Li taxa Dorûtay a Qelqeliyê leşkeran loda ka qedexe kir

Li taxa Dorûtay a navçeya Wan Qelqeliyê, leşkeran qedexe kirin ku gundî ka komî ser hev bike. Weke hincet jî 'hin kes dikarin xwe di nava ka de veşêrin' hat nîşandan.

Li taxa Dorûtay a navçeya Wan Qelqeliyê, leşkeran qedexe kirin ku gundî ka komî ser hev bike. Weke hincet jî 'hin kes dikarin xwe di nava ka de veşêrin' hat nîşandan. Gundiyan ji bo rakirina vê qedexeyê serî li Qeymeqamiya Qelqeliye dan, lê serlêdana wan hat redkirin.

Li taxa Dorûtay a navçeya Wan Qelqeliyê gundî mîna her salê îsal jî ka li ber malên xwe kom kirin. Bi hinceta van lodên bilind, leşker ketin nava tevgerê û gundî hişyar kirin. Lê belê gundiyan ji leşkeran re ragihandin ku ji bilî lodkirinê ti alternatîfa wan nîne û daxwaza leşkeran red kirin. Li ser vê yekê leşkeran gef li gundiyan xwarin û gotin, "Ji ber lodên we pirsgirêka ewlekariyê derdikeve. Eger hûn ranekin, em ê werin lodên we yên ka belav bikin an jî bişewitînin."

QEYMEQAM BALA XWE NEDA ÎMZEYÊN HATIN KOMKIRIN

Piştî vê hişyarî û gefa leşkeran gundî ketin nava tevgerê, îmze di nava xwe de kom kirin û radestî Qeymeqamê Qelqeliyê kirin. Lê belê Qeymeqamê Qelqeliyê bi hinceta pirsgirêka ewlekariyê diyar kir ku îsal ev kar nabe bê kirin û daxwaza gundiyan red kir.

DOZGERIYÊ GOT 'PÊWÎSTÎ BI ŞOPANDINÊ NÎNE'

Piştî Qeymeqamtiyê gundiyan serî li Edliyeya Qelqeliyê dan û giliyê leşkeran kirin. Dozgeriya Komarê ya Qelqeliyê gilî nirxand û biryar da ku pêwîstî bi şopandina vî giliyî nîne.

'PÊŞIYA MALA ME JÎ HAT QEDEXEKIRIN'

Bi erêkirina Qeymeqamtî û dozgeriyê re leşker ketin nava tevgerê û kayê gundiyan belav kirin. Bi vî rengî Lodê gundiyan bi hinceta ewlekariyê hat qedexekirin. Şêniyên Taxa Dorûtayê ku yek ji mezintirkîn şaxên Qelqeliyê ye bi vî rengî nerazîbûna xwe anîn ziman: "Li gorî mejiyê leşkerî, mirov dikarin xwe di nav ka de veşêrin. Lê belê ev qedexe gelekî bê wate ye. Yê bi vî rengî difikire dikare sibe were bi hinceta ewlekariyê gundê me vala bike. Ev yek me gelekî aciz dike. Pêşiya mala me jî hatiye qedexekirin."