Polîsan li Amedê zarokek birîndar kirin

Polîsan, bombeyên gazê avêt nava taxê û zaroka 6 salî Buşra Aktoprak a li balqonê raza bû, birîndar kir.

Polîsan, bombeyên gazê avêt nava taxê û zaroka 6 salî Buşra Aktoprak a li balqonê raza bû, birîndar kir.

Komek ciwan li Kolana Dr. Sidki Goral a Taxa Huzurevlerî ya Navçeya Peyasa Amedê kom bûn û êrîşa polîsan a li Sîlopiyayê bi pêxistina agir şermezar kirin. Piştî çalakiyê polîs hatin cihê çalakiyê û bombeyên gazê ketober avêtin nava kolanê. Polîsan bombeya gazê avêt balkona malê û zaroka 6 salî Buşra Aktoprak a li balqonê raza bû birîndar kirin. Aktoprak ji noqa xwe birîndar bû û rakirin Nexwşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Dewletê ya Amedê.