BI DÎMEN

'Em ê derewên wan bidin ber rûyê wan'

Yildirim û Gur ên HDP'yî yên di nava heyeta li gundê Zergelê lêkolîn kir de cih girtin anîn ziman ku li gund bi tenê sivîl dijîn û yên hatine qetilkirin hemû sivîl in.

Yildirim û Gur ên HDP'yî yên di nava heyeta li gundê Zergelê lêkolîn kir de cih girtin anîn ziman ku li gund bi tenê sivîl dijîn û yên hatine qetilkirin hemû sivÎl in.

Heyeta ji parlamenterê Rihayê Osman Baydemîr, parlamenterê Sêrtê Kadrî Yildirim, parlamentera Stenbolê Huda Kaya, alîkarê Serokê Giştî yê ji Têkiliyên Derve Berpirsyar Nazmî Gur, endama Desteya Rêveberiya Navendî Hatîce Altinişik ên HDP'yî û nûnera DBP'ê ya Hewlêrê Şîlan Emînoglû, li gundê Zergelê yê ku balafirên şer ên Tirk komkujî lê kirin, lêkolîn pêk anî.

YILDIRIM: DI RAPORA BAŞÛR DE HAT AŞKERAKIRIN KU SIVÎL IN

Parlamenterê HDP'ê Kadrî Yildirim der barê lêkolînên xwe de agahî da ANF'ê û got, "Bi hatina vê derê re me xwest lêkolîn bikin ku gelo mîna îdîayên dewlet û hikûmetê yên hatine bombekirin, yên şehîd bûne gerîlayên PKK'ê ne, kampa PKK'ê ye yan jî mirovên sivîl in. Me lêkolîn kir, wêne kişand, bi gelê sivîl re em axivîn, bi malbatên şehîdan re em axivîn; me xaniyên hatin hilweşandin dîtin."

Yildirim anî ziman ku Komîsyona Lêkolînê ya Wezareta Karên Hundir a Başûrê Kurdistanê jî der barê komkujiyê de rapor amade kiriye û got, "Li Hewlêrê ew rapor dan min. Di raporê de hat destnîşankirin ku temamiya mirovên li vir şehîd ketine sivîl in. Hat ragihandin ku yên birîndar bûne jî sivîl in. Xal bi xal hat destnîşankirin ku xaniyên hatine hilweşandin çiqasî zerar dîtine. Eger bi tenê rapora me hebûya, hikûmet û dewletê dikarîbû berevajî bikira."

'LI QADA NAVNETEWEYÎ WÊ REZÎL BIBIN'

Yildirim got, "Ti eleqeya malên li vir bi kampan re nîne. Mirovên di xew de jî rastî bomberdûmanê hatine. Jin hene, extiyarekî 60 salî heye, zarok hene. Em ê derewên wan bidin ber rûyê wan. Hêvîdarim ku wê li qada navneteweyî rezîl bibin." Yildirim diyar kir ku ew ê hem rapora xwe hem jî rapora Başûr pêşkêşî saziyên mafên mirovan û dadgehên sûc-ceza bikin.

GUR: BI ZANEBÛN SIVÎL HEDEF HATIN GIRTIN

Alîkarê Hevserokên HDP'ê yê ji Têkiliyên Derve Berpirsyar Nazmî Gur jî got, "Yên ku ev komkujiya sivîlan kirin, li nava çavê tevahiya cîhanê dinêrin û 8 mirovên me yên sivîl ên qetil kirin û 20 mirovên me yên birîndar kirin, sivîl nabînin. Diyar e ku wan weke mirovan jî nabînin. Zîhniyeta wan ev e."

Gur anî ziman ku ji bo komkujiya sivîl a li gundê Zergelê li tevahiya cîhanê bide bihîstin çi ji destê wan bê ew ê bikin û got, "Divê ev yek careke din bê gotin; Zergelê yek ji gundê herî qedîm ê Başûrê Kurdistanê ye. 37 mal lê hene. Bi sedan mirov debara xwe li vê herêmê dikin. Temamiya malên hedef hatineg irtin malên sivîl lê dijîn, jin û malbat lê dijîn e. Bi zanebûn, bi xwestek û bi awayekî plankirî mirovên sivîl qetil kirin. Ji bo em vê rastiyê nîşanî cîhanê bidin, em li vir in. Komkujiyek pêk hatiye."

Gur ragihand ku ew ê komkujiyê bibin qada navneteweyî û got, "Piştî lêkolînan heyeta me wê raporê amade bike. Em ê raporê wergerînin Îngilîzî û ji hemû dewlet û rêxistinên navneteweyî re bişînin. Aliyekî vê yê hiqûqî heye. Ji bo ev komkujiya li dijî hiqûqa şer, hiqûqa navneteweyî li dadgeha navneteweyî bê mehkûmkirin, bawerim hem li Başûr hem jî li herêmê wê baro xebateke cidî bimeşînin. Li ser delîl, beyanên şahidan û agahiyên rayedaran dane, ji bo aqûbeta komkujiya Zergelê nebe mîna yên berê, çi ji destê me bê em ê bikin. Roboskiyeke din li vê derê pêk anîn. Weke partî ji aliyê hiqûqî ve çi pêwîst be em ê wê bikin."

'DIVÊ CIVAKA TIRKIYEYÊ RABE SER PIYAN'

Gur got, "Xeta tinekirinê û neçareseriyê ya AKP'ê, cihê xwe di hişê gelê Kurd de girt. Em ê vî sûcê aşkera bikin" û axaftina xwe wiha dewam kir:

"Min li vir Anadolû Ajansi (AA) jî dît. Fermandariya Giştî bi daxuyaniyeke nivîskî henekê xwe bi gelê herêmê kir û got, 'ew der ne cihê sivîlan e, kamp e'. AA li vir e, ajansa wan e; hêvîdarim wê rastiya li vir aşkera bikin û wijdanê gelên Tirkiyeyê li hemberî vê derewa mezin bikeve nav tevgerê. Dîtina rewşa li Zergelê têrê nake, divê ji dil hîs bikin û rabin ser piyan."