Li Mêrdînê binçavkirin, li Erziromê girtin

Hikûmeta AKP’ê ya demkî di çarçoveya operasyonên xwe yên qirkirina siyasî de binçavkirin û girtinan didomîne. Li navçeya Kerboran a Mêrdînê 2 kes hatin binçavkirin, li navçeya Qereyazî ya Erziromê kesek hat girtin.

MÊRDÎN

Li navçeya Kerboran a Mêrdînê 2 ciwanên ku li kolanê bi hevalên xwe re digeriyan hatin binçavkirin.

Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê 2 ciwanên ku li Taxa Bahçebaşiyê bi hevalên xwe re digeriyan û navên wan nehat hînbûn ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Ciwanên ku hatin binçavkirin birin birin Midîriyeta Polîsan a Kerboranê.

ERZIROM

Li Taxa Elmalidere ya Qereyaziyê kesê bi navê Ersîn Karabakan hate girtin.

Li Taxa Elmalidere ya Qereyaziya Erziromê serê sibehê kesê bi navê Ersîn Karabakan ê li noqteya qontrolê hate binçavkirin ji Qereqola Cendirmeyan a Elmalidereyê birin Fermandariya Cendirmeyan a Qereyaziyê hate kirin. Karabakan ê ji wir sewqî dozgeriyê hate kirin. Dozgeriyê jî bi daxwaza girtinê ew sewqî addgehê kir. Karabakan bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa H a Erziromê.