Li herêmên gerîla keşif didomin

Tevgera pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê didome. Li ser herêmên Çarçela, Avaşîn, Heftanîn, Zapê keşif hatiye kirin. Çalakiyên gerîla jî bi awayekî zêde didomin.

Tevgera pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê didome. Li ser herêmên Çarçela, Avaşîn, Heftanîn, Zapê keşif hatiye kirin. Çalakiyên gerîla jî bi awayekî zêde didomin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê der barê tevgera hewayî de daxuyaniyek nivîskî weşand û têkildarî tevgerên hewayî de ev agahî parve kir: “Di navbera 5’ê Tebaxê saet 18:00’ê û 6’ê Tebaxê de artêşa dagirker a Tirk bi pêgerên hewayî yên bê mirov li ser herêma Çarçela ya girêdayî herêma Zagrosê keşif pêk aniye. Ev tevgerên hewayî li ser herêmên gerîla her ku diçe zêdetir dibe.

‘KEŞIF DIDOMIN’

Li gorî vê;

Di van du rojên dawiyê de li ser xeta sînor a herêma Avaşîn, 5’ê Tebaxê saet di navbera 14:30 – 16:30’an de li ser xeta sînor a herêma Heftanînê, 5’ê Tebaxê saet di navbera 06:00 – 16:30 û 19:00 û 6’ê Tebaxê saet 05:00’an de li ser herêma Zapê pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa Tirk keşif pêk aniye. “

HPG’ê da zanîn ku ji 5’ê Tebaxê û pê ve qereqola Grana ya li ser xeta sînor a herêma Avaşîn herêma Govendê bi obys û hewanan bombebaran kiriye. HPG’ê wiha dewam kir, “Ev êrîşên artêşa Tirk li ser herêmên gerîla her diçe zêdetir dibe.”

Li gorî vê:

Roja 5’ê Tebaxê saet di navbera 13:00 – 14:00’an de qereqola Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê herêmên Şehîd Bager, Şehîd Gafûr, saet di navbera 18:00 – 19:00’an de qereqolên Mamreş û Grana yên li ser xeta sînor a herêma Avaşîn herêma Mergê bi obus, hewan û tankan bombebaran kiriye. Gerîlayên me jî di saet 19:00’an de bi çekên giran çalakiyeke li hember qereqola Oremarê pêkanînê bersiv dane.

Roja 5’ê Tebaxê saet di navbera 16:30 – 19:30’an de qereqolên Tepê Çete, Tepê Meymûn û Alaya Topavêjam a Gulyazi yên li ser xeta sînor a herêma Heftanînê bi piştgiriya pêgerên hewayî yên bê mirov herêma Deriyê Dawetiyê bi obus û hewanan bombebaran kiriye.

Roja 5’ê Tebaxê di saet 11:30’an de qereqola Bilîcan a li ser xeta sînor a herêma Zapê herêma Şehîd Colemêrg, saet di navbera 12:30 – 14:00’an de qereqola Êrîş herêmên Xeregol, Tepê Hakan, Dola Şîfreza û Canmeda, dîsan saet di navbera 18:00 – 22:30’an de qereqola Bilîcan herêmên derdora qereqolên bi obus, hewan û tankan bombebaran kiriye.

Roja 5’ê Tebaxê di saet 20:00’an de artêşa Tirk ji Çelê Nimeja herêma Besta bi obus û hewanan bombebaran kiriye.

Di van rojên dawiyê de qereqola Beste ya li Şirnexê herêma Gabarê bi obus û hewanan bombebaran dike. Di encama bomberdûmanan de li erazî şewatên daristanan destpêkiriye.”

‘ÇALAKIYÊN GERÎLAYAN DIDOMIN’

HPG’ê der barê çalakiyên gerîlayan de ev agahî parve kir:

“Roja 2’yê Tebaxê di saet 22:30’an de gerîlayên me li Taxa Koçeran girêdayî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê li hemberî wesayîteke zirxî çalakiyekî sabotajê li dar xistine. Wesayîta zirxî bi temamî hatiye îmhakirin, hejmara mirî û birîndaran nehatiye zelalkirin. Ev çalakî ji bo bîranîna Şehîd Gelhat Gever hatiye lidarxistin.

