Cihê çalakiya nobetê ku ji ber Çiyayê Tendurekê wek "Herêma Ewlehiyê ya Leşkerî ya Demkî" hatibû destpê kirin ji aliye helîkopterên leşkerî ve tê bombebarandin. Li herêmê liv û tevgera helîkopteran berdewam dike.
Ji ber ku Çiyayê Tendurekê yê li navçeya Giyadîn a Agiriyê ji aliyê Walîtiya Agiriyê ve weke "Herêma Ewlehiya Leşkerî ya Demkî" hatibû îlankirin, 5'ê Tebaxê çalakiya nobetê hatibû destpêkirin. Hate ragihandin ku cihê çalakiya nobetê îşev saet derdora 21:30'an de destpêkê ji aliyê helîkopterên Kobra ve hatiye gulebarandin û piştre jî bombebaran hatiye kirin. Bomberana helîkopteran nêzî 15 deqeyan berdewam kir û girseya ku di nav de Parlamenterê HDP'ê ya Agiriyê Bedran Ozturk û Hevşaredara Agiriyê Mukaddes Kubîlay jî heye bertek nîşanî vê bombebaranê dan.
Helîkopterên ku piştî bombebaranê ji herêmê dûr ketin car din hatin cihê çalakiyê. Li herêmê liv û tevgera helîkopteran berdewam dike.