Gerîlayên HPG û YJA Starê yên saleke li Kerkûkê li dijî çeteyên DAIŞ'ê têdikoş in gotin, "Li dijî êrîşên li Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê yên li hemberî gelên me, gerîla wê her tim bibin yek dil û parastina gel bikin."
Di ser destpêkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Başûrê Kurdistanê re salek derbas bû. Çeteyên DAIŞ'ê piştî ku di 9'ê Hezîrana 2014'an de bi hêsanî Mûsil dagir kirin, di 3'ê Tebaxa 2014'an de ketin hundirê Şengalê, li vir komkujî kirin û di 6'ê Tebaxa 2014'an de êrîşî Mexmûrê û Kerkûkê kirin.
Gerîlayên HPG û YJA Starê di nava sala bihurî de li Şengal, Kerkûk û Mexmûrê rolên girîng lîstin. Ji van gerîlayan ên li eniya Kerkûkê, her wiha pêşmerge û gelê li herêmê ji ajansa me re axivîn.
'EM HATIN BI RUHÊ FEDAÎ GELÊ XWE BIPARÊZIN'
Gerîlayê HPG'ê Andok Serhildan da xuyakirin ku hatina wan a Başûrê Kurdistanê rewşeke piralî û stratejîk bû û got, "Sedema hebûna ya wê rojê li vir, encama destketiyên 35 salan ên gel û tevgera me bû. Çeteyên DAIŞ'ê bi taybetî êrîşî destketiyên gelê Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê kirin. Bê guman li hemberî van êrîşan gelê me li ber xwe da û çeteyan ti tişt bi dest nexistin. Dema dîtin li Rojava nikare tiştekî bi dest bixin, vê carê êrîşî gelê me yê li Başûrê Kurdistanê kirin, ku qaşo PDK ewlekariya gel dikir. Weke gerîlayên HPG'ê em bi ruhê fedaî hatin parastina gelê xwe yê li Başûrê Kurdistanê. Ji ber ku çeteyan, piştî Mûsilê ji ber girîngiya stratejîk êrîşî Şengal, Mexmûr û Kerkûkê kirin."
Serhilan anî ziman ku eger li wir berxwedan nehatibûya nîşandan wê komkujiyên mezin rû bidan û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ji ber ku Kerkûk ne tenê ji aliyê rewşa xwe ya jeostratejîk, di heman demê de bi dewlemendiyên xwe yên binê erdê re, li cîhanê xwedî girîngiyeke mezin e. Ji ber vê yekê bi hezaran salan li ser vê xakê şer û komkujiyan rû dan. Ji bo me her çar parçeyên Kurdistanê yek parçe ne. Li dijî êrîşên li Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê yên li hemberî gelên me, gerîla wê her tim bibin yek dil û parastina gel bikin. Bandora gerîla ya li ser gel hînê weke roja destpêkê dewam dike. Weke gerîlayên HPG'ê li xeta Mexmûr-Kerkûkê em bi berpirsyariya xwe ya parastinê radibin û ji niha û pê ve jî em ê vê wezîfeya xwe bi cih bînin."
'PARTÎ Û RÊXISTINÊN XWEDÎ BERPIRSYAR ROLA XWE NELÎSTIN'
Ji gerîlayên YJA Starê Zelal Newal bibîr xist ku êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kerkûkê bi gelek aliyan û giran pêk hatin û got, "Piştî êrîşa li hemberî Mexmûrê çete li bendê bûn Hewlêrê bixin. Mixanbin di vê pêvajoyê de partî û rêxistinên berpirsyar rola xwe nelîstin. Lewma bi hezaran jin, zarok ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin kuştin û revandin. Di rewşeke bi vî rengî de hatina me ji bo parastina Başûr rewşeke rasthatî nîne. Berpirsyariya em ya bingehîn û bendewariya ji me, ev bû."
'JINÊN KURD DESTKETIYÊN GIRÎNG BI DEST XISTIN'
Newal anî ziman ku di vê pêvajoya bihurî de hêzên Kurd yanî gerîla, pêşmerge û hêzên milîs bi hev re berxwedanên dîrokî nîşan dan û got, "Bi hatina gerîla re hêviyeke mezin di nava gel de derket holê. Bê guman vî şerî herî zêde bandor li jinan kiriye. Di dema destpêkê de gava weke gerîlayên YJA Starê em hatin, li gundan jinek bi tenê jî nedihat dîtin. Weke gerîlayên YJA Starê li gelek gundan em bûn alîkar ku gel parastina xwe ava bike. Jinên ku di destpêkê de nedigotin 'merhaba', niha gihaştin wê astê ku dema rûnên dikarin bi saetan nîqaşê bikin. Em vê yekê dikarin weke serketineke mezin binirxînin. Ev yek jî destketieyek din a jinên Kurd e."
Gerîlaya YJA Starê Yildiz Cûdî diyar kir ku cara yekê ye di dîroka gelê Kurd de gerîla û pêşmerge li dijî dijmin berxwedaneke hevpar nîşan dide û ev xal destnîşan kir: "Piştî ku li ser bangan em hatin Başûrê Kurdistanê, gel eleqeyeke mezin nîşanî me dan, hêvî û daxwazeke mezin ji me kirin. Ev ji bo me pîroz e. Bi pêşmergeyan re şerkirina li heman mewziyê rewşeke dîrokî ye. Destpêka pêvajoyeke nû ye. Ji bo afirandina yekîtiya Kurdan ev şerê bi pêşmergeyan ê li hemberî DAIŞ'ê wê roleke girîng bilîze. Vê yekê komployên li hemberî yekîtiya Kurdan pûç kir."
