Komek ji xwendekarên zanîngehê û ciwanan tevlî refên gerîla bûn
Komek ji ciwanên Kurd û xwendekarên zanîngehê, bi armanca şermezarkirina polîtîkayên şer ên AKP'ê tevlî refên gerîla bûn.
Komek ji ciwanên Kurd û xwendekarên zanîngehê, bi armanca şermezarkirina polîtîkayên şer ên AKP'ê tevlî refên gerîla bûn.
Komek ji ciwanên Kurd û xwendekarên zanîngehê, bi armanca şermezarkirina polîtîkayên şer ên AKP'ê tevlî refên gerîla bûn.
Bi armanca şermezarkirina polîtîkayên şer û operasyonên qirkirina siyasî yên AKP'ê, komek ji ciwanan û xwendekarên zanîngehê tevlî refên HPG û YJA Starê bûn.
Ciwanan li qadên gerîla daxuyaniyek dan û gotin, "Em bang li hemû ciwanan dikin ku li dijî êrîşên modernîteya kapîtalîst û mêtîngeriyê, bi radîkalî serî hildin û tevlî refên gerîla bibin."
Daxuyaniya ciwanan bi vî rengî ye: "Em weke komek ji ciwanên Kurd û xwendekarên zanîngehê, bi armanca şerrmezarkirina êrîş û konsepta tinekirinê ya hêzên navneteweyî, bi taybetî jî hikûmeta AKP li dijî Rêberê me, gelê Kurd û destketiyên şoreşa Rojava dimeşînin, tevlî refên HPG û YJA Starê bûn.
Em destnîşan ku em ê li hemberî polîtîkayên tecrîdê yên li ser Rêberê xwe bêdeng nemînin, li dijî vê yekê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo pêkhatina aştî û çareseriyeke mayînde di dnavbera gelên Kurd û Tirk de, heta dawiyê têbikoşin.
Gelê Kurd ê li Rojava û Tirkiyeyê ji bo hebûna xwe û demokratîkbûyînê têkoşîneke bê eman dimeşîne, ji bo pûçkirina êrîşên leşkerî û siyasî di pêvajoyeke berxwedana topyekûn de ye. Di vê pêvajoyê de em bang li her kesê ji xwe re dibêje rewşenbîr im, demokrat im û hemû ciwanên Kurd û Tirk ên ji bo azadiyê têdikoş in, dikin ku tevlî refên têkoşînê bibin.
Têkoşîna azadiyê ya Kurd di berbanga dîrokê de veguheriye têkoşîna serxwebûna mirovahiyê û gelên Rojhilata Navîn. Ji ber vê yekê em bang li her kesî dikin ku bibin dengê vê berxwedanê.
Tevlîbûna li nava refên HPG û YJA Starê tevî ku girîng e, ji bo pûçkirina êrîşên dijmin bersiva herî girîng e.
Di demeke ewçend dîrokî ya gelê Kurd de em bang li hemû ciwanan dikin ku li dijî êrîşên modernîteya kapîtalîst û mêtîngeriyê, bi radîkalî serî hildin û tevlî refên gerîla bibin.
Herî dawî em qetilkirina 32 rewşenbîrên li Pirsûsê şermezar dikin. Û ji bo bîranîna wan em ê ji bo bi ser xistina berxwedana Kobanê û şoreşê, têkoşîna şoreşgerî xurttir bikin."