"Li herêmên Wezîrê Enerjiyê jê re digot 'zeviyên avdanê', zevî nîne"
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz da xuyakirin ku 11 bendavên cuda yên ewlekariyê, ku li newalên kûr hatine çêkirin, bi temamî ji bo armancên ewlekariyê ne.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz da xuyakirin ku 11 bendavên cuda yên ewlekariyê, ku li newalên kûr hatine çêkirin, bi temamî ji bo armancên ewlekariyê ne.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz da xuyakirin ku 11 bendavên cuda yên ewlekariyê, ku li newalên kûr hatine çêkirin, bi temamî ji bo armancên ewlekariyê ne.
Wezîrê Enerjiyê Taner Yildiz ku HES û bendavên ewlekariyê yên li Kurdistanê weke 'bendavên avdanê' pênase dike, îdîa dikir ku 'PKK bi pêşîgirtina li bendavên avdanê re nahêle gel erd û zeviyên xwe av bide'. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ev îdîayên wezîr nrixand û destnîşan kir ku 11 bendavên ewlekariyê yên li Colemêrg û Şirnexê hatine çêkirin, bi temamî ji bo ewlekariyê ne. Sariyildiz got, "Ez bi xwe jî teknîkerê elektrîkê û endezyarê makîneyê me. Li Kurdistanê ji bilî yek du bendavan, bi ti ji wan zevî nayê avdan. Li 11 bendavên li newalên kûr ên Colemêrg û Şirnexê hatine çêkirin, avdana zeviyan li aliyekî, ji bo qereqolên ewlekariya wan dikin, nikare enerjiyê jî hilberînin."
Sariyildiz der barê mijarê de ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku beşeke mezin a ji van bendavên li Kurdistanê di pêvajoya aştiyê de hatine çêkirin û ji bo şerekî salên dûr û dirêj ev bendav hatine plankirin.
Sariyildiz da zanîn ku hikûmeta AKP'ê bendavên ewlekariyê weke bendavên avdanê nîşan dide û bi vî rengî civaka li rojavayê welêt dixapîne û got, "Li şûna projeyên aştiyê di pêvajoya çareseriyê de amadekariyên şerekî bi salan kirin. Bendava li Farqînê û çend bendavên din dibe ku bendavên avdanê bin. Lê belê ji bilî van, ti ji bendavên li herêmê bi armanca avdanê nehatine kirin. Bi van bendavan re rêya mirovan hatiye birîn û herêm ji hev hatine qutkirin. Mînak; bendavên ewlekariyê yên li Colemêrg û Şirnexê nîşan dide ku hikûmet ne samîmî ye. Gelek caran wan bi nivîsên xwe yên di navbera saziyên fermî de aşkera kirine ku bendavên rê li ber kaosê vedike, hatine çêkirin. Bendavên li newalên kûr ên ji rojava ber bi rojhilatê herêma me hatine çêkirin, ne xwedî wê kapasîteyê ne ku enerjiyê hilberînin.
Wekî din ez bi xwe jî teknîkerê enerjiyê û endezyarê makîneyê me. Li cihê behsa wê tê kirin ne qadeke çandiniyê, ne jî nifûseke karibe ji avê sûdê werbigire nîne. Ji xwe ji bilî Roboskî û çend gundên mîna wê, ti jîngeh nehatiye hiştin. Dixwazin gundên din jî vala bikin. Niha ji başûr ber bi bakur ve bendav tên çêkirin. Di demeke ku pêvajoya çareseriyê de ev çêkirin. Tevî ku me gelekcaran gotin 'vê nekin' û 'pêvajoya Dolmabahçeyê berireh bikin, projeyên pêşî li rewşa şer û kaosê digire biafirînin' jî mixabin me hikûmeteke karîbû vê bike, nedît.
Em li feraseteke ku di oxira desthilatdariya xwe de dikare bi sedan mirovan qetil bikin, rast hatin. Bi karê niha tê kirin re dixwazin kaosê kûr bikin, vê kaosê bixin stuyê partiya me û bi vî rengî desthilatdariya xwe careke din biparêzin, welêt bixin nava şer. Eger gotinên Birêz Wezîrê Enerjiyê rast bûna, gelo kî naxwaze li herêmê derfetên kar hebin. Lê belê armanc ne razemenî ye. Bi projeyên bendavên ewlekariyê re ku dixwazin şer li salên dûr û dirêj belav bikin, bi tenê mirovên herêm qet nedîtine, dikarin bixapin. Qada 11 bendavên bi mîlyonan lîreyî hatin çêkirin, ji xwe newalên kûr in û li wan newalan bihostek erdekî çandiniyê nîne. Di heman demê de eger rabin bixwazin enerjiyê hilberînin, nikarin ji bo qereqolên parastina bendavan dikin, elektrîkê hilberînin."