber a PKK'ê bi wesîleya salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya PKK'ê de hat gotin, "Pêngava 15'ê Tebaxê ji nû ve vejîna civakîbûna Kurdistanê ye" û di salvegera 31. de li Rêberê Gelê Kurd û tevahiya cangoriyên azadiyê pîroz kir.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Em salvegera 31. a berxwedana parastina hebûnê û pêkanîna azadiyê ya bi ruhekî dildarê rûmet û azadiyê hat destpêkirin, bi biryardariya avakirina neteweya demokratîk pêşwazî dikin. Em tevahiya jin, ciwan û civaka xwe ya li seranserê Kurdistanê bi ruhê pêngavê têdikoş in, bi ruhê berxwedanê silav dikin."
'TÊKOŞÎNA AZADBÛNÊ YA BI PÊŞENGIYA PKK'Ê RUH Û HÊVIYEKE TÊK NAÇE AFIRAND'
Komîteya Rêveber a PKK'ê da xuyakirin ku her serhildana li hemberî êrîşan hatiye kirin, bûye hedefa komkujî û qirkirinan û ragihandin ku her serhildaneke hat şikandin bû hêviya hat şikandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Têkoşîna azadbûnê ya Rêber Abdullah Ocalan da destpêkirin û bi pêşengiya partiya me PKK'ê hat meşandin, xwe sipart hemû nirxên dîrokî yên li ser navê civaka demokratîk û mirovahiya azad ve hatin afirandin û bi vî rengî hêviyeke têk naçe û ji utopyayên dest jê nayê berdan ruhek afirand. Ev ruh bi rêberiya Mazlûman, Xeyriyan, Sakîne Cansizan û Kemal Pîran li zîndana Amedê bû ala berxwedanê û berz bû. Di 15'ê Tebaxa 1984'an de di destê fermandar Egîd de li çiyayên Kurdistanê hat hejandin. Di meşa fermandarê mezin Egîd de dîrok meşiya û li dijî mêtîngeriyê gerîlayên azadî û rûmetê hat afirandin.
'JI FÎŞEKA DESTPÊKÊ Û VIR VE GELÊ KURDISTANÊ ŞOREŞA CIVAKÎ Û ÇANDÎ JIYA'
Şoreşa Kurdistanê ruhê Pêngava Şoreşger a 15'ê Tebaxê gihand hemû qadên welêt û vîna xweparastinê derxist holê. Gelê me yê bi hişmendiya civaka demokratîk û azad xwe birêxistin kir, gihand wê radeyê ku der hqeê jiyan û pêşeroja xwe de bibe xwedî vîna maf û biryardayînê. Di nava pêvajoya ji fîşeka destpêkê heta roja îro de gelê Kurdistanê şoreşeke civakî û çandî jiya. Êdî nebû qadeke belavkirina çandî û neteweyî ya ji bo mirovên li derveyî xwe. Ji bo xwe veguherî qada hebûnê.'
Komîteya Rêveber a PKK'ê diyar kir, weke 'neteweya destpêkê ya mêtîngeh' jinan bi Pêngava Şoreşger a 15'ê Tebaxê re sûrên koledariyê yên pênc hezar salan ên serdestiya mêr afirandiye parçe kir û got, "Fermandarên jin ên weke Bêrîtan, Zelal, Rûken, Azîme û Besê afirand û bi pêşengiya van fermandaran bi reng, deng, vîn û nasnameya xwe ya azad, bû ya xwe. Meşa azadiyê ya mezin da destpêkirin û îdîaya pêşengiya ji bo hemû jinên cîhanê xist meriyetê. Vê serketinê encameke gerdûnî afirand. Pêşengtiya jinê ya dvakirina civakî ya îro di Şoreşa Rojava de şênber bûye û xweparastinê, bû nasmeya Şoreşa Rojava."
BERXWEDANA ŞOREŞGER DERFETA DERKETINA JI GERGERÎNEKA QIRKIRINÊ PÊŞKÊŞ KIR
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku berxwedana şoreşger a bi Pêngava 15'ê Tebaxê re destpê kiriye, îro veguheriye çareseriya xweseriya demokratîk û neteweya demokratîk û hat destnîşankirin ku vê yekê, derfeta derketina ji gergerîneka qirkirinê ya zîhniyeta netewe dewlet ferz dike, pêşkêşî gelan kiriye.
