Li Silopiyayê terora dewletê-HAT NÛKIRIN I

Gelê Silopiyayê yê li dijî serdegirtina malan û binçavkirinan li ber xwe dide, rastî êrîşa polîsan a bi çekên giran hat. Di êrîşê de 2 kes hatin qetilkirin, gelek kes birîndar bûn.

Li navçeya Şirnex Silopiyayê, welatiyên dixwazin pêşî li serdegirtinên malan û binçavkirinan bigirin, rastî terora dewletê hatin. Polîsên Tirk gule li gel reşandin, 2 qetil kirin û gelek kes birîndar kirin. Polîsan her wiha 6 mal şewitandin û gule berdan ambûlansên birîndar dibirin nexweşxaneyê.

Polîsên Tirk duh bi şev avêtin ser taxên Zap û Avaşîn ên Silopiyayê û xwestin ciwanên Kurd bigirin binçavan.

Lê belê gel li hemberî serdegirtinên malan li ber xwe da û nehişt polîs bikevin nava taxan. Li ser vê yekê polîsan bi çekên giran gule li taxan reşandin.

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ê li Silopiyayê ye, ji ANF'ê re ragihand ku di êrîşa polîsan de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane, gelek kes birîndar bûne.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, nasnameya welatiyên jiyana xwe ji dest dane: Hamdî Ûlaş û Hidir Tanboga.

Li gorî nûçeya DÎHA'ê, Mehmet Hidir Tanboga yê 17 salî, dema diçû agirê polîsan berdabû mala wan vemirîne, bi fîşeka segvanên polîsan ve birîndar bû. Tanboga bi wesayîtê rakirine nexweşxaneyê. Lê polîsên Tirk li ber nexweşxaneyê gule li wesayîta Tanboga tê de bû reşandin û Tanboga li vir jiyana xwe ji dest da.

POLÎSAN GULE LI AMBÛLANSÊ REŞANDIN

Sariyildiz anî ziman ku zêdeyî 10 birîndar rakirine nexweşxaneyê û got, "Em li Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê ne. Polîsan ji nêz ve gule berdan wesayîteke sivîl a birîndar radikir nexweşxaneyê. Fîşek li lastîka wesayîtê ket." Sariyildiz got, "Li her du axan jî pevçûn dewam dike. Dengê çekan tê."

6 MAL HATIN ŞEWITANDIN

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu jî da xuyakiirn ku polîsan agir berdane 6 malan. Encu got, "Nahêlin welatî birîndaran rakirin nexweşxaneyê. Her wiha nahêlin ekîbên arkujiyê agir vemirînin. Ji her du taxan dûxan bilind dibe."

'SEGVAN LI SER BANÊN XANIYAN HATIN BICIHKIRIN'

Hevşaredarê Silopiyayê Seyfettîn Aydemîr agahî da ajansa me û piştrast kir ku di êrîşa polîsan de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane. Aydemîr got, "Du cenazeyên me li nexweşxaneyê ne". Aydemîr da xuyakirin ku jı her du taxan hînê dengê çekan tê û got, "Bi wekîlên xwe re em hewl didin biçin taxên pevçûn lê hene, lê em nikarin biçin. Segvan li ser banê xaniyan hatine bicihkirin. Jiyana kesî ne ewle ye."

Li taxên din ên navçeyê jî, gel dicive û ber bi taxa Zapê ve dimeşe. Parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê Faysal Sariyildiz, Leyla Bîrlîk û Aycan Îrmek tevî bi hezaran welatiyan, ketin taxa pevçûn lê diqewime.