Roja 5’ê Tebaxê di saet 14:00’an de gerîlayên rêya di navbera navçeya Elkê ya Şirnexê û Mezrayê girtine. Gerîlayên me li vir destdanîne ser wesayîteke qeymeqamiyê.  Di vê wesayîtê makîneya wêneya ya bi marqaya Nîkon, 3 cîhazên biçûk û hinek belge ji aliyê gerîlayên me ve hatine desteserkirin.

Roja 4’ê Tebaxê di saet 14:00’an de gerîlayên me li ser rêya navçeyên Midyad û Kerboran ên Mêrdînê li hemberî wesayîteke zirxî çalakiyekî sabotajê li dar xistine. Di çalakiyê de wesayîta zirxî hatiye derbkirin. Piştî vê çalakiyê artêşa dagirker a Tirk li herêmê operasyon daye destpêkirin û heman rojê jî bê encam vekişiyane.

Roja 4’ê Tebaxê di saet 14:30’an de gerîlayên me li taxa Guneşlî ya girêdayî navçeya Westan a Wanê li hemberî du wesayîtên zirxî çalakiyeke sabotajê li darxistine. Di vê çalakiyê de her du wesayîtên zirxî hatine derbkirin û leşkerek bi giranî birîndar bûye.

Roja 5’ê Tebaxê di saet 03:00’an de gerîlayên me li hemberî tabûra Jendermeyan û cihê bicihbûna wan a li navenda navçeya Hênê ya Amedê çalakiyekî li darxistine. Di vê çalakiyê de çepera ku çeka giran a A-4 heyî hatiye îmhakirin û leşkerek hatiye kuştin. Her wiha di xwaringeha ku bi çeka roketavêja B7 jî hatiye xistin de zerera madî çêbûye. Çalakiya li hemberî cihê bicihbûyînê hatî kirin de jî çeperek bi temamî hatiye rûxandin, leşkerek hatiye kuştin û 2 ji wan giran 4 leşker jî birîndar bûne.

Roja 4’ê Tebaxê di saet 21:00’an de gerîlayên me li hemberî qereqola polîsan a li taxa Hûzûr Evlerî ya li navenda Amedê çalakiyeke bi çekên ferdî li darxistine. Di vê çalakiyê de bi giştî 4 polîs birîndar bûne.

Roja 5’ê Tebaxê saet di navbera 17:30 – 22:30’an de rêyên di navbera navçeyên Farqîn û Pasûr ên Amedê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kontrolkirin.

Roja 5’ê Tebaxê di saet 11:50’an de ji aliyê gerîlayên me ve li hemberî xeta petrolê ya ji Hezo ya Êlihê diçe Bekirxanê çalakiyeke sabotajê hatiye lidarxistin.

Roja 5’ê Tebaxê di saet 06:00’an de gerîlayên me li hemberî wesayîta zirxî ya li ser rêya Bedlîs – Xana Hewêl ve derbaz dibû çalakiyeke sabotajê li darxistine. Di vê çalakiyê de wesayît hatiye derbkirin.

Roja 3’yê Tebaxê di saet 04:00’an de gerîlayên me li hemberî wesayîtên zirxî ya li ser rêya di navbera Dep a Elezîz û Gêxî ya Çewlikê re derbazdibû çalakiyeke sabotajê li darxistine. Di vê çalakiyê de wesayîtek bi temamî hatiye îmhakirin. Hejmara mirî û birîndaran nehatiye zelalkirin.

Roja 4’ê Tebaxê di saet 04:00’an de li gerîlayên me leşkerên li derdora gundê Kalkoç ê girêdayî Dep a Elezîzê kemîn datanîn ferq kiriye û bi çekên ferdî bi awayekî bi bandor li leşkeran xistine. Li vir 2 leşker hatine kuştin û du leşker jî birîndar bûne.

Roja 4’ê Tebaxê di saet 21:00’an rojên din jî heya saetên sibê gerîlayên me rêya di navbera Qereyazî û Qereçoban ên Erziromê de girtine bin kontrola xwe de.