'Divê bomberdûmanên dewleta Tirk tavilê bisekinin'
Şêniyên Qendîlê diyar kirin ku di Îslamê de cihê qetilkirina jin, zarok û mirovên extiyar nîne û dan xuyakirin ku di sala 2002'an de li Kendekolê zêdeyî 40 kes, niha jî li Zergelê 8 mirovên bêguneh hatine qetilkirin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
pêncşem, 6 gelawêjê 2015, 07:00
Şêniyên Qendîlê diyar kirin ku di Îslamê de cihê qetilkirina jin, zarok û mirovên extiyar nîne û dan xuyakirin ku di sala 2002'an de li Kendekolê zêdeyî 40 kes, niha jî li Zergelê 8 mirovên bêguneh hatine qetilkirin.
Gelê Qendîlê ji ANF'ê re axivî:
ABDULLAH KERÎM: Jiyana me bûye xwelî li serî, bûye evdalî. Şev û roj balafir li ser serê me digerin û bombe dikin. Ev 20 sal in, her sal em tên kuştin. Xwedê qebûl nake. Her çar parçeyên Kurdistanê destê xwe bidin hev, bibin yek mîna bira û serî rakin. Xwedê qebûl nake ku her şev û roj balafir li ser serê me be. Kuştina jin, zarok û mirovên bêguneh gelo Îslametî ye? Ti mafê Tirkan nîne, bê li herêma Iraqê bide. Xwedê qebûl nake vê bêbextiyê bînin serê me. Em doza mafên xwe li Tirkan, Îranê û Ereban dikin. Hemû Kurdistan yek e. Çi Partî, çi Yekîtî, çi PKK, çi Hizbê li Îranê, divê destê xwe bidin hev û li dijî vî dijminî li ber xwe bidin.
BENAZ ELÎ: Ti mafê wan nîne ku van balafirên xwe li ser serê me mirovên bê guneh bigerînin. Em nema dikarin bê tirs li mala xwe bimînin. Em vê qebûl nakin. Şehîdkirina jineke ducanî ya bê guneh, gelo Xwedê qebûl dike? Xwedê qebûl nake ev balafir bên ser serê me.
BEŞÎR ELÎ: Em bang li Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî dikin ku vê êrîşa Tirkiyeyê şermezar bike. Sala 2002 li Kendakolê çend mirov şehîd kirin, niha li Qendîlê 9 mirovên bê guneh qetilkirin. Yanî guneh e. Em van êrîşan şermezar dikin. Em bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku eger xwe bi Kurd dizanin, divê nehêlin ev balafirên şer li ser herêma Kurdistanê bigerin. Çi Yekîtî, çi partî, çi Goran, çi PKK divê hemû bibin yek û li hemberî van êrîşan derkevin.
BEYAN HECÎ SILÊMAN: Me ti xweşî nedîtin. Her roj balafirên şer tên û bombe dikin. Li vê herêmê cih nemaye ku nehatiye bombekirin. Zarokan, jinan, extiyaran, ciwanan dikujin, ji bo çi, çi gunehê wan heye? Kes hawara me nehat. Kes li me napirse. Ez wan şermezar dikim. Li ku derê zarokan, li ku derê mirovên sivîl tên kuştin? Çi sûcê wan heye? Ez dibêjim eger em hev bigirin, em bibin yek, wê demê ev dijmin jî nikare bi vî rengî tevbigere. Kurd hemû yek be, kes nikare destê xwe bixe nava Kurdan. Lê em Kurd ne yek in.
DAYIKEK KURD: Em dixwazin Kurd hembû bibin yek û li hemberî van êrîşan bisekinin. Xwedê vê zilma li me tê kirin qebûl nake.
ELÎ SALIH HESEN: Gelo ev wijdan e, her roj bombe li ser serê me tên barandin. Em Kurd in, em doza mafên xwe dikin. Her Kurdê xwedî wijdan, li ku devera cîhanê be, nabe vê rewşê qebûl bike. Heta kengî wê wiha be.
