Cemaldînî: Divê mirovahî xwedî li xwezaya Kurdistanê derkeve
Li Herêmên Parastinê yên Medyayê şewata li daristanan dewam dike. Di encama şewata ji ber bomberdûmana balafirên şer ên Tirk, heta niha bi dehan hektar daristan şewitiye û gelek zindî ji ber şewatê telef bûn.
ANF
BEHDÎNAN
yekşem, 9 gelawêjê 2015, 11:06
Li Herêmên Parastinê yên Medyayê şewata li daristanan dewam dike. Di encama şewata ji ber bomberdûmana balafirên şer ên Tirk, heta niha bi dehan hektar daristan şewitiye û gelek zindî ji ber şewatê telef bûn. Ji fermandarên HPG'ê Cemaldînî got, "Em bang li hemû hawirdorparêzan dikin ku xwedî li rûmeta mirovahiyê û xwezayê derkevin. Ev êrîş ji bo tevahiya mirovahiyê windahiyeke mezin e."
Ji fermandarên HPG'ê Alîşêr Cemaldînî, qetilkirina xwezayê ji ber bomberdûmana balafirên şer ên Tirk, ji ANF'ê re nirxand.
'AGIR BERDAN XWEZAYÊ'
Cemaldînî da xuyakirin ku dewleta Tirk dûrî ji exlaq û pîvanên şer, bi her awayî sûcê şer dike, bi şewata ji ber bomberdûmanan re xweza û heywanan qetil dike û got, "Ji ber bomberdûmana bi dehan balafirên şer ên Tirk ku di şeva 24'ê Tebaxê de destpê kir, li gelek hereman şewat derket. Ji ber şewatê bi dehan hektar daristan şewitî û şewat hînê li gelek herêman dewam dike. Zîhniyetê dijminê xwînxwar, agir berda xwezayê. Dewleta Tirk heta ji dest tê tevahiya xaka Kurdistanê, xwezaya Kurdistanê dişewitîne. Di nava nêzîkatiyeke dijminane de ye."
Cemaldînî diyar kir ku li cihên balafirên şer bombe kirine, ji bilî windahiyên ji aliyê HPG'ê ve hatine aşkerakirin, ti windahî nehatiye dayîn û der barê hewldanên gerîla yên ji bo vemirandina şewatê de ev agahî da: "Her çend gerîla hewl dide şewatê vemirîne jî, ji ber ku her cih daristan e, nikare pê. Tevahiya daristan şewitîn û bûn xwelî. Zerareke mezin li xwezayê çêbû. Dijminê ku ewçend bê perwa êrîşî xaka Kurdistanê dike, dema li welatê xwe şewateke biçûk li cihekî dibîne, bi hemû derfet û ekîbên xwe re dest lê werdide."
BANGA LI HAWIRDORPARÊZAN
Cemaldînî bibîr xist ku li Çiyayê Cûdî jî bi heman rengî ji ber bomberdûmana bi obusan şewat derketiye û got, "Em bang li hemû hawirdorparêzan dikin ku xwedî li rûmeta mirovahiyê, xwedî li xwezayê derkevin. Ev êrîş ne tenê ji bo me ji bo tevahiya mirovahiyê windahiyeke mezin e. Pêwîste parêzvanên xwezayê, ekolojîst, her kes lid ijî van êrîşên hovane hişyar bin. Li vir ne tenê daristan şewitîn. Gelek heywanên li vê xwezayê dijîn, di êrîşên hewayî de telef bûn. Hevsengiya ekkolojiyê xera bû. Ti bawerî, ol û mnirxên mirovahiyê vê qebûl nake. Divê mirovahî xwedî li vê mîrateya xwezayê derkeve."