Polîsan li Cizîrê kargehek gulebaran kirin: 2 birîndar

Li Cizîrê di encama gulebarana ji wesatiya pollîsan li kargehekê 2 kes birîndar bûn.

Li Cizîrê di encama gulebarana ji wesatiya polîsan li kargehekê 2 kes birîndar bûn.

Îro li Taxa Konak a navçeya Cizîr a Şirnexê ji wesayîta polîsan a dewriye digeriya gule hatin berdan. Di encama gulebara polîsan de xwediyê kargehê Suleyman Alyanak û Salih Ataman ê hatibû wesayîta xwe tamîr bike birîndar bûn. Şahidan diyar kirin ku polîsan rasterast ber bi kargehê ve gule reşandine.

Her du kesên birîndar bûn ji aliyê kesên li derdorê ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizirê.