Waniyan bi pêpîkan AKP şermezar kirin

Polîtîkayên şer ên AKP’ê ji aliyê Rêxistina DBP’a Wanê û yên navçeyan ve bi meş û daxuyaniya çapemeniyê hat protestokirin.

Polîtîkayên şer ên AKP’ê ji aliyê Rêxistina DBP’a Wanê û yên navçeyan ve bi meş û daxuyaniya çapemeniyê hat protestokirin.

Bi armanca şermezarkirina operasyonên qirkirina siyasî û tinekirinê yên hikûmeta AKP’ê bi sedan kesên li ber avahiya Rêxistina DBP’ê ya Wanê û avahiya DBP’ê ya Îpekyolu kom bûn bi pêpîkan heta Parka Feqiyê Teyran meşiyan.  

Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Îpekyolu Şengul Bozdemîr a daxuyaniya çapemeniyê xwend got, polîtîkayên derve yên AKP’ê piştî DAIŞ li hember Kurdan têk çû bi dawî bûn.

Bozdemîr wiha dewam kir: “Divê tavilê operasyon bên rawestandin, hevalên me yên girtî bên berdan, bangên tevgera siyasî ya Kurd, rewşenbîr, saziyên civaka sivîl û aliyên aştîxwaz bigirin dîqetê û pêvajoya çareseriyê ji cihê maye bidome. Gotina me ya dawî ji Serokkomar Erdogan re ye. Çawa me ti nekir serok, em ê niha jî bi hemû gelên me yên demokratîk re şer bi we nedin kirin.”

Piştî daxuyaniyê girseyê bi pêpîkan polîtîkayên şer ên AKP’ê şermezar kirin. 

...