Cenazeyê 15 gerîlayan li ‘Şehîdgeha Xerzanê’ spartin axê

Cenazeyên 15 gerîlayên PKK'ê ên di salên 1990'î de jiyana xwe ji dest dane bi merasîmeke girseyî li "Goristana Şehîdan a Xerzanê" hatin definkirin.

Cenazeyên 15 gerîlayên PKK'ê ên di salên 1990'î de jiyana xwe ji dest dane bi merasîmeke girseyî li "Goristana Şehîdan a Xerzanê" hatin definkirin.

Bi pêşengiya Şaxa MEYA-DER'ê ya Bedlîsê, cenazeyê 15 gerîlayên PKK'ê yên di salên 1990'î de jiyana xwe ji dest dane li "Goristana Şehîdan a Xerzanê" hatin definkirin. Ji kesên ku navê wan hatiye zanîn Hasan Kayhan (Mazlum), Fedakar Turan (Vacîp), Metîn Kaplan (Ferhat) di sala 1993'yan de li Tetwanê, Bişar û Baran ku li Xîzanê jiyana xwe ji dest dane, PKK'yiyek ku li ser çaqmaqa wî Hamît Karakoç nivisiye û 7 gerîlayên PKK'ê ku navên wan nehatiye zelalkirin bi merasîmek spartin axê.

Bi sedan kes, malbatên gerîlayên PKK'ê û rêveberên HDP, DBP'ê û nûnerên saziyên civakî tevlî merasîmê bûn. Darbestên PKK'yiyan bi alên PKK'ê hatin xemilandin û li ser milên girseyê bi dirûşmên, "Şehîd namirin" anîn cihê merasîmê.

Huseyîn Kayhan ê birayê Hasan Kayhan (Mazlûm) ê PKK’yî yê di sala 1993’an li bejahiya Tetwanê bi jehrdayînê hatî qetilkirin di merasîmê de axivî û got, “Şehîd şehîdê Kurdistanê ye. Serê gelê Kurd sax be.” Dîsa dayika Fedekar Tûran (Vacîp) ê di heman dîrokê de bi jehrdayînê hatî qetilkirin Nûriye Tûran jî diyar kir ku ji beriya 23 salan kurê wî jehrîkirinê hatiye qetilkirin û wiha axivî, “Piştî ku zarokên me jehrîkirin parçe parçekirin û piştre jî şewitandin. Dijmin destûr neda ku em cenaze bînin Tetwanê û li wir defin bikin. Lê îro me anî vê derê û me defin kir. Tevî her tiştî jî em aştiyê dixwazin. Şehîd namirin.”

Bavê Tûranê PKK’yî Yûsûf Tûran jî got, “Dema kurê min li lîseyê midûrê dibistanê gazî min kir. Dema ez çûm dibistanê midûr ji min re got ‘Kurê te di bêhndanê de stranên Kurdî dibêje. Jêre bêje bila van neke.’ Piştre kurê min biryara xwe da û tevlî gerîlayan bû. Piştî salek û nîv jî şehîd ket. Şehîd ne şehîdê min şehîdê Kurdistanê ye.” Bavê Tûran’ê PKK’yî piştî axaftina xwe strana Kurdî ya li ser kurê xwe çêkiribû xwend.

Berdevka Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Sêrtê Hediye Sûçîn jî xwest ku dawî li mirinan bê û wiha axivî, “Erdogan wiha dihesibîne ku Kurd ditirsin. Em ji ti kesî natirsin. Êdî bes e. Zarokên me ji ber zilma li ser gelê Kurd hat kirin derketin çiyê. We em avêtin girtîgehê, we kuşt, we xwezaya me qetil kir, lê em tevî her tiştî jî dibêjin aştî.”

Parlamentera HDP’ê ya Bedlîsê Mizgîn Irgat jî diyar kir ku bi salane li Kurdistanê êrîş têne kirin, lê gelê Kurd di her demê de berxwedanekî bi rûmet nîşan dane. Irgat da zanîn ku pêwîste pêvajoya muzakereyan dîsa destpê bike û got, “Bila Birêz Ocalan azad be û muzakere ne bi awayê girtî bi awayê azad bê kirin.” Irgat behsa şewata daristanan a li Şêx Cûma ji aliyê leşkeran ve hat pêxistin kir û banga, “Kesên xwezaya me qetil dikin bi nefret şermezar dikim. Destên xwe yên qirêj ên li ser Kurdistan û xwezaya wê bikişînin.”

Piştî axaftinan cenaze bi dûayan spartin axê.