Cenazeyê şervanê YPG'ê Koç bi merasîmeke girseyî hat veşartin

Cenazeyê yek ji şervanên YPG'ê Mehmet Koç (Çiya Agirî) ên deh rojan li ser sînor hatin sekinandin, li Bazîdê hat veşartin. Di merasîma cenaze de dirûşmên "Kujer Erdogan" hatin qîrîn.

Cenazeyê yek ji şervanên YPG'ê Mehmet Koç (Çiya Agirî) ên deh rojan li ser sînor hatin sekinandin, li Bazîdê hat veşartin. Di merasîma cenaze de dirûşmên "Kujer Erdogan" hatin qîrîn.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Mehmet Koç (Çiya Agirî) yê li Kantona Cizîrê roja 14'ê Tîrmehê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî tevî cenazeyên 12 hevalên xwe 10 rojan li Deriyê Sînor ê Xabûrê hat sekinandin, ji bo were veşartin duh anîn warê wî navçeya Agirî Bazîdê. Cenaze li ser rêya Wan-Ebexê ji aliyê konvoyeke ji sedan wesayîtan ve hat pêşwazîkirin. Cenaze di destpêkê birin mala malbatê. 

Piştî merasîma cenaze ku parlamenterên HDP'ê M. Emîn Îlhan, Kizmaz Turkelî û M. Emîn Adiyaman jî lê amade bûn, bi hezaran kesan darbest hilgirtin ser milan û bi qîrîna dirûşmeyan ber bi Goristana Bajarê Bazîdê ve meşiyan.

Di meşê de bê navber dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Kujer Erdogan", "Tolhildan", "Bijî Berxwedana Kobanê" hatin qîrîn.

Di dema veşartina cenaze de balkêş bû ku helîkopterên leşkerî ji nizm ve di se goristanê firiyan. 

Nûnerê MEYA-DER'ê yê Bazîdê Mehmet Bîrdal li merasîmê peyivî û diyar kir ku bi rawestandina cenazeyan bi rojan li ser sînor xwestine malbatan bêzar bikin, lê bi ser neketine.

'EM XWEDÎ LI LEHENGÊN XWE DERKETIN'

Parlamenterê HDP'ê yê Agirî M. Emîn Îlhan jî bang li gelê Kurd kir ku li dora zarokên xwe yên jiyana xwe ji dest dane bicivin û got, "Yên ku bi rojan cenazeyên me li ser deriyê sînor sekinandin, ne li bendê bûn ku em ê xwedî li zarokên xwe derkevin. Lê belê em xwedî li lehengên xwe yên em anîn van rojan derketin. Ev şerê qirêj ê diqewime ne şerê navbera gelan e. Şerê qesrê ye. Em ê ji bo berjewendiya hin kesan zarokên xwe neşînin mirinê."

Girseya gel a beşdarî merasîma cenaze bû, piştre ji bo tevlî çalakiya mertalên zindî ya li Çiyayê Agirî bibe, ket ser rê.