'GERÎLA LI HER CIHÎ LI REFÊN HERÎ PÊŞ IN'
Cûdî da xuyakirin ku bi taybetî li başûrê Kerkûkê êrîşên DAIŞ'ê hînê dewam dikin û got, "Hînê nuqteyên stratejîk hene di destê DAIŞ'ê de. Bvi taybetî gundên Kakaî û hin gundên xwedî girîngiyeke stratejîk û rêya Kerkûk-Bexda dibin hedefa DAIŞ'ê. Hemû êrîş bi berxwedana gerîla û pêşmergeyan re tên şikandin. Gerîla bi pêngavên xwe yên taktîkî yên dewlemend re, bi derfetên kêm re berxwedaneke mezin nîşan didin. Gelek cih bi berxwedana gerîla hatin azadkirin, hînê jî pêngavên li dijî çeperên DAIŞ'ê dewam dikin. Em ê hemû qadên di hedefa DAIŞ'ê de ne, biparêzin. Gerîla li ku be, wê li wir her tim li eniyên pêş bin. Di navbera cihê me û çeteyan de 1-2 kîlometre hene. Ji bo me her bihosta xaka Kurdistanê gelekî girîng e û cudahî di navber de nîne."
'DU ŞEHÎDÊN ME BI RUHÊ FEDAÎ YÊ APOYÎ DI PARASTINA KERKÛKÊ DE GIHÎŞTIN ŞEHADETÊ'
Gerîlayê HPG'ê Bedran Çekdar jî wiha axivî: "Şehîd Mervan Gezgour ji Rihayê bû. Şehîd Armanc Kurd jî ji Merîwanê. her du hevalên me mîna gelek ji me li parçeyên cuda yên Kurdistanê bûn. Lê belê wan ti cudahî nedîtin û bi ruhê fedaî şer kirin û gihîştin şehadetê. Li Mexmûrê jî sê hevalên me şehîd ketin. Di dema li Kerkûkê mam de bi du hevalan re parvekirinên me yê xurt çêbûn. Me bi hev re li dijî çeteyan şer kirin. Ev her du şehîdên me du fermanarên ku ji aliyê dîsîplîn, rê û rêbazê ve dikarin mînak bên girtin. Şehîd Mervan Gezgor ji bajarê Rêbertiyê Riha bû. Hevrêyekî ku bi salên dûr û dîrêj xizmet ji rêxistinê kiribû. Di operasyona destpêkê de li Wehde li refên herî pêş cih girt û heta operasyona dawî bi sekna xwe ya bi wêrekî ji her kesî re bû mînak. Şehîd Armanc Kurd jî tevî ku gelekî ciwan bû, hevrêyekî me yê di çarçoveya rêxistinî û pratîkê de bi çalak tevdigeriya bû. Dema şehîd ket jî, bi ruhekî fedaî tevgeriya bû. Di şexsê her du hevrêyên xwe de em hemÛ şehîdan bi rêzdarî bibîr tînin û dibêjin ku em ê dilsozê bîranîna wan bin."
'HÊZEKE LEŞKERÎ YA NETEWEYÎ PÊWÎST E'
Ji fermandarên pêşmergeyan Mihiyedîn jî anî ziman ku ji bo çar parçeyên kurdistanê armancên gerîlayên PKK'ê aramiya gel e û got, "Li ku derê dibe bila bibe divê pêşmerge û gerîla vî gelî biparêzin. Hatina gerîlayên PKK'ê bandoreke girîng li parastina Kerkûkê kir. Serketineke hevpar a Kurdan e. Ji bo tevahiya KUrdistanê hêzeke leşkerî ya neteweyî pêwîst e. Ji ber ku ev yek dikare li her aliyê Kurdistanê parastinê bike û bi kêr were.
Mihemed Kakaî jî da zanîn ku gerîla zêdeyî saleke parastina herêmê dikin û got, "Çeteyan gelek caran êrîşî gundê me kirin û êrîşên wan ji aliyê gerîlayan ve hatin şikandin. Bi hatina gerîla re em bûn xwedî hêz û rêbaza xwe parastinê. Em êrîş ji çeteyan natirsin. Gerîla ji bo parastina vî gelî bi dil û can şer dike. Em naxwazin gerîla biçe. Ji ber ku eger gerîla biçe wê ev der careke din bi xeteriyê re rû bi rû bimîne."
Kamûran Celal diyar kir ku ew dixwazin gerîla bi rêbazeke fermî li cem wan bimîne, parastina gel bike û got, "Banga me ew e ku li tevahiya Kurdistanê hemû hêzên Kurd li hev bicivin û ji bo parastina Kurdistanê parastina welatê hevpar artêşeke fermî ava bikin. Divê hêzên gerîla ti carî xwe ji Daqûqê venekişînin. Weke gel pêwîstiya me gelekî bi gerîla heye û em dixwazin ew bi fermî werin naskirin. Salekê DAIŞ'ê timî êrîşî Daqûqê kir, lê hêzên gerîla û pêşmergeyan ev êrîş bi hev re şikandin. Banga min li ciwanan e; destekê bidin hêzên gerîla û pêşmergeyan."