HPG’ê diyar kir du gerîlayan 2’ê Tebaxê jiyana xwe ji dest dane

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di dema tevgera leşkerî ya artêşa Tirk li xeta sînor a herêma Zapê dewam dikir, du gerîlayan 2’ê Tebaxê pê li mayîna ku artêşa Tirk danîbû kirin, jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di dema tevgera leşkerî ya artêşa Tirk li xeta sînor a herêma Zapê dewam dikir du gerîlayan 2’ê Tebaxê pê li mayîna ku artêşa Tirk danîbû kirin, jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya nivîskî de got: “Li hemberî êrîşên artêşa TC a dagirker pêş dixe, gerîlayên Kurdistan ên bi dîsîplîneke mezin tevdigerin piraniya van êrîşan bi hişyariyeke mezin vala derxistine. Di dema tevgera leşkerî ya artêşa Tirk li xeta sînor a herêma Zapê dewam dikir du gerîlayan 2’ê Tebaxê pê li mayîna ku artêşa Tirk danîbûn kirin, şehîd ketin.

Hevalên me Rêbaz Serhildan û Rustem Darahênê yên di dîrokên cuda de tevlî Tevgera me Azadiyê bûne, dema ji bo valaderxistina êrîşan di dema wezîfeyê de gihiştine şehadetê. Hevrêyên me yên ji bo gelê Kurdistan bigihêje siberojên azad bi sekn û bi biryar timî mînak bûn.

HPG’ê ragihandin ku gerîla Abdulbakî Mehamet Necet ê bi nasnav Rêbaz Serhildan ê li Mahabadê ji dayik bûye û gerîla Emrullah Arikan ê bi nasnav Rustem Darahênê yê li Çewlikê ji dayik bûye jiyana xwe ji dest dane.

HPG’ê got: “Em soz didin ku wezîfeya dîrokî ya her du hevalên me yên bi meşa xwe ya bi biryar û mîlîtanî tevlî dibûn dewrî me kirine em ê bi awayekî layiqî wan xwedî lê derkevin. Em careke din diyar dikin ku em ê bersiva herî xurt bidin bîranîna wan.”

...