Muzakereyeke çawa, çareseriyeke çawa, agirbesteke çawa?-Cemîl Bayik
"Heta ku di şertê azadiya Rêber Apo de muzakere û agirbesteke tehkîmkirî pêk neyê her gotin wê li hewayê bimîne"
"Heta ku di şertê azadiya Rêber Apo de muzakere û agirbesteke tehkîmkirî pêk neyê her gotin wê li hewayê bimîne"
Li Tirkiyeyê têgîn, peyv û nirxên gerdûnî çewt tên nîşandan. Naveroka her tiştî tê valakirin, an jî li gor zihniyet û polîtîkayên şovenîst hewl tê dayin wateyê bidin wan. Bi taybetî jî çapemeniya Tirk di vê mijarê de tê bikar anîn. Piraniya çapemeniya Tirk mîna organên şerê taybet li dij Tevgera Azadiya Kurd tên bikar anîn. Ji ber polîtîkaya hundir û têkoşîna ji bo desilatdariyê car caran cudahî derketibin holê jî dema maf, hiqûq, hebûna neteweyî, jiyana azad û demokratik a Kurdan dibe mijara gotinê hemû dibin yek. Hemû jî hamaseta 'Niştiman, milet, Sakarya' dikin.
Her kes dizane ku ev 25 salin Rêberê Gelê Kurd ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê kedeke mezin daye. Di salên dawî de gelek derdorên Tirkiyeyê jî van hewldanên Rêber Apo bi rêzdarî pêşwazî dikin. Bêçalakitiya sê salên dawî jî ji aliyê heman Rêbertiyê ve pêk hat. Em dipirsin, bi vê Rêbertiyê re çima hevdîtin tên asteng kirin? Gelo li gor qanûnên Tirkiyeyê mafê her kesî ku di girtîgehê de yê hevdîtina bi parêzer û malbatê re tineye? Ji kirina mijara bazariyê ya hevdîtina bi vê Rêbertiyê re xerabtir tiştek heye gelo?
Yên dibêjin di navbera Rêbertiyê, PKK û HDP'ê de nerînên cuda hene çima hevdîtina bi vê Rêbertiyê re asteng dikin. Tecrîdkirina li ser Rêbertiyê gelo nîşan nade ku her tiştê AKP'ê û çapemeniya alîgirê wan dibêjin derew in? Di rewşa pêkanîna tecrîdê ya li ser Rêbertiya ku bêçalakîtî pêk anî re gelo dikare qala kîjan bêçalakîtî û agirbestê were kirin? Gelo vê tevgerê gelek caran di kongre û konferasan de ranegihand ku nêzîkatiya neyînî ya li dij Rêbertiyê tê wateya derxistina şer? Tevî ku ev rastî tê zanîn jî çima tecrîdê li ser vê Rêbertiyê pêk tînin?
Vê rêbertiyê hemû hewldan pêk anîn û hişt ku mutabaqata 28'ê Sibatê ya Dolmabahçeyê pêk were. Ev mutabaqat gava yekemîn a ji bo muzakereyê bû. Gelo kê ev tine hesiband? Rêber Apo bi pêkanîna vê mutabaqatê rê li ber şer girtibû. Eger ev mutabaqat pêk nehata şer û pevçûn wê hêna wê demê destpê bikira. Lê belê Tayyip Erdogan tevî ku ji serî heta dawiyê agahdar bû dîsa jî mutabaqata Dolmabahçeyê tine hesiband, li pey wê jî hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd re asteng kir û bi vê yekê hêna wê demê şer da destpêkirin. Kes nikare vê rastiyê veşêre.
Tayyip Erdogan bi tine hesibandina mutabaqata Dolmabahçeyê, bi tecrîta li ser Rêbertiyê, li dewsa bijarka demokratîkbûnê alozî, dijwarî û şer afirand û bi vê yekê sîstema otorîter a hegomonîk li ser Tirkiyeyê ferz kir. Selahaddîn Demirtaş jî ji bo Erdogan ê mutabaqata Dolmabahçeyê tine hesiband, hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd re asteng kirin re got em te nakin serok. Ev helwesteke gelekî rast û mafdar bû. Ji bûyina serok a kesê ku mutabaqata Dolmabahçeyê tine dihesibîne û kevirên rêya şer dideyne xetertir tiştek tinebû.
Kesekî ku mutabaqata bi keda salan a mezin pêk hatibû tine hesiband bê guman diviyabû nebe serok. Pêknehatina vê yekê jî ji xêrê re ye. Ji ber ku ev mirov derewîn, bêexlaq e; ji bo sistema serokatiya xwe pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê bêçareserî hişt û rê li şer vekir. Ji kesekî wisa her cure xirabî tê payîn. Ji bo xwe bike serok, mîna şewitandin û temaşekirina Neron a Romayê dikare Tirkiyeyê bişewitîne û lê temaşe bike. Ji xwe berhema wî ya niha ev e.
