Li Şengalê 2 çete hatin kuştin
Li Şengalê di çalakiyên li dijî çeteyên DAIŞ'ê de 2 çete hatin kuştin.
Li Şengalê di çalakiyên li dijî çeteyên DAIŞ'ê de 2 çete hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan ên gerîla û hêzên YBŞ'ê li Şengalê li dijî çeteyan çalakî lidar xistine.
Navendê diyar kir ku di çalakiyan de roja 8'ê Tebaxê saet di 15:00 de li taxa Xeyr Nasir a ser bi navenda Şengalê şer qewimî û çeteyek hat kuştin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku heman rojê saet di 23:30 de hêzên YBŞ'ê li navenda Şengalê çalakiyeke sûîqestê pêk anîn û li vir jî çeteyek hat kuştin.