Komxebata 'Rojhilata Navîn, DAIŞ û Kurdistan' destpê kir
Komxebata 'Rojhilata Navîn, DAIŞ û Kurdistan' a ji aliyê SAMER'ê ve tê lidarxistin destpê kir. Komxebat bi beşdariya gelek akademîsyen û siyasetmedaran, li Amedê pêk tê.
Komxebata 'Rojhilata Navîn, DAIŞ û Kurdistan' a ji aliyê SAMER'ê ve tê lidarxistin destpê kir. Komxebat bi beşdariya gelek akademîsyen û siyasetmedaran, li Amedê pêk tê.
Komxebata 'Rojhilata Navîn, DAIŞ û Kurdistan' a ji aliyê Navenda Lêkolînên Civakî û Siyasî (SAMER) ve tê lidarxistin li Salona Resepsiyonê ya Sumerpark a Amedê destpê kir. Di komxebatê de Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, parlementerên HDP'ê Çaglar Demîrel, Nûrsel Aydogan, Feleknas Ûca, Prof. Dr. Kadrî Yildirim û Prof. Dr. Mîthar Sancar, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê, aktîvîstên KJA, gelek akademîsyen, nivîskar û rewşenbîr amade ne. Di komxebatê de bûyer û qewimînên rojane yên li Rojhilata Navîn tên nirxandin û konsepta şer a AKP xistiye meriyetê tê nîqaşkirin.
Komxebat bi pêşkêşiya Koordînatora SAMER'ê Yuksel Genç destpê kir. Genç bibîr xist ku ew di pêvajoyeke gelekî hesas re derbas dibin û got, "Ji bo fêmkirina rewşa li Rojhilata Navîn, ji bo afirandina siyaseteke wekhev, divê em ji nêz ve DAIŞ'ê nas bikin û çareseriyê biafirînin."
'HETA HIŞMENDIYA DAIŞ'Ê NEYÊ TÊKBIRIN, DAWÎ LI KIŞANDINA ÊŞAN NAYÊ'
Axaftina vekirinê ya komxebatê ji aliyê Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ve hat kirin. Kişanak jî bal kişand ser girîngiya komxebatê û wiha got: "Li bajarê her roj cenaze tên û balafirên şer radibin komxebatekî wisa tê lidarxistin girîng e. Dengê li vir ê ku li hemberî şer derdikeve gelek watedar e. Gelê kurd li hemberî çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe da û daxwazên xwe yên azadiyê parast. Di vê pêvajoyê de li hemberî şer daxwazên azadiyê parastin gelek girîng e. Heta ku em hişmendiya DAIŞ'ê têk nebin em ê her roj êşan bijîn. Li hemberî hişmendiya li Rojhilata Navîn gelan li dijî hev tînin di qada raman de têkoşînê bikin ê encamên baş bigirin."
Piştî axaftinên vekirinê li ser mijara "Di dînamîkên Rojhilata Navîn de DAIŞ" nîqaşan destpê kir. Di rûniştina yekemîn a ku Harûn Ercan moderetoriya wê kir de ji Navenda Lêkolînên Aştiyê ya Rojhilata Navîn a Navneteweyî Dr. Veysel Ayhan, ji Navenda Xebatên Stratejîk a Al Nahraîn Huseyîn Aslan û Hîndekara Zanîngeha Bogazîçiyê Alk. Doç. Seda Altûg axivîn. Dr. Veysel Ayhan diyar kir ku DAIŞ ewil bi hişmendiya dewletê ava bike tevgeriya û wiha got: "DAIŞ rêxistinekî paradîgmaya neteweyî diparêze ye. Ji ber vê yekê ji welatên herêmê re weke gef nayê dîtin. Rêxistinekî xwedî hişmendiyekî yekpareyî ye û ji ber vê yekê bi hemû koman re têkîliyên bi pirsgirêk hene."
'DAIŞ LI HERÊMÊ MEZHEB Û NÎJADAN TINE DIKE'
Ayhan bilêv kir ku DAIŞ li herêmê mezheb û nîjadan tine dike û armanca wan homojenkirina herêmê ye. Ayhan anî ziman ku DAIŞ li herêma lê ye dixwaze dewletekê ava bike û ji ber vê yekê jî gelên ku hejmara wan li herêmê kêm in ji axa wan derdixe, li welatên wekî Elmanya, Fransa û Tirkiyeyê ji bo DAIŞ'ê sempatiyek heye.
Piştî Ayhan Huseyîn Aslan axaftinekî kurt kir û li herêmê ji ber şer dibe ku doza xwînê destpê bike û krîza aborî derkeve. Aslan destnêşan kir ku DAIŞ herî zêde zirarê dide Kurd û Şîan û wiha axivî: "Di pêvajoya şer de em dibînin ku DAIŞ dixwaze sînorên xwe diyar bike. Ev rewş pir xeter e. Têkoşîna hevpar şert e. Li dijî vî xetereyê divê têkoşîn bê xurtkirin."
Alîkar Dr. Seda Altûg jî di axaftina xwe de got, "DAIŞ ewil wekî artêşa hovan dihat dîtin lê di nava demê de hate dîtin ku hêzekî leşkerî ye. DAIŞ li Rojava dijminê Kurdan e. Ne tenê li dijî kurdan şer dike. Li herêmên ku rejîm qels e dixwaze hêza xwe nîşan bide. Bi taybetî êrîşî nuqteyên stratejîk dike. Girîngiyê dide xweseriya aborî. Ji ber vê yekê jî bi taybetî êrîşî qadên petrol û bendavan dike. Ev jî nîşan dide ku aqilekî leşkerî ya pragmatîk heye." Altûg bilêv kir ku DAIŞ li Rojava piştgiriyê nabînin sedema vê yekê jî hêza PYD'ê ya li hêrêmê ye û bûye hêviyek, DAIŞ jî li herêmê dibe sedema wehşetan.
Altûg got ku DAIŞ li ser krîza li Rojhilata Navîn tê jiyîn jî digire, delîlan ji holê radike û wiha pêde çû: "Rêxistinên wekî DAIŞ'ê çawa xwe li ser piyan digirin divê li vê bê mêzekirin. Tirkiye xetereya DAIŞ'ê dike hincet û Qendîlê bombebaran dike, em vê dizanin. DAIŞ wekî hincet tê nîşandan û li herêmê totalîterî zêde dibe. Em dibînin ku DAIŞ li destên dewletên herêmê de wekî qada derbasbûnê tê bikaranîn."
Parlamenterê HDP'ê Kadrî Yildirim jî da zanîn ku wî bi derfetên xwe ve xebatek kiriye û bingeha civakî ya ku hiştiye DAIŞ derkeve çiye lêkolîn kiriye û derxistiye holê. Yildirim diyar kir ku malbatên ku îslamê diparêzin û qet naparêzin jî tevlî DAIŞ'ê dibin û çareseriya vê yekê jî bi îslama demokratîk re eleqedar e.
Piştî nîqaşên vê beşê komxebat wê bi sernavê "Krîza Tirkiyeyê ya Rojhilata Navîn" ve bidome.