'Panoyên azadiyê...'
Li Herêmên Parastinê yên Medyayê, tevî mercên şer jî, vîna avakirina jiyana azad a gerîla roj bi roj zêde dibe û dewam dike.
Li Herêmên Parastinê yên Medyayê, tevî mercên şer jî, vîna avakirina jiyana azad a gerîla roj bi roj zêde dibe û dewam dike.
Li Herêmên Parastinê yên Medyayê, tevî mercên şer jî, vîna avakirina jiyana azad a gerîla roj bi roj zêde dibe û dewam dike. Di vê têkoşînê de perwerde û xebatên îdeolojîk xwedî cihekî girîng in.
Gerîla di çarçoveya parêzname û nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de perwerdeya xwe di nava şert û mercên çiyê de bi awayekî azad û bê navber dewam dikin. Perwerde û jiyan ji bo gerîla du têgihinên ji hev qut nabin e. Şer, çalakî, nêrîn û felsefe mîna du baskên çemekî hev du xwedî dikin e, li ser zimanê gerîla.
Pêngava 'Ji Rêber Apo re azadî' tevî hemû êrîş û astengiyên dewleta AKP'ê jî bi pêş ve diçe. Gerîla, ji bo li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin, tevî çalakiyên xwe hest û nêrînên xwe li panoyên azadiyê bilêv dikin. Ev panoyên ku navê panoyên azadiyê lê hatiye kirin, li her cihekî perwerdeyê dîwaran dixemilînin. Tevî nivîsên rojane û nirxandin, her wiha nivîsên felsefî, helbest û çîrok jî li panoyan cih digirin. Wekî din gerîlayên xwedî hunera çêkirina wêneyan, dikarin wêneyên xwe li vir nîşan bidin. Nivîsên bi zaravayên Kurdî Kurmancî, Dimilkî û Soranî, bi zimanên Tirkî, Farisî û Erebî, panoyên azadiyê vediguherînin mozaîka gelan.
Li panoyan hêrsa mezin a li hemberî tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê vegotin. Dirûşmeya hevpar a hemû panoyan "Ji Rêber Apo re azadî" ye.
Gerîla destnîşan dikin ku divê her kes bi xurtî xwedî li pêngava azadiyê derkevin û ev yek wê bibe mîlatek ji bo pêşîvekirina li azadî û aştiya civakî. Û herî dawî bi gotina "Azadiya te azadiya me ye" nîşan didin ku roj bi roj bêhtir nêzî wê rojê ne.