Nobeda 'ji Ocalan re Azadî' ji aliyê Ciwanên Azad ve tê girtin

Nobeda 'ji Ocalan re Azadî' ya li ber avahiya Konseya Ewropayê (KE) ya li bajarê Fransa Strasboûrgê, di hefteya 163 de bê navber dewam dike. Çalakî vê hefteyê ji aliyê endamên Ciwanên Azad ve tê meşandin.

Nobeda 'ji Ocalan re Azadî' ya li ber avahiya Konseya Ewropayê (KE) ya li bajarê Fransa Strasboûrgê, di hefteya 163 de bê navber dewam dike. Çalakî vê hefteyê ji aliyê endamên Ciwanên Azad ve tê meşandin.

Nobeda azadiyê ya di 25'ê Hezîrana 2012'an de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî li ber avahiya Konseya Ewropayê destpê kir, di roja 1137. de ye. Endam û sempatîzanên PJAK'e yên hefteya berê nobed girtin, çalakî vê hefteyê dewrî ciwanên endamê Ciwanên Azad kirin.

Endamên komê rojane bi dehan kesan re diyalogê dikin, der barê hewldanên Ocalan ên ji bo aştiyê de agahiyê didin û balê dikişînin ser komkujî û qirkirinên li Kurdistanê. Ciwanan dan xuyakirin ku ji bo hestyariyê di nava raya giştî ya Ewropayê de biafirînin ew beşdarî vê çalakiyê bûne.

Li ser navê koma ji ciwanên bi navê Alî Dogan, Baran Mereş, Bektaş Koç û Malîk Mahmûd, Alî Dogan peyivî û got, "Ji bo em layiqî baweriya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibin, em soz didin ku li her qadê têkoşînê xurt bikin."

KAMPANYA "XWEDÎ DERKEVE"

Dogan bal kişand ser kampanya "Xwedî Derkeve" ya li Ewropayê jî hat destpêkirin û got, "Yekane armanca hikûmeta AKP'ê û Tayyîp Erdogan a xwedîkirina DAIŞ'ê, bombekirina Herêmên Parastinê yên Medyayê, qetilkirina sivîlan, girtin û binçavkirinên bi operasyonên qirkirina siaysî ew e ku bi planên şer re xwe li ser xwînê bide jiyîn. Bi vî şerî re dixwaze HDP'ê û Şoreşa Rojava bifetisîne. Di demeke ku dixwazin Kurdistanê bikin gola xwînê weke Ciwanên Azad em bawer in ku di vê pêvajoya zehmet de em ê serketî bin.

Bi kampanya 'Xwedî Derkeve' re, tevî têkoşîna li dijî dejenerekirina ciwanan, li ser mijarên xwedîderketina li şoreşê, tevgera azadiyê û Rêbertiyê, xebatên me dewam dikin. Em bang li tevahiya ciwanên Kurd dikin ku beşdarî kampanyaya me bibin."

"PÊVAJO ÊDÎ JI BO ME BÛYE PÊVAJOYA FÎNALÊ"

Dogan di dewama axaftina xwe de got, "AKP û Erdogan pêvajoya çareseriyê qedandine. Li dijî mecbûriyeta şerê topyekûn ê li ser me tê ferzkirin, heta azadkirina her bihosta Kurdistanê em ê têbikoşin. Bi şerê ku tevî hemû hewldanên me yên aştiyê tê ferzkirin, pêvajo êdî ji bo me bûye pêvajoya 'fînal'ê. Weke Ciwanên Azad, em soz didin ku bi dilsoziya bi Rêbertî, têkoşîn û şehîdanr e em ê têkoşînê li her qadê mezin bikin. Pêşeroja azad bi ciwanên azad pêkane.

Heta şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah  Ocalan û azadkirina wî, em bi biryar in ku çalakiya xwe ya nobedê dewam bikin."

Çalakvanan bang li ciwanan kirin ku xwedî li çalakiya 'nobeda azadiyê' derkevin.

HEFTEYÊ HEFT ROJAN ÇALAKÎ DEWAM DIKE

Nobeda 'ji Ocalan re Azadî' her rojên Yekşemê ji aliyê komeke nû ve tê meşandin û hefteyê heft rojan li ber avahiya Konseya Ewropayê dewam dike.

Di çalakiyê de bi zimanên Îngilîzî, Elmanî û Fransî belavok tên belavkirin, her wiha bi sohbeta bi mirovên li derdorê re der barê armanca çalakiyê de agahî tê dayîn.

...