Li Tirkiyeyê nayê pirsîn ka çima hevdîtinê bi vê Rêbertiyê re tên asteng kirin. Hem Rêber Apo, Tevgera Azadiyê û HDP cuda tên nîşandan, hem jî nahêlîn hevdîtin pêk werin! Gelo pêwist nake ev rewş were lêpirsîn kirin? Diyar e ku hikûmeta AKP'ê zextê li Rêbertiyê dike, lê belê Rêber Apo zext û ferzkirinên AKP'ê qebûl nake. Rêbertî bi şêwazekî mafdar dibêje; "Tişta pêwist bû min kir, mutabaqata ku wê pirsgirêka Kurd çareser bikira û Tirkiye demokrat bikira min pêk anî, lê we tine hesiband, êdî hûn dixwazin çawa çareser bikin herin bi PKK'ê re çareser bikin; çek di destê wan de ye; di vê mijarê de ez biryarê nadim." Ji ber vê yekê jî hevdîtin tên asteng kirin.
Di rewşa ku Rêbertî ya ku ji bo çareseriyê hewldanên mezin dide di bin tecrîdê de ye, qala çareserî û pêvajoya çareseriyê ya bêwate tê kirin. Qala çareserî û pêvajoya çareseriyê dikin lê nabêjin ka evê çawa be. Heta neyê nîşandan ka çareserî wê çawa be, qalkirina çareserî û pêvajoya çareseriyê ji demagojî û xwe xwapandinê pê de ne tişekî din e. Ji vê jî wêdetir bikaranîna gotinên ku rê li bêçareseriyê û şer e. Ji ber vê yekê jî divê bi zelalî were nîşandan ka pêvajoya çareseriyê wê çawa be, çareserî li ser kîjan bingehî pêk were. Heta hebûna neteweyî ya Kurdan nekeve bin ewlekariya qanûnan û destûra bingehîn, heta mafê jiyana xweser û perwerdeya bi zimanê dayikê pêk neyê gelo çareserî dikare pêk were? An dikare qala pêvajoyeke çareseriyê were kirin? Eger qala pirsgirêka Kurd tê kirin divê nava çareserî û pêvajoya çareseriyê were dagirtin; naxwe wê ji aşê bêçareserî û pevçûnan re avê bikişênin.
Qala agirbest û bê çalakitiyê tê kirin, lê belê nayê gotin ka ev yek wê çawa be. Beriya her tiştî divê bêçalekîtî xizmeta tiştekî bike. Divê parçeyekî çareseriyê be; ji bo rakirina bandorên pevçûn û şer be. Banga agirbesteke ku ne bi mebesta rakirina ji holê ya bandorên siyasî û civakî yên şer û pevçûnan, tê wateya banga li PKK'ê ya dibêjin dawî li têkoşînê bîne, teslîm bibe. Tevgera Azadiya Kurd yekser piştî hilbijartinan got divê muzakere derbasî meclîsê werin kirin û wergerin normên zagonî û yasayî; ji bo afirandina mercên ku ev yek pêk werê jî divê banga agirbesteke tehkîmkirî bê kirin. Gelo ji vê rastir helwest heye? Encama hilbijartinê jî ev yek ferz nekidir gelo? Lê belê li dewsa ku hikûmet vê bangê bi erênî pêşwazî bike, kete nava helwesta ku encamên hilbijartine tine bihesibîne û bi tevahî agirbestê ji holê rake. Li dewsa gavavêtina ji bo agirbesteke tehkîmkirî, ji bo agirbest bi tevahî ji holê rabe û ber bi şer ve pêvajo biçe her tişt kir. Ji bo binpêkirina rewşa agirbestê tiştekî nema bike. Avêtina mirovan a zîndanan zêde kir, qereqol, rê û bendavên bi mabestên leşkerî bi lez û bez çêkirin.
Tecrîda li ser Rêbertiya ku bêçalakî pêk anî hate domdarkirin; her wiha li ser vê Rêbertiyê zexta psîkolojîk zêde kir. Ji ber vê yekê jî guftûgoya rast û helwesta rast girîng e. Heta ku di şertê azadiya Rêber Apo de muzakere û agirbesteke tehkîmkirî pêk neyê her gotin wê li hewayê bimîne, wenda bibe û di hawinê de wê av were kutan.
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka, Azadiya Welat