3 kes li Midyadê hatin binçavkirin
Li navçeya Midyad a Mêrdînê polîs û tîmên taybet bi ser malan de girtin û 3 kes binçavkirin. Welatiyê bi navê M. Beşîr Akay anî ziman ku tîmên taybet bi gotinên "Hûn ê jî bêbav bimînin" li zarokên wî gef xwariye.

Operasyonên qirkirina siyasî li Kurdistanê berdewam dike. Li navçeya Midyad a Mêrdînê di saetên sibehê de polîs û tîmên taybet bi awayek hemwext bi ser malan de girtin. Polîs û tîmên taybet bi wesayitên zirxî taxên Cumhuriyet, Seyîtler û Golcuk dorpêç kirin. Hate zanîn ku di serdagirtina malan de polîsan pencereyan gelek malan şikandine û malan jî tevlihev kirine. Di encama serdagirtinan de welatiyên bi navê M.Emîn Acar (36), Durmaz Yahşî (32) û Abdullah Algan (42) ji ber êrîşa duh li hemberî polîsan pêk hatibû, hatin binçavkirin. Kesên hatin binçav kirin birin Midûriyeta Emniyetê.
JI POLÎSAN GEFA KUŞTINÊ: HÛN Ê JÎ BÊBAV BIMÎNIN
Welatiyê bi navê M.Beşîr Akay ku di serdagirtina malê de ji aliyê polîsan ve hate derp kirin derbarê serdagirtinê de wiha axivî: "Dema ez radibûm nimêja sibê ji derê derve deng bilind bûn. Ez ji derenceyan dihatim xwarê û tîmên taybet bi ser min de hatin û ez û lawê min li erde dirêj kirin. Pişt re bi botên di piyê xwe de pêlî me kirin, pehînan avêtin me. Dema xwest rabe ser piyan, heya kurê min ji ser hişê xwe ve çû li wî dan." Akay, diyar kir ku polîsan ji zarokên wî re gotine "Di êrîşa duh de we dîsa zarok bêbav hiştin. Hunê jî bêbav bimînin."
Akay anî ziman ku wî kurê xwe bi ambulansê rakiriye nexweşxaneyê û psîkolojiya zarokên wî yên biçûk jî serobino bûye. Akay diyar kir ku ewê giliyê polîsan bike.