ESED ELÎ: Em van êrîşan şermezar dikin û daxwazê ji hikûmeta herêmê dikin ku bi rêya dîplomasiyê pêşî li van êrîşan bigire. Li gorî Îslamê kuştina mirovekî bê guneh, weke kuştina tevahiya mirovahiyê ye. Banga min li tevahiya Kurdan ew e ku li her devera lê dijîn rabin ser piyan û van êrîşan şermezar bikin. Ev çend roj in li vir im, xew nakeve çavê kesî.
ÎDRÎS REŞÎD: Em êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin. Gerîla welatiyên me ne, ew jî Kurd in û ji bo me dixebitin. Em êrîşên li hemberî gerîla jî bi tundî şermezar dikin. Daxwaza me ji rêveberiya herêmê heye ku nerazîbûna xwe diyar bike. Êdî halê me nema, her roj teyare li ser serê me ne. Gundiyê welatiyan, rezê wan dişewitîne. Zarokên me ditirsin, bi şev nikarin razên.
KERÎM XAN: Em dewleta Tirk şermezar dikin. Girîng e her kesên Kurd bibin yek û van êrîşan rûreş bikin.
KUBAR: Em qebûl nakin Tirkiye me li ser xaka me derbeder bike. Jiyan li me herimiye, xew nîne, xwarin nîne. Em ne rehet in. Şev û roj em nikarin bikevin malên xwe. Dema dengek tê em xwe diavêjin derve.
MELE ZUBEYR EHMED: Hin siyasetmedarên Tirk hene ku li cîhanê digerin û dibêjin em mafên mirovan diparêzin. Lê em bi xwe dibînin, ku ew tên mirovên me dikujin, cihê me xera dikin. Çi mafên wan heye ku bê bombeyan li miletekî bê guneh bibarînin, gundê me xera bikin. Em vê şermezar dikin. Kuştina mirovên sivîl ên bê guneh, qetilkirina heywanan, wêrankirina gundan, cihê xwe di hiqûqa navneteweyî de nîne. Em tên van zozanan bi tenê ji bo debara xwe bikin. Ti eleqeya me bi siyasetê re nîne. Bila Tirkiye dest ji qetilkirin sivîlan berde, siyaseta xwe biguherîne. Kurd niha gihaştiye xwedî statuyekê, lê çima ranabin li hemberî Tirkiyeyê deng dernaxîne, nabêje tu çima êrîş dikî, li dij dernakeve? Bi sed hezaran pezên me tên kuştin. Lê Serokekî me yê Kurdan ranabe ji Tirkan re nabêje tu çima welê dike? Bila li her derê gelê xwe biparêzin.
NIM CEWHER: Xwedê qebûl nake Tirkiye bi balafiran were li me bide. Divê wijdan hebe, divê şeref nebe. Tu radibe balafiran radike, li zarokên me dide, zarokên me şehîd dixe. Wijdan vê qebûl nake. Divê ti kes vê zilmê qebûl neke. Zarok hemû guneh in.
REŞÎD HERKÎ: Zarokên me ne dikarin rakevin, ne dikarin jiyaneke asayî bijîn. Em ne razî ne ku dijmin van balafiran li ser serê me digerîne.
REWEND HERKÎ: Ji sala 2002'an û vir ve her bombe li ser serê me tê barandin. Daxwaza me ji rêxistinên Kurdan heye ku çareseriyekê ji me re peyda bikin. Daxwaza me ji dewletên cîhanê ew e ku zextê li dewleta Tirk bike, ku dawî li van êrîşên xwe yên li hemberî me bîne.
ŞAKIR XELÎL BEYAZID: Em ji hikûmeta herêma Kurdistanê dikin ku dawî li vî şerî bîne. Em dewleta Tirk şermezar dikin ku cih û warên me talan kirin. Zergelî Riwandiz e, ne Qendîl e. Divê hikûmeta herêmê jî şermezar bike, ku dema balafir hat herêma Kurdistanê.
ŞUKRÎ ŞÊZ ZADE: Daxwaza me ji rêveberiya herêma Kurdistanê ew e ku nerazîbûna xwe li hemberî van êrîşan diyar bike. Li Zergelê ji malekê kesekî nehiştin. Dibe ku sibe rewşeke xerabtir rû bide. Bila hikûmeta Kurdistanê bêdeng nemîne.