Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina gel, bal kişand ku medyaya şerê taybet giraniyê dide nûçeyên derew û got: “Nûçeyên tên çêkirin bi temamî wek berhema şerê psîkolojîk li ser maseyê hatine çêkirin. Tevî ku ti xisûsên hatine diyarkirin ne rast in ji dereweke mezin pêk tên.”
Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel diyar kir ku medyaya şerê taybet giraniyê dide nûçeyên derew. Fermandariyê di daxuyaniya xwe de got: “Ajansa Anadolu xwe rayedarên dewleta Tirk e, di nûçeyeke ku weşandiye de diyar kiriye ku di encama êrîşên hewayî de di nav de hin berpirsyar jî hene 390 hevalên me jiyana xwe ji dest dane, gelek cih hatine texrîbkirin, heta di dema êrîşan de pere û tiryaka aîdî tevgera me rastî bombekirinê hatine û îmha bûne. Ji ber vê jî 10 kesên sûcdar hatine dîtin ji aliyê tevgera me ve hatine înfazkirin.
Ev nûçe hemû berhemên şerê psîkolojîk in û li ser maseyan hatine çêkirinn. Tevî ku ti xisûsên hatine diyarkirin ne rast in ji dereweke mezin pêk tên. Rêbazên kûrkirina şerê psîkolojîk û berevajîkirina rastiyan ya hikûmeta şer a AKP’ê pêş dixe, tê dîtin ku qat bi qat ji asta salên 90’an derbas dibe. Beriya her tiştî tevgera me ya bi awayê îdeolojîk, rêxistinî û polîtîk li dijî hemû cure tiryakê ye jî û ti têkiliya me pêre nîne dîsa dest bi derewa têkildarkirina tiryakê hatiye kirin. Ya rast ev e ku ne madeyeke tiryak heye, ne jî pereyekî mijara gotinê. Zergelê bi temamî jîngeheke sivîlan e û dewleta Tirk gelê me qetil kiriye. Li vê derê ti zerara rêxistina me çênebûye û ne mijara gotinê ye jî, lê zerara can û mal ê gelê me çêbûye.”
‘ÊRÎŞÊN HEWAYÎ BI TEMAMÎ FIYASKOYE Û BÊ ENCAM E’
Fermandariyê di berdewama daxuyaniya xwe de cih da van agahiyan:
Di encama êrîşên hewayî, bombebarana bi tank û topan a 17 rojan de hejmara tevahî hevrêyên me yên şehîd ketine, bi Hevalê Azad ê herî dawiyê rewşa wî giran bû û şehîd ket re 11 in. Ji derveyî vê ti windahiyên me çênebûye. Ji fermandariyên me jî endamê konseya Fermandariyê Şervan Varto ku me di berê de ragihandibû, Fermandarê me yên Tabûrê Heval Zafer û Heval Dijwar e. Hevalên me yên din ên şehîd ketine jî hevrêyên me yên şervan in.
Tevgera me tevgereke ji civakê re vekiriye. Weke ku di berê de jî windahiyên xwe venedişart, niha jî venaşêre. Êrîşên hewayî yên dewleta Tirk bi temamî fiyasko û bê encam in.”