Komîteya Rêveber a PKK'ê got, "Li Sûriyeya ku zîhniyeta netewe ewlet û desthilatdarîparêz veguherandiye derya xwînê, çareseriya neteweya demokratîk a Şoreşa Rojava daniye holê, gelê cîhanê gihandiye modela jiyaneke nû. Modela jiyana demokratîk û azad a di Şoreşa Rojava de bêhtir şênber bûye, bala tevahiya mirovahiyê kişandiye û di her astê de piştevanî derxistiye holê. Hişmendiya parastina tevahiya mirovahiyê ya di berxwedana Kobanê de xwe da der û beşdariya li gorî vê hişmendiyê, xwe ji vê hêviyê xwedî kir. Şervaniya têk naçe, vîna azad a jinê û modela jiyana nû ya ruhê 15'ê Tebaxê li Kobanê û Şengalê careke din nîşan da, atmosfereke piştevanî û yekîtiya neteweyî ya demokratîk afirand.
Di 32. salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê de, tevî hemû hewldanên çareseriyê yên Rêberê me, dewleta Tirkiyeyê pêkanînên xwe yên dewleta netewe, faşîst û nîjadperest dewam dike. Tevî rastiya gelê Kurd a xwe ji xweliyên xwe afirand, pêkanînên nîjadperest û tekparêzî bi israr tê ferzkirin. Gelê me wê vê yekê qebûl neke. Rejîma qirkirinê ku îro hikûmeta AKP'ê serkêşiya wê dike, êrîşî hebûna gelê me û mirovahiyê dike, vîna Kurdan qebûl nake. Li hemberî vê yekê parastina hebûna demokratîk a neteweyî û jiyana bi vîna xwe ya gelê me, pîvana bingehîn a jiyana bi rûmet e. Gelê Kurdistanê gelek caran nîşan daye ku naxwaze di bin ferzkirinên înkar û tinekirinê yên dewleta Tirkiyeyê de bijî. Gelê me wê di vê sala nû ya têkoşînê de bi avakirina xwerêveberiyên xwe yên demokratîk, bi xwegihandina asta rêvebirina xwe bi vîna xwe û bi parastina xwe re, wê pîvanên bûyîna neteweya demokratîk û azad di pratîkê de nîşan bide.
'EM VÎNA XWERÊVEBERIYA DEMOKRATÎK SILAV DIKIN'
Di vê sala nû ya têkoşînê de em vîna xwerêveberiya demokratîk a gelê me ya li Silopiyayê, Nisêbîn, Gever, Cizîr, Hezex, Şirnex, Gimgim û Kopê silav dikin. Vîna xwe ya demokratîk a li hemberî pêkanînên sîstema dewletparêziya netewe ya faşîst tê nîşandan, mafê herî rewa yê gelê me ye. Weke PKK em heta dawiyê destekê didin vîna rewa ya gelê xwe. Em bang li tevahiya gelê Kurdistanê û neteweya demokratîk a Tirkiyeyê dikin ku destekê bidin vê xwerêveberiya demokratîk.
'EM Ê TÊKOŞÎNA ŞOREŞÊ BI SER BIXÎNIN'
Di destpêk sala 32. a Pêngava 15'ê Tebaxê de em careke din jin, ciwan û mirovên xwe yên ji her temenî yên di rêya netewebûyîna demokratîk de têkoşîna jiyana azad dimeşînin, hemû gel, demokrat û sosyalîstên di netewebûyîna demokratîk a Kurdistanê de jiyana axwe ya azad dibînin û piştgiriyê didin vê têkoşînê, careke din silav dikin. Yekane rêya hêjabûna ji vê dîroka berxwedanê ya berhema Rêberê me û şehîdên me ye, pêkanîna xewn û xeyalên şehîdên me, afirandina jiyaneke azad a bi rûmet e. Li ser vê bingehê weke PKK em soza afirandina netewebûyîn ademokratîk û serxistina têkoşîna şoreşê di sala 32. a Pêngava 15'ê Tebaxê de, dubare dikin.
Em bang li gelê Kurdistanê yê leheng û berxwedêrên neteweya demokratîk dikin ku bi pêşengiya Che Gûevarayan, EgÎdan, Paramaz Kizilbaşan, Bagok Serhatan, Şervan Vartoyan de bimeşin, berxwedana şoreşger mezin bikin, şoreşa xweseriya demokratîk pêk bînin û serketinê diyarî gelên me bikin."