Sahîp Akil ê di teqîna Cizîrê de jiyana xwe ji dest da spartin axê
Sahîp Akil ê duh di teqîna li navçeya Cizîrê ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest da bi merasîmekê spartin axê.
Sahîp Akil ê duh di teqîna li navçeya Cizîrê ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest da bi merasîmekê spartin axê.
Sahîp Akil ê duh di teqîna li navçeya Cizîrê ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest da bi merasîmekê spartin axê.
Cenazeyê Sahîp Akil ê duh bi şev di teqîna li Taxa Nûr a navçeya Cizîrê ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest da, piştî otopsiya li Amedê bi konvoyeke qerebalix anîn Cizîrê.
Cenazeyê Akil li ser Cadeya Cizîr-Hezexê ji aliyê hezaran kesan ku di nav wan de Parlamenterê Şirnexê yê HDP’ê Faysal Sariyildiz, rêveberên HDP, DBP û MEYA-DER ên navçeyê jî hebûn hat pêşwazîkirin. Girseya cenaze wergirt bi çepik, tilîlî û dirûşman hat Dortyolê.
Girse bi dirûşmên,"Qatil Erdogan" û "Şehîd namirin" derbasî Cadeya Nisêbînê bû. Welatiyên li ser Cadeya Nisêbînê meşiyan li vir cenazeyê Sahîp Akil ji wesayîta cenazeyan wergirtin û girtin ser milan. Welatî heta Goristana Esrî ya Cizîrê meşiyan.
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ê di merasîmê de axivî got: “Gelê me sed sal e berxwedanê dike. Bi sedsalan e li hember gelê me, axa me û rûmeta me bêrûmetî û komkujî hene.”
Xwarziyê Sahîp Akil, Abdullah Akil jî wiha axivî: "Erdogan bi gotina em li sivîlan nadin siyasetê dike. Ev komkujî encama siyaseta we ya qirêj e. Vaye we sivîlekî din jî kuşt.”
Paşê cenazeyê Sahîp Akil bi rondikan spartin axê.