BI DÎMEN

Acar: Girava Îmrali ji xaka Tirkiyeyê cuda tê dîtin

Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran destnîşan kir ku heta sermuzakerevanê çareseriya pirsgirêka Kurd Ocalan azad nebe, rewşa şer bi dawî nabe.

Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran destnîşan kir ku heta sermuzakerevanê çareseriya pirsgirêka Kurd Ocalan azad nebe, rewşa şer bi dawî nabe.

Li hemberî tecrîda 16 salan a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nerazîbûnên ji Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn tên, dewam dikin. Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Parêzer Ayşe Acar Başaran tecrîda şidandî ya li ser Ocalan ji ANF'ê re nirxand.

Acar Başaran bal kişand ser tecrîda 16 salan a li Girava Îmraliyê û bibîr xist ku pêkhatina hevdîtina bi Ocalan re li gorî şertê hin serlêdanan tê nirxandin û pêkanîn. Başaran anî ziman ku nayê qebûlkirin bi hincetên 'di her kêliyê de dibe ku keştî xera bibe' tecrîd were dewam kirin û ev xal destnîşan kir:

"Halbûkî nêzîkatiyeke welê tê nîşandan, ku mîna Girtîgeha bi wlekariya bilind a Îmraliyê ne parçeyek ji Tirkiykeyê ye û qanûnê Tirkiyeyê lê derbasdar nîne. Li wê derê mafê girtiyan jî ji dest tê girtin, her kes bi awayekî îzolekirî tê ragirtin. Dewleta Tirk ev yek her tim weke amûrekê ji bo xwe dît. Heta ku dewlet nêzîkatiya 'ez bixwazim wê hevdîtin bibe, ez nexwazim wê nebe' dewam bike, wê tecrîda li ser Birêz Ocalan her hebe."

Parlamenter Ayşe Acar Başaran da xuyakirin ku ew bi çavê hikumxawrekî ji rêzê li Ocalan nanihêrin û got, "Birêz Ocalan lîderê Tevgera Kurd e. Ew qebûl bikin an nekin, ev yek rastiyeke. Ji roja ew anîne Girtîgeha Îmraliyê û vr ve heyetên dewletê pê re muzakereyan dikin. Vê yekê neçar hişt ku dewlet jî wî êdî qebûl bike. Ji ber vê yekê her gotina Birêz Ocalan bandorê li gelên Tirkiyeyê, li gelên Rojhilata Navîn dike, lewma ji aliyê her kesî ve hatiye dîtin di vê pêvajoya dawî de ji bo pêkhatina aştiyê aliyê aştiyê ye. Lê belê dewleta Tirk guhê xwe li vê girt û ew bi tecrîdeke şidandî re rû bi rû hişt. Tecrîda ev 5 meh in dewam dike, der barê deklarasyona Dolmabahçeyê de hin gotinên Serokkomar Erdogan û rayedarên AKP'ê yên weke 'mase nîne, muzakere nîne', nîşan didin ku niyeta wan qedandina pêvajoya çareseriyê ye. Birêz Ocalan ev yek ji berê ve dît û hişyarî da."

Başaran anî ziman ku ew beriya 15 rojan bi 250 parlametnerên li Tirkiyeyê re çûne Gemlîkê û serlêdana ji bo hevdîtina bi Ocalan re kirine û got, "Lê dîsa heman hinceta 'keştî xerabe ye' danîn pêşiya me. Dewleteke ku di kêliyekê de balafirên şer radike, em gelekî baş dizanin ku çima bi salane îdîa dike keştî xerabe ye. Em ê careke din bixwazin parêzer, malbat û heyetên serbixwe biçin Îmraliyê. Ji bo aştî bê Tirkiyeyê û li ser vê xakê şer bi dawî bibe, muzakereyên bi Birêz Ocalan re zarûrî ye."

Başaran da xuyakirin ku weke sermuzakerevanê çareseriya pirsgirêka Kurd girîng e beriya her tiştî Ocalan azad bibe û bibîr xist ku ew dizanin êdî rewşa tenduristiyê ya Ocalan nema dikare xwe li Girtîgeha Îmraliyê rabigire.

Başaran bal kişand ser girîngiya pêvajoya çareseriyê ji bo berjewendiyên gelên Tirkiyeyê û xwest, pêvajo tavilê ji nû ve destpê bike.

Başaran da zanîn ku Serokkomar Erdogan ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî Serokwezîr Ahmet Davûtoglû biçûk xistiye û got, "Ji ber vê yekê weke ku Birêz Ocalan dibêje, ev pirsgirêk ne pirsgirêka hikûmetê ye. Divê bibe polîtîkayeke dewletê, bi qanûnan were ewlekirin û bi vî rengî were meşandin. Eger ev neyê kirin, em dibînin ku pêvajo digihêje ku derê. Eger ji însafa hikûmetan re bê hiştin, bifikirin mejiyekî mîna yê MHP'ê li ser desthialtdariyê ye, wê Tirkiye veguhere gola xwînê. Nabe ku pêvajoya çareseriyê ji hêrs û daxwaza şexsî ya hin kesan re bê hiştin."

...