Gerîlayên MLKP'ê bersiv dan êrîşa DAIŞ'ê

Gerîlayên MLKP'ê, ji ber komkujiya Pirsûsê li Şengalê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê çalakiyeke bersivdayînê lidar xistin. Di encama çalakiyê de 3 çete hatin kuştin.

Gerîlayên MLKP'ê, li taxa Xeyr Nasir a Şengalê, duh êvarê (5'ê Tebaxê) saet di 18:00 de avêtin ser nuqteyeke çeteyan. Di çalakiya gerîla de sê çete hatin kuştin û gerîla bêyî windahiyê bidin vegeriyan çeperên xwe.

Balafirên şer ên kolaîsyonê sê caran li qada çete lê bûn, xistin.

Ji gerîlayên MLKP'ê Mahîr Şengal der barê çalakiyê de ev agahî da:

"Li hemberî komkujiya 20'ê Tîrmehê ya li Pirsûsê ku 31 sosyalîst hatin qetilkirin, me li Şengalê çalakiya bersivdayînê lidar xistin. Di vê çalakiyê de 3 çete hatin kuştin. Li hemberî komkujiyan nêzîkatiya me wê bi vî rengî be. DAIŞ û dewleta Tirk wê nikaribin xwe ji van komkujiyan rizgar bikin. Li dijî vê komkujiya ku şoreşa yekbûyî, têkoşîna yekbûyî kir hedef, em ê berxwedan û têkoşîona yekbûyî xurttir bikin. Ji niha û pê ve li hemberî komkujiyan em ê li Tirkiyeyê, li Bakurê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê û li Şengalê bi çalakiyan bersivê bidin dewleta Tirk û DAIŞ'ê. Hesabê xwîn hatiye rijandin, wê bê pirsîn. Bi vê çalakiyê de hêzên me bersiv dane çeteyan."