Partiya Yekîtiya Suryanî û TEV-DEM’ê revandina 250 Suryaniyan şermezar kirin

Partiya Yekîtiya Suryanî û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) revandina welatiyên Suryan ên bajaroka Qeryetên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve şermezarkirin û diyar kirin ku aliyên piştgiriyê didin DAIŞ‘ê berpirsyarê vê yekê ne.

Partiya Yekîtiya Suryanî û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) revandina welatiyên Suryan ên bajaroka Qeryetên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve şermezarkirin û diyar kirin ku aliyên piştgiriyê didin DAIŞ‘ê berpirsyarê vê yekê ne.

Der barê dagirkirina bajaroka Qeryetên a gundewarên rojhilatê parêzgeha Humsê û revandina bi sedan Suryaniyan ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve, Partiya Yekîtiya Suryanî û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyeke hevbeş da raya giştî.

Daxuyanî wiha ye:

“Rêxistina DAIŞ‘ê kiryarên xwe yên hov li dijî gelên herêmê berdewan dike, lê vê carê destê xwe yên qirêj avêtin bajaroka Qeryetên a gundewarên rojhilatê parêzgeha Humsê, 5‘ê Tebaxê êrîşî bajaroka Qeryetên kirin, gelek malbat neçar man malên xwe berdin û koçber bibin, DAIŞ zêdetirî 250 welatiyên Suryanî revandin hê çarenûsa wan ne diyar e.

Ev jî li sûcên ku çeteyên DAIŞ‘ê  li Şengal li dijî Êzîdiyan,Til Temir, komkujiya Kobanê û gundên derdorê pêk anîbûn zêde dibe.

Em kiryarên hovane yên Rêxistina DAIŞ‘ê li dijî gelên herêmê û pêkhateyên Suryan li bajaroka Qeryetên bi tundî şermezar dikin, aliyên herêmî û naveneteweyî ku piştgiriyê didin DAIŞ‘ê berpirsiyarê vê bûyerê ne. Em destnîşan dikin ku weke van kiryaran li hemberî yekîtiya me  û têkoşîna me li dijî van kiryaran nasekine, Em bang li hemû gelên Sûriyeyê dikin ku bi yekdestî li dijî terora ku bi nave Îslamê bang dike, bisekinin.”